Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Derbasbûyî Be Mamoste Xelefê Zêbarî (Ga dimre Çerim dimîne, mêr dimre nav dimîne)

 


  Konê Reþ

   Îro, sibehî bi zinglê telefona malê re ji xew þiyar bûm, bi rahiþtna bihîstokê re, dengekî melûl û bi xem gote min: Konê Reþ î! Ez Xelefê Zêbarî me.. û wiha axaftina me destpêkir..

Min ji wê axaftinê naskir ku dostê min û we Xelefê Zêbarî di rewþek xerab re derbas dibe; janeke giran xwe berdaye hinavê wî, rojên pirr bi êþ, xem û keser dibuhirîne.. Xwedê neyne serê kesî..
Xelefê Zêbarî! Erê Xelefê Zêbarî, kî wî nasnakî? Kê li gotinên wî guhdarî nekirye, dema Mihemed Þêxo bi dengê xwe yê henûn, þêrîn û zîz dibêje:


Dema min tu dîtî Nesrîn
Herdu çavêd direþ digrîn
Ewan çaca digote min
Careke dî tu min nabîn
Dil û canê min bîne xwîn

Bihar bihrî Nesrîn werya
Kevne Nêrî li ser çêrya
Heyfa min têt Nesrîn birya
Rondik weryan ser wan rûyan
Ew çavêd reþ gelek giryan

Nesrîn xwezî te bibînim
Tu þîn bibî careke dî
Ne ji wê binê, ji bineke dî
Ne ji wî warî, ji warekî dî
Xwezî çi car nehête dî
Eger bêtin bi rengekî dî..
An (Kewê Xortê Serê Çiya me) ev helbesta Xelefê Zêbarî jî rehmetî Mihemed Þêxo kiriye stran.. Belê, ji bil Mihemed Þêxo gelek hunermendên Kurdistanî yên din jî helbestên wî kirine stran wek Mehabad Zaxoyî, Mihemed Teyib Tahir..
Xelefê Zêbarî; pêþmergek ji pêþmergên þoreþa Êlûnê bû, berî likumandina þoreþê, bêjerê Dengê Kurdistana Îraqê bû. Ew bû yê ku nav di pêþmergan de dida û digot: Pêþkevin pêþmergên qehreman.. Ta ku di gel hevalê xwe Mihemed Þêxo di Îranê re derketin.. Ev dor 20 salan e ku Xelefê Zêbarî li Washngtonê, di Dengê Amerîka, beþê Kurdî de wek bêjer xebatê dike.. Ma kî ji rewþenbîrên Kurdan nemaye û wî di programê xwe de (Ferheng û Toreya Kurdî) hevpeyvîn bi wan re li dar nexistiye..
Di wê axaftina telefonî de ji min re got: Ez fexir û iitîzazê dikim ku min xizmeta miletê xwe kirye û ev 20 salin ku ez li Washngtonê me, wek bêjer di Dengê Amerîka, beþê Kurdî de min xizmet bo ferheng û toreya gelê xwe kirye.. û got: Ez xweþ bawerim wê Kurdistan ava bibe û wê ji pêþketîtirîn dewletên rojhilata navîn be..
Çendî di wê axaftinê de min ber dilê wî xweþ dikir, lê êþ û jana di hinavê wî de zor lê dikir û axîn û nalînê zoriya wî dibir û der dibû.. Nizanim çilo me telefon girt.. Û wiha xemgîniyekê konê xwe di ser min re vegirt û min jî bê hemdî xwe ev gotin bo we hezkirên Ferheng û Toreya Kurdî nivîsand, hem min xwe rehetkir, hem ez we agahdarî nesaxiya wî a giran dikim û ji Yezdanê dilovan hêvî dikim ku ev nexweþiya bilbilê Kurdistanê di zûtirîn dem de derbasbûyî be. Dawî dibêjim, wek ku bav û kalên me gotine: Ga dimre çerim dimîne, mêr dimre nav dimîne..
Yê ku bixwaze ber dilê wî xweþ bike dikare bi vê nemra telefonê pêre biaxife: 0017039135865

Qamiþlo, 28.10.2011

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark