Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Gotina Hevrêziya Keça Kurd Li Dêrikê di cejna jinê de

 


Xûþkên hêja .
Dayîkên dilovan .
Keçên þoreþger û qehreman.
Cejna we pîroz bê,bi taybetî cejna dayîkên þehîdan.
Bi navê Hevrêziya Keça Kurd Li Dêrikê,em xêrhatina we dikin.
Hersal wekî vî demî (8) avdarê,gel û miletên serbest li cîhanê ,þahiya bi vê cejnê saz dikin, û cejna jinê pîroz dikin.
Lê mixabin,îsal em ji alîkî ve,dilkul û xemgînin,ji ber kuþtin,girtin û karên hovane yên ku rijêma sitemkar di derheqa gelê Sûriyê û þoreþa wî de dikê.


 û ji aliyê dî ve,em þad û dilgeþin ji ber îro derfeteka zêrîn ji gelê me re peyda bûye û gelê me ber bi azadî û rizgariyê ve diçê,wê bi vîna xwe mafê xwe destnîþan bikê.em hêvîdarin ji xwedayê mezin û dilovan ,ku xweþî û azadiyê,nêzîk di ser gelê me de bibarînê.

Ey keça kurd serfiraz be,tu xwendevan û helbestvanî,tu xebatkar û welat parêzî,tu kebaniya male û mamostayî,tu dayîka lehing û þêrayî,dayîka þehîd û mêxasayî.hebûna milet di hêz û hebûna we de ye,hiþyarkirina te pêþketine ji xebata milet re,welat bê te qelis û kême,rise tevna welêt sist û xave.bi kar û xebata xwe tu neayî nîv mirov,tu nemayî nezan û hov.

Wek tê gotin(( jin nîvê civakê ye û bindara nîvê dî ye.))

Ji ber wê jî,rêya kar û xebatê bernede û cihê xwe bi merd û mêranî li ser wê rêyê bigire,kerwanê xebatê biþopîne.herdem azad û serbilind be,mafê xwe di bîr û ramanên xwe de saz bike û bi xurtî bixwaze,dilþad bibe,îro cejna teye,lê rojên bê daweta azadiyêye,serkeftina þoreþêye.

-Bijî xebata keça kurd.-
-Bijî rêbaza Barzaniyê nemir.
-Serkeftin ji þoreþa gelê Sûriyê re.

Sipas ji guhdariya we re.

Hevrêziya Keça Kurd Li Dêrikê
Dêrika Hemo : 8/3/2012
 








 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark