Mizgîn Hesko
Hîn ew dayik
Bermayên kezyên xwe
Diçêre
Da ku rengê ken
di hinarkên mendalên xwe de
bidomîne.
Hîn di þev zivistanan de
Bi çîrok û çîvanokên mêweyan
Tama sêva
Li ser zimanê sêwiyên xwe
Di,afirîne.
Hîn piþta wan
bi þîrtên Xanî
daxdidî
û ramanên wan
di tenûra çandê de
dikewitîne
hîn ji nifiþtên paþla xwe
ayetên Cezîrî
her roj
bîst û çar
nimêj dixwîne.
Hîn wan
Di dergûþa dastanan de
Dilorîne.
Hîn terîþên miradê
Bi destê wan ve
Girêdidî
Û ji tûrikê karwanan
Kilçîvê keçan
Bi kil dadgirî .
Hîn bi morîkên þîn
Desmalên zeryan
Dixemilîne
Hîn ji bawîbûna sînoran
Û seqema peymanan
Tilyên xwe
Vêdixe.
Koremar
qaþo..
di nav baweþîna aþtiyê de
navê xwe jibîr kir
û hîn li heyranokên Cezîrabota
serpêhatiyên Hekarê
û hoþmendiya Zaza
xwedî dernakeve.
Þehdedargava ku xwest cejnan
bi kurdî pêþwazbikî
bi þûr hate birrîn.
Navçar
gava ku xemla bûkaniyê li xwe kir
her sê xwîþkên din
bi lîlelîl
her yekê
kirasê þîraniyê
yê pembe amade kir
her yekê
dîlan li gor xwe
þîrove kir
xwestin ji govendê bê paar nimînin
û hîn di qorzîkên pencereyan de
dev ji hev çûyê dinerin.
Bablîcankli ber dergehê
çerxê bîst û yekê
bi çavên xwe dibîne
çawa kurên wê
têne sêdar kirin
û li ser maseya Atom programan de
programa yekem
kurd tunene.
programa diwem
sêdar kirina wan helale.
Qilîçankji xwe ax...
ji derdê wê
rojekê xwîþka herî kihêlbû
ji bo xwîþkên din
her û her bi kêêr bû
û îro rewa lê nemaye
û her çend mehan
nûbarekî seqet
bertavêje
û destarê hêviya
îdî hêdî hêdî digere
û dayik.
pirr westiyaye
pirr westiyaye…!
û tevlî westanê
tilîkên vêketî
qet venamirin
volkana di dilkê çiyê de
guregur
ar
û serhildan disincirin.
Sibat 2010
………………………………………………….
koremar- þehdedar- navçar- bablîcank- qilîçank- navê tilîkên destê mirov in