Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Tiliyên bi taya jibîrkirinê ketine

 




Evîn Þikakî

Ka ji min re bêje...
 tu bi qedrê xwedê kî...
xwedayê di dilê te de dijî...
çawa xwe fêrî hatinên poþmaniyê bikim ?


çawe ev kewên li ser dilê min difrin
fêrî melevaniyê bikim ?
çawe lehiyê fêrî sebir û hedanê bikim ?
ka bêje min ?
 ez xatir xwestina te bi kîjan pînosê binvîsînim?
li ser çi rûpelê xêz bikim? 
 mane destê min bi taya jibîrkirinê ketine
 û bihna gazinan ji wan tê!
 tiliyê min jî weriyane!. 
 De bêje loo
dil bi kulo loo....
 mane te narînkên  xwe jî ne gotin
( bukê delalê rabe xwe karke
 þûþa miskê bi serê xwe dake
 zava þêrîne xortekî pake )
erê...
 te narînkên xwe jî negotin!
vedenga dilê te ji arbaneyên derwêþa dihat
xewnên daþta hesinan ber bi ava Seqlanê Mema û kaniya Xeyda ve diçû.
hêviyên  dil bi kul xwe sipartin darê miradan.
Erê...
 te helbesta herî þêrîn
 li ber dilê xwe jî ne got
 (þoxo þengê zûhre rengê.. dil ji min bir dil ji min
awerîn heybet pelingê.. dil jimin bir dil ji min)
erê loo
dil bi kulo loo!.
 ka ji min re bêje...
 ez xatir xwestina te bi kijan salê... 
 bi kîjan bûyer û malwêraniyê ve girêbidim?
 bi salên koçberiyê ve ?
 bi salên perfa sor û zivisatanên sar ve ?
yan bi salên enfal û kîmya baranê ve?
 ka bêje
ewleya te bi kîjan ronahiyê tê?
 mane ronahiya heyvê jî ne ji ya evîndarkî bendemayî pitir e.
de bêje...
 bêje

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.25
Bi Tevahî Deng: 8


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark