Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Serkewtina civata fereh ya Encūmena Nižtimanī ya Kurd li Sūriyź Pźkanīna armanca gelź Kurd li Sūriyź nźzīk dike .

 


Dr. Ebdilmecît Žêxo*

Mîna tête zanîn ku kongira Encûmena Nižtimanî ya Kurd li Sûriyê di 26-27.10.2011 ê de li Qamužliyê li darket û bi serket. Encûmena me bi awakî rexberî; rêxistinî û siyasî têkožîna xwe kir . Ez di vê baweriyê de me ku Encûmena me di warê rêxistinî de xebatek baž kiriye ;ewê kanî bû bi çar partiyên din Kurdî û bi hin (Hevrêzên Xortan) re ;yên ku ne di çarçewa Encûmena me de mabûn , têkelî bikira û di encama hevdîtinên erênî de ,ew hemû mîna endamên (Encûmenê) hatin pejrandin.


Hemî rêxistinên siyasî, (Hevrêzên Xortan) û endamên serbixwe bi hev re û bi žêwakî  ažtiyane di žoreža Sûriyê de amede bûn û hîn jî ewanan çalakvan in . Bi ser vê de jî ; roj ji rojê (Encûmenên Tayî) li bajar û bajarokên Kurdî ava dibin û  di bin sîbera Encûmena Nižtimanî  ya Kurd de xebatên xwe didomînin.  
Li aliyê siyasî  de jî; di hundir welêt de (Encûmena) me û di nav wê de (Hevrêzên Xortan)  xwepêžandanên ažtiyane hema hema li hemû bajar û bajarokên Kurdî ; Qamužliyê,Amudê , Dirbasiyê, Kobaniyê ,Dêrîka Hemkê  ,mixabin ji ber sedemên taybetî,  carekê tenê  li Efrînê û li  hin deverên din  çê dikin û hilwežandina rêcîma Sûriyê dixwazin û di van xwepêžandanan de gelê me hin  pakrewan jî pêžkežî azadiya Sûriyê kirine . Li aliyê siyaseta  derve de;  komîta pêwendiyên derve bi navê Encûmena Nižtimanî ya Kurd li Sûriyê têkeliyên siyasî bi hêzên Sûrî yên rikber re dikin, endamên komîta derve li komcivînên rikberên Sûrî de li Qahîre , li Istenbulê û li Tunisê beždar bûn û li ber ronahiya biryarên kongira xwe hevpevîn û diyalog bi hêzên Erebên Sûriyê re kirin. Lê mixabin ta niha hêzên Ereb yên rikber nexwastin mafê çarenûsî yê gelê Kurd di çarçewa Sûriyê de nas bikin.
Bê guman sedemên helwestên wan yên neyênî ev in ;1-Ta niha hêz û pir kesayetiyên Ereb xwe ji giyana riçperestiyê rizgar ne kirine.2- Turkiyê jî roleke serekî, neyênî di helwesta (Encûmena Nižtimanî  ya Sûrî de)dilîze .
Herweha jî cerkî žoreža Sûriyê ya ažtiyane ji 15.03.2011 ê de  destpêkiriye; bi awa û navgînên zirze û zivrezengî pirtirî 12000 hezar mêr,jin zarok li pênavî serbestiya gelê Sûriyê pakrewan bû ne,bi ser vê de jî ,dîsan bi deh hezaran hemwelatiyên Sûriyê  awere bû ne ,lê rêcîma xûnvexwar hîn jî di xwînherkandinê de berdewam e, ewê ne biryarên (Encûmena welatên Erebî) û ne jî yên (Dewletên Navnetewî) bi cih anîne û ewa hîn bi hemû hêzên xwe yên asayêž li dijî miletê xwe bi sersamî  žer dike .
Di sîbera vê rewža kambax de (Encûmena Nižtimanî ya Kurd li Sûriyê) civata  xwe ya ferh bi beždarbûna pirtirî 300 endam di 21-22.04.2012 an de dîsan li Qamužliyê bestand . Di sebaret siyasetê de ; Xala herî giring di civatê de ev bû; ku hemû endam, bê awerte biryarên kongira me, mîna mafê çarenûsî ji gelê Kurd re di çarçewa Sûriyê de wek bernameke stratîcî çespandin. Lê di rexberî vê bernama stratîc de, civata me bernameke siyasî  bergehî bi 13 xal û biryaran dupat kir. Armanc ji vê bernama bergehî û ne hemdemî ev e; ku Encûmena me bê astengî û bê buhaneyên hêzên rikeber kanibe bi hêz û kesayetiyên Ereb re bighîne encamên hevbež û kêrhatî .
Lê di warê rêxistinî de;Ji ber ku hejmarên partiyan û (Hevrêzên Xortan) di (Encûmena) me de pirtir bûn ; lewra jî endamên komîta bicihanînê (tenfîziyê) bi vî rengî pirtir bûn .!- (30) endam ji partiyên tevgera  Kurdî,(30)  endam ji kesên serbixwe, (10) endam ji (Hevrêzên Xortan)  (5) endam ji jinan.    
Lewra ez jî di vê baweriyê de me  ku (Encûmena) me  gavên  pir hižmendî ,siyasî , rêxistinî di riya xebata netewî de avêtine û ev gavavêtinan di rêjeya stratîciya tevgera gelê Kurd de ye û bicihanîna daxwaza gelê me ya rewa nêzîk dike .

* Endamê komîta bi cihanînê (tenfîziyê)

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 1
Bi Tevahī Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark