Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Yeketîya kurdî biparêzin

 


EHMED QASIM

 Rewŝa sûriîyê di astengîyeke talûkera derbas dibê. Piŝtî ew çalakîyên navdewletî ber negirtin, û çareyekî haŝtîyane ji bo pirsgirêka sûrîyê nehate dîtin, idî hêdî hêdî rewŝ bi ber ŝerekî navxweyîda diçe. Em tev zanin ku ŝerekî rasteqîne di navberî serbazên azad û yê rêcîmêda rû bide, wê hêmenî û asayîŝa xelkê bikevê rewŝeke berdan _ berdan . û welat tijî diz û çeta dibê, û xelkên sivîl wê bibin nêçîra girêdayî ji nêçîrvanên çetera. Tirsa min ji wê tirsêye, ku ŝerê nevxweyî derbasî herêmên me bibin, bawerim pîlanek jêra amade dibê.


     Ŝansê meye, ku welatê me wisa bûye parî parî, û em di nav devên gurên bê sênç Kevin. Pêŝî mehekê li istanbolê turkmenên sûrîyê xwe bi rêxistin kirin, wekî rêxistinekî siyasî. Em zanin ku turkmenên sûrîyê ti caran bi rêxistin nebûne wekî rêxistinekî netewî. Îro ro, di demeke ku sûrîya bi hewcetî yeketîyake niŝtîmanîye, turkmenên sûrîya xwe di bin sîyê turkîyada wekî hêzekî sîyasî netewî xwe nîŝan didin. Bawer dikim ev ne nîŝaneke xweristîye, tiŝtên ne baŝ tînê bîrî meran. Bawer dikim neyekrêzîya hêzên azadjî destekî turkan têda heye, û cîyê tirsekî mafgire.
     Turkîya bê ecinde li sûrîya namînê. Bo vêjî, baŝtirîn ecinde turkmenin, ku wan bi kar bînê ji bo bercewendîyên xweyî sîyasî û netewî. Li ber vê rastîyêjî, tirsa me ji wê tirsêye, ku Turkmen li dijî kurdan bi kar werin. Û bawerim tiŝtekî wusa di serî hukmeta turkîyada heye. Û rastîjî, Turkmen bi herêmên kurdîra sînordarin, pêwîste em li ser vê taybetîyê rawestin. Di Îraqêdajî wusabû, ew turkmenin li gel rêjîma Sedam îrojî li dijî kurdanin, û nakokiyên li ser Kerkûkê destekî wan têda heye. Eynî tiŝt ez ditirsim li sûrîjî rû bide, bi taybetî, li herêma Efrînê, ku dikevê navbera turkmenên Ezaz û Idlubê, wê tiŝtên ne baŝ rû bidin, pêwîste em agahîya   vê yekêbin. Û pirojeyên meyên berdest hebin li beramberî vê rastîyê.
     Ez dibêjim kes nikanê bibêjê ku wê ŝerekî navxwe di sûrîyêda rû nedê, di rewŝke, ku rêjîm dev ji desthilatê bernadê, û xelkji careke din bi paŝva nakŝê, û civaka navdewletîjî çaverîya komkujînên mezin dike ku biryarê dest_têwerdanê bigrê. Di rweŝeke wusada ji mafên her pêkahatîyekî sûrîyayê ku amadekarîyên xwe bikin ji pêŝerojêra, di pêçewanekî xweperestîda. Ê mejî wekî miletê kurd, pêwîste em hemî metirsiyan bidne ber çavan û xwe amade bikin ji her sînaryoyêrêra. Ewjî nabê eger yeketîya me neyê parastin. Bo pêkanîna vê yeketîyê û parastina wêjî hinek dilferehî ji mera pêwîste di diylogêda, bi taybetî di navbera partîyên sîyasî da. Bercewendîyê teven li ser yek mêzeyê pêk tê, û tê hilweŝandinjî. Di navbera me û rikbera Sûrîda yek mêzeya diyalogê heye, çênabê bibne didu, dibê eva xeta sorbê ji mera. Bo vê giringîyêjî, banga min ji  PYD êraye ku biryara vekŝandina xwe ji desteya hevrêza niŝtîman bigrê, û werê bi ENKS re hevrêzekê li darxînê, çimkî bercewendîya wan li cem ENKS êye di diwarojêda. Hêvîdarim bi cidî li ser vê yekê rawestin û yekrêzîya kurdan bi serî bikin, çimkî dirêjbûna demê ne li bercewendiya medaye, hêvîdarim bi zûtrîn wext ev daxwaz ber bigrê.
     Rewŝa Sûrîya ber bi tengayîyên bi tirsva diçe. Desthilata me li ser kontirolkirina vê pêvejoyê tune. Destên navdewletî aŝkere ketine nava kirîzê, û bercewendîyan li hev par dikin li ser termên ŝehîdên ŝoreŝê. Ê mejî wekî kurd pêwîste emjî xwedî li bercewedîya gelê xwe derkevin. Bo vêjî, ji bona parastina aramî û ewlahiya herêmên kurdistana rojava dibê piroje ji vî babetîra rû bidin, û hevrêzî bi PYD ra, ji ber PYD xwedî pirojeyekî xweparastinîye, û kar dikê ji bo pêkanîna pirojeya xweparêzî.
     Li dawîyê, hêvîdarim hemu kes û karên pêkanîna mafên kurd milên xwe bidne hev, pêŝeroj bi xiŝm û tofan rû didê. Yeketîya me ew tenê me diparêzê.

 3/3/2012


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baŝ
Pir baŝ
Baŝ
Ne xirab
Xirab

Vebijark