Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Di wê tariyê de

 



Mehmûd Badilî

Di wê tariyê de ..
tu çi xweþik dibû
Di wê tariyê de ..


çiqasî baran dibariya
û ba di hindirê min gur dibû
bêhna lewnta te
ji cilê min nediçû.
Di wê tariyê de ..
mija bêdengiyê
û xuþîna pelên daran
di zîqezîqa xirecira me talan dibûn.
Di wê tariyê de ..
Di himêza hev de  vêdiketin
wek diktatorekî
çi bi tariyê dilþa dibûm
qet min ne dixwest 
dar û gul li hawîr me vêkevin
qet min ne dixwest
birûsk li asîman bidin der
çûn û hatin li kolanan geþ bibin
min digot: ezê te bixwim
te digot: ji te hezdikim, gelekî ji te hezdikim.
Di wê tariyê de ..

te giyanê min
bi þewqa lêvên xwe kedî dikir
qey  tu nabê serxweþ dibûm
û dibûm ronî di dilê te de
tilîyên te jî dibûn perîyên buhiþtê
di tarîpinga laþê min de
sema xwe dikirin.
Di wê tariyê de ..
çiqasî tarî kûr dibû
ez û tu di hev de germ dibûn.
                      7/1/2012


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark