Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexşan: Çima...?

 




Mihemedê Seyid Husên

Çima bêqidoşiya dîrokî
tenha li bextê me kurda ketiye...û
çiftiya libendemanê
çima timî me dirapêçe
çima em hêj tênegihane


ku destê tenê
li çepikan naxîne
bê dar û destekar
bê xwedî û dost yar
mîna pezê col
bê şivan û sermiyan
carekê me keys ji nêv
pencên derfetê nerevandiye
li vê radeyê metirsînê
em zincîr û merbend kirine
wisa timî sawgirtî li ber
bersivdanê velerzî û tavilîne.....çima û çima.
     *  *  *
Çima em weke şahîn
hogirî seqa azadiyê nabin
çakbextir li mercên
hevhezînê nabin xwedî
destegul giyanê xemgîniyê
geşedartir naguherînin
mîna kewê ribat
li ser lat û zinaran naxwînin
mîna şalûr û bilbilan
li nêv baxên gulîzaran
awazên rêkefin-nameyekê naxulxulînin
teyrik û tilûr weke berê
li ser dara hejîrkerkê
hêlînên xwe çênakin
raweya helbesta halanê
bi hevoksazî û peyvên çêjer
kêşesaz nakin....çima û çima.
     *  *  *
Çima em hezîna navxweyî
di armanc û mestê de
gencîne nakin
li ser xaka pîroz
bê perwa û paxav

taybetmendiya ala rengîn liba nakin
bi sûnda sozevînê ya pêşiwar
li rêya vegerê poşman nabin
pêşiya xwe bi ramanên zanistî
yên hemdemî ronî nakin
ji kûr û dûr
dîroka gelê xwe naxwînin
rêwiyê konê reş
ji nêv qendirxeyên mîrnişîna
tengbîr rizgar nakin
li nexşeya kurdistana berfireh
pê der pê nagerînin
li ser evraya tekoşînê
hevpesende himêz nakin...çima û çima.
     *  *  *
Çima em şevên azirdanê
li ber dengvedana ramanê
baştir rêya azadiyê
di nava tehtoşk... û
stirîdirkan de xûm nakin
çima emê di bendemana
siwarê hespê boz de bikewijin
tanî ku pêşewayê mişext
ji sergerdana nepeniyê vegerî
ji nêv mij û mûrana kevnar
ji cîhana jibîrbûyî
ji nû ve bîr û hiş lê vejenî
ji sirgûnzayîna gerdûnî ve
dostekî dilsoz û nemekdar
bo me kurda peyda bikî...çima û çima.
     *  *  *
Çima ciwanî ji kûraya dîrokê
ji tevgera siyasî bêganeye
ji zanevaniya ronakbîr
dexisokî û nefret daye
ji ber tirsa kursiyê şahanî
felek li serî geriya ye
ji nêv lehiya şoreşê
mixabin bi helwesteke
sêwî û şermok derlayen maye
ji binî hewl nedaye...û
bi jana kul û derdên
hemwelatî ne êşiyaye
wisa ji buhara helbestê
çep û dûr terqiyaye
bê tewan û guneh
ciwan û rewşenbîr
ji rêxistinê dûr maye
ji berbanga lêvên tî û ziwa
ji navkutka dilê birîndar
ji keldûmana sîngê
kelecana kêferatê
jana keserê bi ser poşmaniyê de
bi ser xewnên omîdewar de
bi ser hêviyên xilmaş de
kûr berdaye....çima û çima.
     *  *  *
Çima carekê em
ji taristanê nareviyane
me zexelî ji zeviyên
kaleşûv heşêf nekiriye
me bîrekarî ji rekehê
rizgar bernada ye
bi destên evîndaran
me pşewayê hafa tekoşînê
bi gulwazên serkeftinê
xelat nekiriye
bi rêzaniya mafnasan
bi kêra rûmetparêzan
me bi comerdî rewayî
li hev parvenekiriye....çima û çima.
     *  *  *    
Çima hest û newaziyên netewî
zikdiriya navxweyî binax nakin
ezîtî û xwedbîniyê riswa nakin
kaniyên zêmdar
ji berqefên çiyarêzan dernabin
deşt û beyar kesk venadin
çima dîroka tengezariyê
demdirêj û bê dawiye
lixêvên berxwedanê
li hestên bi derengî xuricîne
pirtûka zendavesta
li hogirîna ziman
bizûtî em hişyar nekirine
çima rikberî û dijhevî
tenha li tuxmê me baniyaye
li paxavên bêzariyê
li hemî hêlekarên jiyanê
sitemî tenha li me geriyaye...çima û çima
     *  *  *
Çima carekê
mîna simbilê genim
li ber sura nermebayê hêwa
li ber tîrêja rokê
bi hev re naseridin
ji dil û can
bi serê hev sûnd naxun
li baxistanên me jî
nisrîn û alal gulvenadin
em çê û xerab
ji hev nasnakin
em jî carekê tîna xwe
ji kaniyên xortaniyê naşikînin
serê xwe li ber nameya
lihevhatinê naçimînin
mîna azadîhez û aştîxwazan
çanda diruşmên hemdemî
yên mirovanî û dîmuqrasî
bi têrutesel rêbaz nakin...çima û çima.
     *  *  *
Çima em civanê
Kuncikên çep û reştarî
Pilanên perçebûnê nakesixînin
li bin guhê dîwarê
nûxwezên qûnaxê naxînin
rasteqîna xwezyarên netewî
yên rewa û egerseza
deqa-deqa û yeksere nabilînin
keysê ji derfetê nastînin
azirîna libendemanê naşikînin
taya li ber sawa metirsînê bernadin
evîna sermedî
li ber peravên tenahiyê
civanê xwe bi serkeftinê re
bi serhawayê demê re
li dar naxînin.....çima û çima.
     *  *  *
Çima perîşanî
gefan li me tenê dixwe
nefretê li me tenê dibarînî
asoyên derdora me
ji berê ve dilewitînî
çima gule rêya sînga
me tenê nasdikî
çima agir êrîşan
dide keskesoraya daristanên me
zirt û fortan
di me tenê de difirînî
çima sipîde roniyê
nade temenê şevê
ciwanî derfeta xwe nabînî
ku şadî û kamîraniyan
li ser milê fîraziyan
bi dest ve bînî
di himêza xweristê de
azad û rûmetdar
dengvedanê çarmedor biweşînî...çima û çima.
     *  *  *
Çima pêşewayekî karîzmî
bo kurdan kêmpeydaye
şahbazekî pêşzan û dûrbîn
bîrciwan, êşnas û barbuhêr
kêşegir û namedar
dermanê kul û derdaye
serwayekî ronakbîr
konevanekî bilîmet û tevdezan
bîrlêkirina kurdewariyê jê re
armanca bê hempaye
sermyanekî kargorî
mîna Berzaniyê zindar
ku kurdayetî bo wî li pêşiya
hemî îş û karaye...çima û çima.
     *  *  *
Çima tanî nuha
em bê welat û xaknîgarin
bê sînor, ayistan û kelatin
çima weke teyrê baz
em hêj li asoyên berfireh
teqla fira xwe
rajorî nexşeya
kurdistanê sînor nakin
wisa mîna karxezala eware
li ser rûyê gerdûnê
xwas û tewşebîrî geriyane
rojekê me sîmbola yekbûnê
nekiriye armanca giştî... û
bi tilîkan nîşan nedaye....çima û çima.
     *  *  *
Mixabin çima ewqasî
hewara me gaziya dûv guraye
navtêdana me dengirtî maye
hîn kambaxtir pirsgirêka me
marê reş lêgeriya ye
wisa derûnşikestî
xwîna me bi hev tale
heyvanê perçebûnê
li ser rûyê wê
bûye pistîk û meyaye
dexsokî û çavnebariyê
em ji hemî hêlekara ve
dagîr û wêran kirine
wisa bê tilam û sedem
me ji eniya şer rex daye
tenha tovê rikberiyê
di me de kat daye
lêbelê qiralê rewanbirr..hêj
yekbûna me dest lênedaye...çima û çima.
     *  *  *
Çima xalîçeya rengîn
xwerista welatê me
çiya û deşt
kanî û daristan
tarîka şeva bê heyv
ji dewranên kûr û dûr ve
rêyan nedane kêleka me
ku em bi mêranî
li nasnameya xwe mikur bên
şirûs kêmcaran
me diaxivînî
oqyanos û derya
keştiyên me
ji îskeleyên xwe diqewirînî
ji ber ku me li ser
ritma evsaneyên
dîroka dêrîn
ristên avesta evra
bi xweşbextî rave nekiriye...çima û çima.
     *  *  *
Çima em bi hev re
naçin zemanê destpêkî
weke raperîna 2004 an
ji ber mizgefta Qasimo
pêşgavan nadin şoreşa giştî
yekmilî hemî pêkhatên
hemcûr yên welêt nabin
li dûv armanc gewre
mafên netewî yên rewa
li gel nemirên 2004 an
me pêşwaz nakin
sîberên me jî yariyê
bi hetavên dengvedanê re nakin
karvedana birakujiyê
bi yekdengî şermezar nakin..çima û çima.
     *  *  *
Çima em mîna kewê rekehê
dijminatiya tuxmê xwe dikin
hêj kilasîkiya ramanên
nikderbûyî dişopînin
rêzikên civaka hişkolî...û
hozperestiya paşdemayî
em destkêşî xwe kirine
wisa seraqet û li yekhawî
bextê me likumiye
pêşewayên me
ji dibistana xap û rîpan
zirgav dane welatparêziyê
li ser rêbaza helperestî...û
keysebaziyê perwerde bûne
ji ber destêwerdana biyanî
li ser neryana pîlanê
bê havil û bê çare mane...çima û çima.
     *  *  *
Çima em
ji beybaneyên siyasetê
ji tenistana xewnên sêwî
pê venadin bihuşta zindariyê
baxistanên hemereng
li pêşiya malan naxemilînin
çima em bi yekzimanî
nabêjin kîne em
çiye nasnameya me
doz û dawazên me çine
ji kîjan sipîdeyê
me gav daye dîrokê
kengî me perdeya tarawgehên
bê dengiyê çirandiye
bi kîjan viyana yekgirtî
em dê kengî seqa û mercên
aramî û tenahiyê
destnîşan bikin...çima û çima.
     *  *  *
Çima em jî
bi givalekên ewran re
nakevin rêwingiya pîtdanê
baranê bi ser
zeviyên xwe de naguvêşin
çima nabin xwedî ezmûne
ji bin sîwana yekbûnê
mîna rengê avê zelal nabin
ji şahinşahiya mîdya
çîroka xwe ta bi derzî venakin
çavkaniyên arkolojî
trtepêlkên keneşopê naaxavinin
ji meyzexaneyên biyanî
ji serubinê qada welat
dîdariya xwe naçesipînin
çarenûsê ji nêv argûşkên
gurên noker dernaxînin
kîlîka naçariyê tewanbar nakin
dengvadana xwe yekpare
li cîhana gewrik belav nakin
hevrikiya navxweyî
li ser terezûya guftugoya birayetiyê
kelpîç li dûv kelpîç
li ser zîlana yekbûnê
gêçirme nakin.....çima û çima.

Qamişlo

20 – 1 – 2012

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark