Roja 13’ê meha mijdarê, li paytexta Beljîka Brukselê, nivîskar û helbestvanê Kurd Hoženg OSÊ û hinermendê Kurd Hekîmo beždarî festîvala ‘INTERLITRATOUR’ dibin, OSÊ bi helbestên xwe û Hekîmo bi awaz û dengê xwe. Ev çalakiya kultûrî û hinerî, Enistituya Kurdî li Brukselê di nav de, ji aliyên gelek saziyan ve, ev 10 sal in, li Birukslê tê li dar xisitn. Saziyên ku vê festîvalê organîze dikin ev in:
‘ARTHIS, BEEFCAKE PUBLISHING, AUGUST VERMEYLENKRING, DE BEURSCHOUWBURG, CLUB CULTUREL BELGO RUSSE, DAVIDSFONDS, FAAB, FEDERATIE VAN ZELFORGANISATIES IN VLAANDEREN, FMDO, GEERT VAN BRUEANE VZW, HET BESCHRIJF, INTERNATIONALE COMITE, KOERDISCH INSTITUUT TE BRUSSEL/INSTITUTE KURDE DE BRUXELLES, MASEREELFONDS, NOZIZWE, TERRA BASIL, UGANDA & FRIENDS COMMUNUTY IN BELGIUM, VERENIGING vAN ALBANESE SCHRIJVERS IN BELGIË, VERENIGING VOOR DE ONTWIKKELLING EN EMANCIPATIE VAN MOSLIMS, WILLEMSFONDS’ û bi alîkariya Komîsyona Civaka Flaman, Wezareta Perwerdê ya Flaman, Žaredariya Brukselê. Festîval, roja 13’ê mijdarê li dar dikeve û rojek tenê ye. Hunerên ku tê de têne pêžkêžkirin: helbest, sitran, çîrok û serpêhatî ne. Mijara sereke a festîvalê, îsal ‘DEM e’ û giringiya DEMê di huner û nivîs û helbestê de? DEM tê çi wayteyê? Û çawa hatiye bikar anîn. DEM di dîrokê, huner, jiyanê û peywendiyan de tê çi wateyê? Girîngiya DEMê di jiyanê de tê pîvan û pêžkêžkirin. Ev çalakî, ji deh sal û vir de, tê amadekirin. Amanc jê ew e ku kultûr û wêjeyên cuda li Brukselê, li Beljîkayê, werin nasîn. û ji destpêka vê festîvalê, Kurd bi saya Enstituya Kurdî, tê de beždar dibin. ji hunermendên ku beždar bûne ev in: Aramê Tîgran, Firat Cewerî, Hozan Žemdîn, Dilovan, Helîm Yusif, Hesen Silêvanî, Xeyrî Bozanî, Nurî Evdal, Žahînê Bekirê Soreklî, ... îsal jî Hoženg Osê bi helbestên xwe li ber sitraên Hekîmo, dê beždar bibe. Netewên ku endamên wan li Brukselê hene bi pirranî beždar dibin, weke: Rus, Gurc, Ermenî, Romanî, Bulgar, Yûnan û Ereb. Ji ber ku Enstituya Kurdî ya Brukselê mîna yek ji mezintirîn û çalaktirîn saziyên Kurdan tê hesibandin, her sal, ji serî heta dawî, ew di nava organîzasyonê de ye. Bi saya Enstituya Kurdî heta niha, her sal, Kurd beždarî vê çalakiyê bû ne. Hêjay gotinêye ku roja 13/11/2011an, saet 17.30 li salona ARTHIS, Vlaamsesteenweg, 33 Rue Flandre – 1000 Brussel/Bruxelles,.. Hoženg OSÊ û hinermend Hekîmo, helbest û awazê xwe yên Kurdî, dê pêžkêž bikin. |