Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ji ferhenga Melayê Cizîrî…(( MESTBÛN ))

 

Xalid Cemîl  Muhemmed
-Qamişlo-

 

Danasînek bi Melê Cizîrî:
Cîwazî di nîşakirina şabat û qunaxa ku Cizîrî tê de dijiya hebû, lê nerîna ku durust xuyaye ew ya (Mel Ehmedê zivingî) ye, ku zayîna Cizîrî vegerandiye (900) ta (1000) ê koçê, digel nerîna (Tehsîn Doskî) ku zayîna Cizîrî vegerandiye (975) ê koçê, ango (1567-1568) ê zayînê, û mirina wî jî vegerandiye (1640) ê zayînê.


Hezkirina ku Cizîrî ketibûyê hezkirineke sûfîtibû, lewra ewî hezkirin a xwe bi şanên ciwaniya xwedahî ve girêda, û bi rewşên sermediyet, û xwedahiyê ew da nasîn, ku got:
Hê diber qalû bela yî bel ku ev alem nebû
Çerx û dewran dewrê gerdûn  gunbedê mina nebû
Erş û kursî hêj di mexfêbûn di kenza qudretê
Husnê Heq bû istiwaê lami a işqê hebû
her ewî pêwendiyek di nêv mestbûn û vê hezkirinê de li dardixist, ku digot:
şem i ser nûr nadirit ger ew nekit perhîzi dil
zewqi cama işqi nakit ger nekit imsaki rûh
Cizîrî zaravê “Mestbûn” ji ferhenga sofîtiya musulmantiyê wergirt û ew hevserî wate û hîmayin sofîzmî kir digel ku mestbûn, bi man, kevnahî, û sermediyetê rewûkir, û daxuyanê ku nirxdariya vî hawî, bi diyarbûn û dîdariya şanên ciwaniya xwedahî ve tête girêdan, ev ciwaniya ku gihîştina wê, li gor rêbaza Cizîrî, koşîn û amadebûneke giyankî divêt, da, bi kama aşinabûnê,  ji bendên laş, azabibe.
Her ew, di vê rêbazê de, bi Sofiyan re, nekete cîwaziyê de, ji ber ku wî jî weke wan, hezkirin bi meyê hevrengkir, û didît ku hezkirin “noşîneke bê tînşikandine” li gor danasîna (IBN EL EREBÎ)  , lê ji layekî din ve, pêrgî yên ku dil, ji meya hezkirinê re kirine peyal bibû, bi saloxdana ku rengê peyalê, li gor şileya di hundirê wê de, tête guhertin, weha jî, dil, li gor çeşnê hezkirinê, ji hawekî, vajî hawekî din dibe   .
Nifşekî mezin, ji Sofiyan, didîtin ku meyxwer, di mestbûnê de, ji cudakirinê pêwardibe  . weha jî Cizîrî didît ku mestbûna wî, encama meya hezkirinê ye, lewra dil, pê, ji jenga guneh, û duxmiyê pakdibe, seba ku ew  di sewdakirina dildar de, meyeke xest, betwan, û bi akame, û seba ku dil peyala wê ye, ew jî, ji dil re kîmya, (Iksîr), û dermane.
Numabûna şanên ciwaniya dilber, dildar di şêwanekê de werdike, û wî sergeşte dihêle, ji ber ku dîdariya ciwaniya seranser, “matmahiyekê, bi ditina ciwaniya dilber ji nişkave, digihîne raza dildar”   li gor nerîna(ELTEHANEWÎ). digel ev dîtin sureke giyankî encamdike, û ronaka sewdan, raman, û hest, ji ser giyan, dide alî, û çalakî, kêf, û lerzînekê di hundurê dildar de, digerîne, wekî ku sofî dibêjin.
Cudakirin, di mestbûnê de, namîne  , lê, di rêbaza sofîtiyê de, ev mestbûn di pey çêjtin û noşîneke giyankî re tê  , lew ew jî hawekî giyankiye, li gor gotina (EDONÎS) li ser zimanê (IBIN EL EREBÎ), û encama wê, ne tenê ji ber pêwariya bendên laşe, lê ji ber akama amadebûna xurtiya mestbûnê bi xwe ye.
Cizîrî jî, mestbûna xwe, bi hezkirinê ve hûnand, û eşkere daxuyanê ku hezkirin roka sewdan û hiş dibe ava, çi ku girêdana bi ciwaniyê ve dildar talandike, dema wî dixe rewşa serxweşên meya berhest, lê her ewî taybetiya  serxweşiya xwe, eşkere didêra, ku digot:
Işq ku giha kî we li eqlê xwe ma
Yeftîku bil aşiqî husnul mîlah   rûpela 83(
العقد الجوهري)
Dibe ku jixweçûn û pûçkirina hestan, hin ji berên vexwarina meya hezkirinê bin, ev meya ku hiş rawestkardike, digel ku raman bê kêr dihêle, wekî çawa (IBN ELDEBBAX) şirovekiriye ku, ango yê ev mey ne çêjtibe, her nikare wê bi nasîn bide, bi ser ku ev çêjtin jî xwediyê xwe di hawekî matmahiyê zor de werdike   , Cizîrî weha digot:
Heywan li kû dimînit em muftiyê zemanin
Bêtin ji destê saqî cama zelalî bê xeş (R 294)
Ev wate li nik sofiyan hîç guman li ser niye, lewra wan didîtin ku meyxwer bi dîdariya ciwaniyê sergeşt dimîne, çi ku noşîn bi xwe gaveke sereke di rêgirtina giyankî de ye, û her bûye şaneke çak ji hezkirin an aşinabûnê re.
Cizîrî akama vê meyê didêra, û mestbûn, di riya nîşakirina sedemên wê, bihodikir, ku pêwendî di nêv mestbûn, hezkirin, û ciwaniyê de lidarxistin, çi bi awakî hîmayî, çi jî bi awakî yekser û eşkere:
Ji işqê lew Mela xeste
Ji herfa badeyê meste
Ji hoş û aqilî reste
Li der goşên di meyxanê (R 698)
Ev wate li ser zimanê Gelek sofiyan hatiye kar, mîna yê ku gotibû  :
يصحو من الخمر شاربوها               والعشق سكر على الدوام
Weha jî gelek sofiyan hezkirin kiribûn meyeke seranser, mîna gotina yekî ji wan  :
شربت الحب كأساً بعد كأسِ           فما نـَفِدَ الشراب ولا رويتُ  
Weha Cizîrî ew pêwendên ku mestbûnê bi herdû hêmanan ve girêdidin (hezkirin û ciwanî), ravdikirin, mîna gotina wî:
Mestane mestan noşe noş
Qerqef di caman hate coş
Ma dê bimînit kes li hoş
Weqtê ku bên durdane reqs (R306)
Mebesta Cizîrî, ji vê mestbûnê hezkirinbû, lew ewî, di gelek deveran de, ev dehker eşkerekiribû, wekî gotina wî:
Ji wê camê dinoşim ez
Seher lew ney li hoşim ez
Ji amê lê dipoşim ez   
Bi can her lê dikoşim ez
Ku xalib mest û sekranim
Sebahul xeyrî ya Xanim (R777)
Weha witara xwe vedigerîne ser cama hezkirinê, tevî pêwîstiya hezkirinê ji vî hawî re, lewra ev haw bi xwe, wekî ku (EBû ELQASIM ELQU|EYRÎ) di (nama) xwe ya ser sofîtiyê de, şirovekiriye,  bi dîdariya rewşa ciwaniya xweda ve beste  . û yek ji wateyên dîdariyê, rakirina perdên di nêv dildar û dilber de ne, û li gor rêbaza Cizîrî, çi dildarê Ku bi ciwaniya dilberê xwe ve bête girêdan, bê mey serxweşdikeve, lewra hilanîna perdan, ronaka ciwaniyê bi ser neynika dil de berdide, da xweyê dil, bê mey serxweşbikeve, weha jî Cizîrî, wekî sofiyan, derbîrine hîmayî, di helbestên xwe de, peydadikir, û digot:
Ê yekî sadiq hebînî bê hîcab ger ew bibînî
Ma li hişyarî dimînî serxweşê bê badeye (R558)
Wateya vê gotinê ewe ku serxweşbûn ne bi meyeke berheste, ji ber ku peyala vê meyê jî ne peyaleke mayekiye, lê di rêbaza Cizîrî de, eşkere tête xuyanê ku dil, ji meyê re, peyaleke giyankiye, belam ev mey jî dil perhîzdike, lew ne dûrbû ku Cizîrî ev mey kire ji girîngtirîn mercên peristinê ku digot:
Hetta binûra badeyê rengîn nekî siccadeyê
Dûrî ji wê şehzadeyê durdane ya gerden ji ac (R178)
Ev mey, li nik wî, ava jiyanê bû, wekî çawa ku dil jî, tas û neynika vajîkirina ciwaniya dilber bû, lew digot:
şerbeta wê cam û tasê yar ku tê bêt in îkasê
Bêt me jê feydek ji kasê abê heywan ew b xwe ye (R573)
Cizîrî ev mey kiribû sermiyanekî giranbiha, di dest dildarên ciwaniya xwedayî de, dêmek eger cîwaziya di şîweyê rêvingiya giyankî wan ji hev cihêbike, wê meya hezkirinê behaneke nirxdar û betwan di dest wan de be; ango arezûya gihîştina payên bala bo dîtina ciwaniya xwedayî, bi gelek cewr û rengaye, hin ji tirsa gewrehiya xwedayî, hin jî ji hezkirina ciwaniya xwedayî, ev ciwaniya ku sofiyan didîtin hemû rewşên xweşikbûn, mehrîvanî, û dilovaniyê Li nik xwe dicivîne, wekî çawa didîtin gewrehî rerwşên meznahî, û xurtbûnê dicivîne, vêce hin rewend bi ciwaniyê ve hatin girêdan, hin jî bi gewrehiyê Ve hatin girêdan, lê tevde jî meyxwerên hezkirinêne, da ev sermiyan rêdanê bi dest wan xîne, û ji evraziyê Re amadebin, wekî ku Cizîrî digot:
Reng û reng ehlê meqamatê terîqê çûne seyr
Hin celal û hin cemal û sermiyan ev bade bû
Ê birî eynê (beqyê) badexorê işqi bû
Ê buwî mehwê (fenbayê) aşiqê bê çare bû
Êk ji wan perwanebû soht û fîxanek jê nehat
Êk ji wan teşbîhi goyînê bi ah û nale bû (R617,619)
Eşkere xuyadike ku meyxwerê hezkirinê evrazî paya manê (beqayê)dibe, û digihêje dawiya wexera xwe ya giyankî, lew kardariyeke(wilayeteke)rast di dawiya rêvingiyê de, jê re peydadibe, her girawa wê kardariyê jî jixweçûneke rehaye, çi ku mercê gihîştina vê astê mestbûneke raste, digel ku kardarî, di pey hişketinê re,  ji dildar re, pêktê  , Cizîrî jî wek sofiyan weha didît, û digot:
Arif heta ne noşî ji destê meyfiroşî
Xayib nebû ji hoşî peyda nekir wilayet (R138)
Meya ku mestbûnê berhemdike, dil pê tête şûştin, û dermandibe, lewra ew ne meyeke pakême, lê dildar pê qunaxên rêvinga giyankî derbasdike, got:
Saqî ku dêm mehweş bitin
Ka gul ji şîva reş bitin
Qerqef bila ateş bitin
Em dê biwê dil kin ilac
Da em bi wê dil hey bikin
pê sîne dax û key bikin
Sed menzilan pê tey bikin
Ew dê di seyrê kit rewac (R177)
Cizîrî, di gelek deveran de, rewşên vê mestbûnê dabû pesindan, da bi rastî pêrgî sofiyan bibe, ku ew berhema noşîna meyeke giyankî, û nihîne, bi pêrûzî, di bezmine taybet de, ji peyala dil tête vexwarin:
wer suhbetê ger qabilî dê bêt û ret şahane reqs (R305)
Ev banga(wer suhbetê ger qabilî) tiştekî din tîne rastê, ew jî vedigere nerînên kesên di van hawan de negihane, an nanasin, û helwêsta meyxweran ji wan. vêce Cizîrî yek caran şîret li suxte, û meyxweran dikirin da li nezanan ne zîvirin, û guh nedin saloxên wan, digot:
Goşi bi amê mede terki medamê mede
Ekseruhum fî xuma exlebuhum fî ema (R24)
Ev şîreta wî ne ji xweber hatiye, çi ku ewî di riya vê şîretê re dixwest bêje: ne her kes babetî vê meyêye, digel ku razên mestbûna wê jî ne her kes dikare binase, lewra şermedariyek ji hinekan, digiha meyxweran, mîna derbîra Cizîrî, ku diber wan de dida:
Da eybi rendan nekî bi badê
Nufûsu qewmên bîha tesamet (R144)
Ev şermedariya ku tête pelandin, gotinke (IBN ELFARID) tîne rastê, dema ku digot  :
فإن ذُكِرَتْ في الحي أصبح أهلُه             نشاوى ولا عارٌ عليهم ولا إثم
وقالوا شربت الإثم كلا وإنما               شربت التي في تركها عندي الإثم
 Yek caran Cizîrî eşkere didaxuyanê Ku mestbûna wî bexşeke xwedahiye, ji lewra rewşa wê li nik Cizîrî seranser, bêber û dawîbû. lewra ev mestbûn bi hezkirinê ve girêdayiye,û herdû jî bi hest û raman nayên pelandin, çi ku hezkirin bi xwe haweke giyankiye, bi çêjtin, û noşînê tê naskirin, di gel ku mebesta Cizîrî ji qedeha meyê jî rêhtina aşninebûnê ye:
Ji ezel HEQ bi Melê daye ji işqê qedehek
Ta ebed mest û xerabîn ji meya wê qedehê (R253)
Disa li cîhekî din eşkere got:
Saqî ji ezel yek du qedeh bqde bi min da
Hetta bi ebed mest û xumar û telesim ez (R253)
Êdî meyeke bê ber, mestbûneke bê dawî encamdike, wekî çawa ewî gotiye ku her tiştê bê berbe, bê guman, wê bê dawî be:
Husn û cemalê Canan nadêritin tu payan
Her çi nebit bidayet eslen nehin nihayet (R137)
Weha, di deverin din de jî, ji vê angoyê dûr neketibû, wekî ku digot:
şahidê qudsî nîşan husne ji remza ezel
dame bi destê surê camê meya lem yezel (R402)
Her ewî eşkere jêder û cewrê vê meyê ravkiribû, çi ku ev mey meya işqê bû, ji (ezel) de, xweda bi Melê daye, ta (ebed) wê wî mest û serxweş bihêle:
Qedehek taze ji işqê di ezel dame Hekîmî
Jê dinoşm hey û hey hê bi xwe cama me lebaleb (R69)    
Ev mestbûn seranser û bê dawiye, lewra meya ku wê berhemdike, meyeke kevn û ne berheste, digot:
Em qedîm bade dinoşin ji tuhûr
Lew muqîm mest û xumar û telesîn (R475)
Cizîrî bîrdibir ku hin mirov tênagihêjin kûrahiya van raz û wateyan, lew eşkere dida xuyanê Ku serxweşiya wî ne bi vexwarina meyeke mayekiye:
Mexmûri bê camê ezim (467)
Êdî hezkirin dildar bê mey serxweşdixe, wekî çawa sofiyan didîtin ku ev mey dikeve peyala dil de, ne dikeve hest û sewdan de, lê Cizîrî gaveke weha eşkeredikir dema digot:
Aşiqi mesti bi işqê niye hacet bi meyê (134)
naxwe mebest jê ewe ku hezkirin mestbûnê bi meya xwe ya giyankî pêktîne, ango ev mey ne ji tirih û rezan çêdibe, Cizîrî weha digot:
Da min Siroş wer mey binoş zewq û xiroş  lew çûm ji hoş
J wê işweya yar bû xuya ew ne j meya engûrî bû (601)
Ev jî du gotinên (IBN ELFARID) tîne rastê, ku digot   :
شربنا على ذكر الحبيب مدامة                سكرنا بها من قبل أن يخلق الكرم      
وبالحدق استغنيت عن قدحي ومن            شمائلها، لا من شموليَ، نشوتي
Cizîrî her dozdikir ku dil bi meyê bête şûştin, da xweş bête xuyanê Ku ev mestbûn hawekî taybetiye, dikeve warê wateyên sofîtî de, digot:
Ji jeng û zerqê dil da bişotin
Cama sedef bîn rendo keramet (142)
Weha jî sofiyan didîtin ku perhîzbûn û pakî ji pêrûztirîn rewşên xwedane, lê mebest ji vê reweşê, li nik dildar ewe ku çi ziyana ne babetî wî be, wek meznahî, payebûn, xwedîtin, duxmî, û duxsiyê, ji xwe dûrxîne, deqen li karbe bo têkeve rêça hezkirina xweda de, û evrazî payên bilind bibe, çi ku xweda ji rewendên dilpak hezdike.    
Cama di destê şahid jengê ji dil dişotin
Pîrê muxan ji rendan weh weh dikir riwayet (140)
Sofiyên musulman jî didîtin ku dil bi meya hezkirinê tête pakkirin, wekî çawa giyan û hundurê mirov bi akama wê pêrûz û pakdibe, lê mirovê ev mey ne noşîbe her û her wê napak bimîne:
Cami işqê paki rûhanî tuhûra batine
Ê ne noşî her we ma hetta ebed napaki rûh (188)
Cizîrî gelek wate, bêje, û zaravên mestbûna diyar û berhest xistiye kar, lê ewî ev wate û derbîr ne bi awakî yek ser ji helbestên vî celebê mestbûnê birine, çi ku bi ferehî li wateyên sofîzmî di helbest û pirtûkên sofiyan fekiribû, digel ku ristên xwe tije hîma, û angoyên sofîzmî kiribûn, ango di nav mijada mey û mestbûnê de pir zarav, bêje, û gotinên vê rêbazê anîne kar, da bibin şan û indêks ji vê mestbûnê re, wekî ku dida xuyanê bê çawa bi meya hezkirinê dildar evrazî astên bilind dibin, û digot:
Da em bi wê dil hey bikin
pê sîne dax û key bikin
sed menzilan pê tey bikin
ew dê di seyrê kit ilac (177)
lê bêhtirê zaravên ku hatine wateya sofîtî bidin vê mestbûnê, evin: Ezel(bêber),Ebed(bêdawî),sermediyyet(bêberûdawî),evîn(hezkirin),haw,beqa(man),fena(neman),muşahedet(dîdarî), mukaşefet(diyarbûn), cemal(ciwanî), heyret(matmayî), zuhûl(sergeşteyî), sofîtî, cezbet(sur),suhbet(encûmen), koşîn, Arif (aşina), murîd(suxte), musafir(rewend), sulûk(rêvingî).
Cizîrî di mijada mestbûnê de kete rêka sofiyîtiya musulmantiyê de, û gelek şan û Inêks di helbestên xwe de peydakirin, bi akama danasîna cewrê mestbûna xwe, hin bi hîma, hin jî eşkere.ango  ew jî wek sofiyekî di du astan de digeriya   : asta wate , mînak, û derbîrên mestbûna berhest, ku di helbestên miletan de hatin peydakirin, û Cizîrî jî havilî jê kir, lew bêjeyên wan bi şarezayî, xistine kar, û asta wateyê Sofîzmî ku di helbestên sofiyên wek  herdû |êraziyan, û Hellac, û Ibn Elfarid, û Ibn El Erebî de digeriyan, tevî ku ewî bi rewanbêjî wateyên xwe wergerandine bizaveke hozanyarî xurt û bala.
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark

Mijarên Têkildar

gotar