Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Di bîranîna çelrojiya nemir Dr. Şêrzad

 


Dr. Ebdilmecît Şêxo

Sekretêrê Partiya Yekitiya Dêmpokrat li Sûriyê berêz Mihye Dîn Şêx Alî!
Endamên serkirdayetiya Partiya Yekitiya Dêmokrat li Sûriyê!
Endamên hemû partiyên Kurd li Rojavayê Kurdistanê !
Dayika nemir Dr. Şêrzad !
Bavê pakrewanê me, mamoste Selah!
Hemû beşdarên dilsoz !
Bi navê nivîsgeha parêzwer ya  Encûmena niştimanî ya Kurd li Sûriyê
Silav û rêz ji we hemuyan re !


    ( 1)
Birayê min yê biçûk !
Pir mixabin keys ji min re lênehati bû ku ez te ji nêzîk de nas bikim ,
lê gava min di malê xwe de , ji aliyekê de bi riya telvizyonê çavdêriya buyerên ne mirovan e li welatê xwe dikir ; ji aliyê din de, min bi baskên ramanên xwe di nav pêl û bahozên siyasî û wêneyên tirsdar de melevanî dikir,carna dilopên bêzar ji çavên min û bê vîna min, mîna pelên payîzê dihatin xwerê…..
Lê min gelek caran jî,riya xwe bi peyvên lehengên azadiyê kurt dikir ,serên wan bi ava kaniyên bajarê Efrînê dişûşt û bi zarokên xwe re siruda serbestiyê û aştiyê  distra…Bi vî rengî min di nav hevdijayetiyê de, carna li vî rexî û carna li wî rexî palvedida, ji ber ku felsefa jînê û çavkaniya wê tenê weha dibe ….
Ji nişkave zengila telîfona mala min wek awaza çûkeke nexweş lêket;hevalekî min bi dengekî melul gote min ; Tu zanî xortekî me rewşenbîr û azadîxwaz  bi destên neyarên peyva serbest hatiye kuştin ?
Ew Dr. Şêrzad e….
Te got kî ..çawa û   ji bo çi  ?  Min pirsên xwe mîna zîpik û toliyan li hevalê xwe barandin … ,lê dilê min jî mîna zarokekî sêwî lêdiket … Belê ezbenî , belê ezbenî  Dr. Şêrzad evîndarê azadî û mirovperweriyê bû, hevalê min gote min .

( 2)
Ax û hezar kovan ,ji ber sedemên giring, min nikanî bû bi dê û bav,bi heval û hogirên nemir û  bi hemwelatiyên  bajarê xwe re  li ser gorna Dr. Şêrzad beşdar bûma û gurzên gulan ji gulistana  goristanên  pakrewanan li ser gorna wî bireşanda.

(3)
Di roja sêhem de, em çend heval hatin gundê pakrewanê xwe ; (Elendara),  Ev gunda li sirtekî bilind e , hawîrdora wê darên zêtonê ,gir û pesarên qeşeng in ,bayê wir di heyama xweserî de herdem  sar e , lê di wê rojê de sirûştê jî  ji ber bêzariya xwe bayê germ û dilzar bi ser mîvanên nemirê me  Dr. Şêrzad de berdida . Min li bin çadira serxweşiyê bi dehan û sedan ruyên  welatparêz , têkoşerên nasdar dîtin ; melul û dilsar bûn,hêminî û bêdengiyê  ew li xwe pêçandibû ,lê  ez li rex bavê nemir  rêzdar Selah rûniştim ..zimanê min  lihevgeriya ,,bi dengekî pir nizim min gote wî bila serên we sax bin !
Piştî kurtedemekê min serê xwe rakir; li rast û çepê xwe nêhrî , min wêneya bêgunehê me  dît , ez ponijîm , min kovan ji cegerekî şewitî berdida  , min dîke û bi hemî hestên xwe li çavên wî nêhrî ..,ji min ve hate xuyakirin ku ew dixwaze bi çavên xwe bi min re bipeyve. Min ji wî pirsî, kê tu kuştî ?
Ewî gote min ,ez nizanim !Lê ew ajen in,  nokerê welêt in .
Xêre li texistin  birko?
Dîsan gote min , ez nizanim  , ez bijîşk bûm ,min birîn û zamên  mirovan derman dikirin  ,belê  min serbest  deng dikir ji ber ku ez serbest jî ji dayika xwe bû me , min bi destekî ala welatê xwe radikir û bi destekî din ala azadiyê hildida jor ,ez bi hevalên xwe re  li ser mirovperweriyê  dipeyivîm, ez li dijî setemkariyê bûm. Ev bûn gûnehên min  !!!
Na! na ! Ev peyvên te nasnama rûmetiyê  ye , emê bi peyvên te çavên keçên xwe kildin , emê bi peyvên te  cegerên çelmisî vejînin birako !
Min dîsan ji wî pirs kir; tu çi dixwazî  ji mîvanên xwe re bêjî ?
Dîsan ewî bi çavên xwe gote min; Bila hemû  mîvanên min , hemû  mirovperwer, hemû azadîxwaz , hêmin bin ,dilşad bin,ez niha di gulistaneke kurdistanî de li nik nemirên mezin rûnîştî me.
Lê tu ji dayik û bavê xwe re çi dixwazî bêjî?
Silav û rêz ji we û wan re , bila ew serbilind bin , bila  dayika min hertim şabe,ezê ji fireşteyên buheştê re limêjan bikim ku ewa  û bavê min û hemû dilxwazên  ser ruyê erdê werin cem me , emê dîsan li vir jî  bi hev re govendên azadiyê  ji hemû gelan û bindestan re girêdin. De bila bimre koletî ! De bila bijî yekitiya gelê Kurd !Dîsan silav û rêz û hemû cejnên duhatî li we û li gelên cîhanê  pîroz bin !


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark