Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Li zilmê pîrozbahî nayê kirin (yan jî li zilmê gul nayên reþandin)

 


  Narîn Þêxê

Gelî xwiþk û birayên hêja, îro min li rûpelên internetê nerî, her kesekî bi rengeki cuda 8 adarê li jinan pîroz kirye, gelekî baþ e hûn her hebin, seeta we xweþ!!

Lê eger ku di nava 12 mehan de  her roj li kolanan jin di bin navê namûsê de di bin navên cuda de, û keçên 13 salî û di her temenî de, jin bi rengên cuda tên infazkirin!
Eger di qereqolan de ji alî polêsan ve li ber kamare   jin tê iþkence kirin!


Eger hûn dayikan dibiîn ku ji çol û beyaran di nava kevir û kuçikan de li perçeyên bedenê zarokên xwe digerin!
Eger  ku hûn dayikan dibînin li ser piþta qantiran bedenên zarokên xwe yen bi kimyasalê hatine kuþtin pêþwazî dikin!
Eger  ku dayîk bi mehan li ber dergehên nexweþxana  li benda hestiyên zarokên xwe dimînin!
Eger ku dayik ji bo ku aþîtiyê dixwazin,têne jop kirin û bi panzêran gaz li ser wan tê reþandin!
Eger li Ewrupa mêrek bi 3 jinan re zewicî be.
Eger keçikên  15 salî ji alî mabatan ve ji dibistanê têne dûrxistin!
Eger bi zor û xapa têne  zewicandin!
Eger  jin di bin navê qelen tê firotin!
Gelo em chawa 8 adarê pîroz dikin? Ma li zilmê pîrozbahî tê kirin?
Ma li zilmê gul têne reþandin?
Gelî xwiþk û birayên hêja ev bûyerên han ne 
yên 1857 ne.  Ev bûyer yên ko di 2012an, di cihana (qaþo) ko em dibêjin pêþketiye de qewimîne!
Li Turkiye, li Kurdistanê, li Ewrûpa û li her deverê, ne tenê yên ku em dizanin, lê hema hema li gelek deverên cîhanê bûyerên zilma li ser jinê bi rengê cuda diqewimin, her çiqas li deverên cuda be jî lê rengê wê yek e! Z.I.L.I.M!
Ji lewra ez 8 Adarê piroz nakim, ezê pirozbahiyê li jinê bikim ger jin ber bi serkeftinê ve gavekê bimeþe, ezê   pirozbahiyê li jinê bikim ger ew pêwistiya xwe di civakê de bide ferz kirin û fêm kirin, ezê pirozbahiyê bikim ger jin di nav malbatê de, li derve, li hemû deverê li hember  zilmê serî hilde.
Mixabin ezê ti pîrozbahiyê  belav nekim, ji ber nîvê civakê seqet e û nîvê rojê di taryê de ye, û ez di dawiya gotara xwde dibêjim.
li hember zilmê
bê çar nebin
ji jîyanê bê par nebin
hûn xwedyê jîyana xwe bin
bi tekoþînê ewlebin. bê guman wê 8 adaran yên we bin
jin bin
jîn bin
bi hêz û tîn bin!
08.03.2012

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark