Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Yadê

 


 Brahîm  Mehmûd

Yadê
Yadamin ya can sivik, dil mez in, giyan bê tixûp…
Gotina ku ji herdû rexan  xwe bi yek watiyê dide
( yadê- Dayê), bi tîpa ku cih û dem xwe didine nasîn:
Eger ez bibêjim: Yadê, an dayê. Eger ez bibêjim caminê: Dê ji danê ,
caminê ji cihe, ji xakê  ji cîhanê ye.. Ew e yadê: ya: navnîþan,û ciheke..

Yadê..
Dayitiya te ez hînî çi tiþtên hêja kirime: Ez hînî cugrafiya ûdîrokê kirime, bi zimanê te

Yê xuristî yê Kurdî min xwe naskirî ku ez ez im..  Lê ez çiqasî ezezok bûm, ji xwere bûm, lê tu ne ji xwe re bû, ta lalbûna te, di (Ayay-Aya) dengê te li ber dilê min dida..

Ta niha ku temenê min pêncî û þeþ sal in, hîna jî ez fêrî navê te nebûme, ey Wesîla min: beryia mirna ta dîrokek bû û paþî mirina dîrokek bû. Ehhew çiqas sêwitya temenê mez in girane!

Hîna þîrê te di giyanê min de kat dide, ew metxan hiþyariya min bû bi dehên salan yadê..

Va hih ez þiyar bûm li ser dûrbûna ya bê dawî û binî yadê..

De ka ezê çawa xwe vala bikim ji valahiya ku te di pey xwe re hiþtiye?

Bêziraviya  min bibûrîne yadê ku min nikarîbû te ji êþa te biparêze..

Êþê çiqasî de te ji dar xistibû, lê tevî wiha jî te xwe dida jiyana me: Em keç û xurên te!

Te giyana xwe diyarî me dikir…

Oooh yadê! Di xweþiyêde  yadê , di nexweþiyê de yadêêê..

Tême dest û lingê te yadê..

Va ezê li xwe mikurêm yadê, ku jiyana xweþ û hezkkir in ji rexê te dihatin, ku koçkirina te hînî jiyaneke  din kirime, daku ez dilê xwe ji jiyan û mirovan re fireh tir bikim..

Oxra te ya xêrê be yadê, cihê te buhiþtî be yadê, silavê min bighîne bavê min, lê ez bihêvîme ku tu jêre nebêje: Kurê bi hewarê min de nehat, lê ez zoz didime te, û mirovên ku  li ber dilê min dan di þîniya te de, ku ez te hembêzî giyana xwe kim ta lerizandina dawî di laþê min de..

Yadê û hey yadê…

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark