Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Nûzayî çêlik derbas nekir

 


Melevan Resûl

Piþtî bendewariya heft mehan ji avisbûnê , zaroka di zikê makê de meyî hin bihin mezin dibû, mal û malî çavlirêbûn ku nûzayek xwedê bide , dilê dê û bavan þa bike û þahiyê bixe navkila mala bêdûnda, ya ku di nava xwîn û kujtarê re rûbirû mayî û bi omîda xwedêdaneka jêhatî û bikêr , ji nava giryê mirinê bikþîne, her çendî zaroka di zikê dê de heft mehî xwedê da û hîna neh mehên xwe nedagirtibû da tekûz û lihevdayî ji organ û endaman , lê dîsa jî wî nema karî xwe di zikê makê de bihêle û xwest bilezgînî tevlî þahiya xwedêdanê bibe ,


 çîk û birhên dijwar bi hatina xwere anîn û nûzayê me bi neþter û kêrê biziþkên kêrhatî bû mêvanê rewþa serdemê , bi wê çepeliya xweve ew li ser dest û çavan hate pêþwazîkirin , hinekî aramî di nava me de çand û hêviyên pêþwext bi mere çand , nûzayê me di çilikê xwedêdanê deye , hîna ew firþik dibe , her dayik dixwazê pêsîra xwe bixe devê nûzayî de û ji þîrê xwe firþik bike , lê nûzayê bextewer hemî memikan nagire û pê firþik nabe , hineka pirç dike û hinekan tif dike , ez bi xwejî ji vî nûzayî seyr mame çima ew wisa dike , her çendî pêdawistiya vî nûzayî bi guhdan û pêçanê heye jî , lê ew ji kevelê nûzayî derketiye û dixwaze rût û çîplaq bimîne , ji lewre va di çilrojiya xwede sê caran dipiþike û kef û kinc bi ser devan dikeve , verîþana wî bi xwîn û zoxe , rûtariya wî bê nuxmandine , hekîmên vî welatî li dorê civiyane , carekî bi dewranên  berovajî ji ayetên qur`ana pîroz li ser hatin xwendin û sûde neda , û cara din dûþeva meywedariya zanevan û zanyarên hevdemî di gewriya wîre serniqotî kirin , þîrê hilk û hingivê kiwara bê sinîd guvaþtin gewriya wî , lê heme pirçîn û tifkirin li dê û bavan divegere , em di seyr û matebûnê de gevizîn , ev çi nûzaye û çi dive , heger wa be min nebawere nûzayê me çilrojiya xwe derbas bike û kêfa me here serî , yan nûzayê me bi lezgînî ji berya demê xwe xwedê daye û yan ev nûzayî bîjiye û ne ji piþta meye , yan malzaroka daika me hiþkbûye û nema bi zaro dibe û yan piþta bavên me nema diherike û ji bilî bêjî û sexelan bi dû wan dikeve .


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark