Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Siyaseta derve ya Iraqê bi nêrîneka kurdî ya sûrî

 


Dr. Ebdulhekîm Beþar

Dema em  di herêmê de, li ser siyaseta  derve ya Iraqê biaxivin, em ne li ser rêzdar wezîrê derve diaxivin. Lê belê, em li ser siyaseta Hikometa Iraqê ya ku Malikî li ser astê derve serkêþiya wê dikê,  dipeyîvin. Herkes dizanê ku peywendiyên di navbera rijêma Sûrî û Malikî de berî ku þoreþa gelê sûriyê pêbikevê pir tevîlhev û têkildar bûn, û rijêma  Sûrî tawanbarê serekî bû, bi nêrîna Hikometa Iraqê, di alîkarî û piþtevaniya kiryarên teroristî de li Iraqê. û hemî  nîþan û pêzanînan dida xuya kirin, ku piraniya kiryarên teroristî yên ku li Iraqê rûdidan  ji xaka Sûriyê derdiketin , ta giha wê yekê ku Malikî gilî û gazindên Iraqê dijî rijêma Sûrî pêþkêþî Encumena Esayîþê kir.


û piþtî pêketina þoreþê guhertineka bingehîn di siyaseta Hikometa Iraqê de beramderî rijêma Sûrî rûda û ew peywendî ji peywendîn pir nelihevhatî  û tevilhev ber bi sîstemeka piþtgir ji rijêma Sûriyê re bi rengekê yekser yan jê neyekser peyda bû. helwêstên Iraqê di nava komkara dewldên Erebî de tev di xeta xizmeta riyêma Sûrî de hatin û helwêstên Iraqê yên herêmî jî hemî ketin di coka xizmeta rijêma Sûrî de. Her dîsanê Iraqê rêyên xwe yên esmanî ji bo veguhestina çekan ji rijêma Sûrî re vekirin û dema ku rastî birhên hêzên nêvdewletî bû, bêçare ma  esmanên xwe girtin û dest bi vekirina rêçikên erdî kir,ji bo ku çek û teqemeniyan bigihînê rijêmê.ne ev bi tenê,lê beþdarî di pêkanîna dorpêçkirina aborî de jî ne kir.vajî vê yekê tevî jî,xebitî û piþtevaniya rijêma Sûrî kir, û xalên xwe yên sînorî li piþtê û bi yekser ji bo bazirganiyê vekir û herweha ji bo ku pêgihandina cugrafî,aborî û bazirganî di navbera xwe û rijêmê de pêkbînê,ta bi Malikî re giha wê yekê ku bêjê: rijêma Sûrî nakevê û dê çima bikevê ?.
Siyaseta nû ya ku Îran birêve dibê,þax û baxên xwê yên ne siyasî hene, û ew þax û bax xizmeta aramî û seqamgêriya herêmê di dema nêzîk û dûr de jî nakin,lê belê, dibê bi bê egerên tevdan û levdanên dijwar di tevaya herêmê de,û piþtî ku rijêma Îranê têgiha  û ket wê baweriyê de ku rijêma Sûrî  ber bi hilweþandinê ve ye û hikometa  nû li Sûriyê, piþtî ketina rijêma Sûrî wê ecindeyên Îranê bicih neyînê û wê ne beþek bê jî ji siyaseta Îranê di herêmê de,ji ber wê jî ji xwe re li berdîlyekî gera ,ku bikarê bi wan erkan rabê û ji vê çav ketin ser Malikî û ew hat helbijartin, yê ku yan divê ecindeyên Îranê pêkbînê yan jê divê dest ji desthilatdariyê berdê,ji ber bê erêkirin û piþtevaniya Îranê nikarê berdewamiyê di hikomdariyê de bikê.vêca Malikî dûvkatiya siyasî û dûrketina ji beryara niþtîmaniya Iraqê ya serbixwe ji xwe re helbijart û herweha dev ji serweriya Iraqê jî berda di ber parastina berjewendiyên Îranê de beramberî ku ew kursî ji bin wî der nekevê.ev yeke didê nîþan kirin,ku Iraqê beryara xwe ya siyasî ya serbixwe ne bi tenê wenda kirye,lê belê,ewê ji nû ve vegere rengek ji rengê diktatoriyetê,madem hikometa Iraqê bi kesatiya Malikî amadeye ji her tiþtî re beramberî ku desthilatdarî ji destan neçê,ev wê yekê didê eþkere kirin, ku Malikî wê hemî þêwaz û rêyan bigirê ta ku bihêlin ew bimînê domdar di desthilatdariyê de,her ev bixweye rêz û rêbaza diktatoriyetê,û ev wê kartêkirin kûr û nêgatîv li ser rewþa navxwe ya Iraqê û tevaya herêmê jî  bi xwe re hilgirê.


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark