Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Hevpeyvîn: me mehrecan ji nava Goveka tarî û veşartî ji çavên rijêmê derxist û li zêndanê danî

 


  (Dêrik – welatê me) Bi helkeftina bîranîna Mehrecana Helbesta Kurdî Li Sûriyê, ya ku her sal di roja koçbarkirina nivîskar, helbestvan, zimanzan, dîroknivîs û siyasetvanê kurdê navdar seydayê nemir Cegerxwîn de tê lidarxistin û nexasim di vê sala ku herêma me bi giştî û welatê me Sûriya bi taybetî di nîr û rewşeka nazik û hestyar re derbas dibê.di nava vê rewşê de ,me jî xwest em bizanin ka îsal berhevî, kar û barên vê mehrecanê çawe ne û bi çi rengî tên birêvebirin. ka gelo mehrecana îsal wê werê kirin yan na, rewşa helbesta kurdî û helbestvanên kurd çawe ye. ka emê çi tiştên nû di vê mehrecanê de bibînin, û ka çi agehdarî û pêzanînên dî jî di vê derbarê de hene .


li ser vê yekê û ta ku em bikevin di rengê van karan de, me çend pirs girêdan û pêşkêşî mamosta Omer Isma`îl kirin, ji ber ku ew ji alîkî ve wek helbestvnekê kurd tê naskirin û herweha ji aliyê dî ve yek ji endamên Komîta Amadekar Ya Mehrecana Helbesta Kurdî de û ji demeka dirêj  ve di wê komîtê de dixebitê .

Li berahiyê em bi navê Malpera (Welatê Me) xêrhatinê li  we dikin û ji dil sipasiya heweyê hêja dikin, ku we bi dilgermî pirsên me wergirtin.
Mamostayê hêja, eve bêhtirî deh salaye Mehrecana Helbesta Kurdî li Sûriyê tê lidarxistin. gelo, hûn dikarin ji me re bidin xuyakirin ka mehrecanê di nava dirêjiya van salan de çi geşkirin û rêxweşkirin da ye helbesta kurdî û herweha ka çi hêz û piştgirî da ye helbestvanê kurd jî.

Destpêkê ez jî ji dil û can sipasiya Malpera (Welatê Me) dikim, ji ber pêşî navekî pîroze û biştre karekê hêja  di xizmeta gotina rast û peyva azad de dikê, nexasim di vê demê de ,di warê ragihandin, ziman û helbesta kurdî de.
Belê, eve em ber bi Mehrecana Helbesta kurdî ya Şazdemîm ve diçin û girêdana van mehrecanan, û berdewamiya ji  kar û xebata nifşekî rengîn ji sitêrên helbesta kurdî li Sûriyê di mehrecanên pêşî de. bi rastî di mehrecanên pêşîn de helbestên kevneşop gelekbûn û serdestbûn, û jimara helbestvanan hindikbûn. lê di van mehrecanên dawî de komek ji helbestên nûjen û bi taybetî di mehrecana dawiyê de hijmara helbestvanan bêhtirî (110) helbesvan amade bûn. bê guman berdewamiya mehrecanê geşkirineke ji helbesta kurdî re, ji ber dema helbestvan helbestên xwe li pêşberî cemawerekî boş ji helbestvan, xemxwar, rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedarên kurd dixwînin, ew roj dibê qoşma helbestvanan, her yek dixwazê bejna helbestê bilind bikê. giftûgo, axavtin û nirxandin di navbera helbestvanan de, ji bo pêşxistina helbesta kurdî çê dibê. Li aliyê dî xelata rêzgirtin û şanaziyê ya mehrecana helbestê piştgiriyeka mezine ji ked û berhemê helbestvanê kurd re û her sal çapkirina helbestan di dawiya her mehrecanekî de, pêşîn piştgiriye ji helbestvanan re û herweha zengîniye ji ziman re û ji pirtûkxana kurdî re jî, ku sal bi sal bi berhemên helbestvanan yên nûjen û kevneşop tê têrkirin.
lidarxistina mehrecana helbesta kurdî sal bi sal û bi dengekî bilind li ber pozê rijêmeka sitemkar dengekî pîroze û peyvek azade li perda guhê her rijêmek zordar û kevneperist dixê.

Sala borî dezgehên ewlekariya rijêma Ba`as nehiştin mehrecan bi dawî were, û di encaman de, cenabê we û helbestvan Ebdul Semed bavê Helbest û xwediyê malê mamosta Ehmed Isma`îl ji gundê (Mûsa Gewra) hatin girtin û hûn her sê bi sizaya çar heyvan hatin dadgehkirin.
Gelo, îsal weheye dîsanê jî dezgehên ewlekariya rijêmê û dûvelankên wê, di roja sazkirina mehrecanê de astengî û tengaviyan ji we re çê bikin.

Belê, di mehrecana pazdemîn ya borî de li sala 2010 ê, li gundê Mûsa Gewra dezgehên ewlekariya rijêmê ji nişkî ve di ser me de girtin û xwestin tirsekî peyda bikin, ku nema mehrecan li darkevin. di encama wê kiryara ku ji aliyê rijêmê ve hate kirin, ez û helbestvan Ebdul Semed û xwedanê malê Ehmed Isma`îl ketin zêndanê û em her sê bi sizaya çar heyvan hatin dadgehkirin. raste mehrecan wê rojê li gorî dilê me bi dawî nehat, lê di baweriya me de, bi girtina me re, mehrecana helbesta kurdî serket û destkeftiyeka baş bi dest xwe ve anî, ji ber me mehrecan ji nava Goveka tarî û veşartî ji çavên rijêmê derxist û li zêndanê danî. raste em hatin zêndan kirin, lê me kevokên aştî  û azadiya helbesta kurdî li her derî firandin, me hişt ku mehrecan û helbesta kurdî li hemî cîhanê bela bibê, û tîrêjên wê şewqda û çilvilî. ji ber vê yekê em berdewamiya kar û xebatê dikin û em dibêjin rijêma Sûriyê çiqa zordariyê bikê , pêşberî wê bi xurtî helbestvanên azadîxwaz wê helbestên xwe bi rîsê kurdewariyê birêsin , serê xwe hildin û bi dengekî bilind helbestên xwe bixwînin, ji ber tucarî di qada kar û xebatê de me guh ne daye rijêmê. nexasim ku îro roj rewşa rijêmê ber bi koça dawî ve dicê. helbestvanê kurd berê li hespê xwe siware û jê peya nabê, û wê helbestên azadî û rizgariyê bi ser firazî di gulîstana helbesta kurdî de bihûnê.

Wek tê zanîn, niha herêma me bi giştî û welatê me Sûriya bi taybetî di nîr û mercin pir nazik û tenik re diborê.em di Karin bê dudilî bêjin,ku her du katjimêran sê kes li ser destên artîşa Sûriyê û dezgehên wê yên ewlekariyê tên kuştin û bi dehan tên girtin,binçavkirin û serwenda kirin.pirsa li vir tê kirin ewe, di bin dengê gurmîna tankan û şerqîna guleyan de .gelo,wê dengvedana helbestê li kûderê cih bigirê û kî îro vale ye guhên xwe bidê xwendina helbestan.

Wek min diyar kir îro rijêma Sûriyê weke rijêma Tunis,Misir û Lîbiyayê koçberiyê ber bi koça dawî ve diçê .em dizanin ku helbesta kurdî ji dîrokê ve şoreşeka serbixwe ye.helbestvanên kurd li Sûriyê ji Kevin ve kar û xebata siyasî di demên teng û zehmet de dikirin,wek Cegerxwîn,Osman Sebrî,Tîrêj,Keleş,Ehmedê Şêx Salih,Mela Nûriyê Hesarî,Yusiv Berazî û Emerê Lalê û gelekên din.lidarxistina mehrecana şazdemîn di vê rewşê de berdewamiya ronîkirina roja azadî û bilinkirina dengê gelê kurd de di vê şoreşa rûmetdar û azadîxwaz de û girêdana behîdariya  rijêma kevneperist û sitemkar re piştî wê dema dirêj ji sitem û zordariyê.lewra em amadene ji bo serkeftina mehrecana îsal ya şazdemîn,ku finda wê pêxin ger ev rijêm careka dî min û hevalên min tevan bêxin di zêndanê de,ji ber bi girtina me re tîpên helbesta kurdî zêrîn û rengîn  dibin û çirayên roja azadiyê geş diçirisînin.
Birano…ev şoreşe, di şoreşan de her tişt li dare û dimînê berdewam, dergehê jiyanê dimînê vekirî, hêviyên siwaran dimînin avis, şîn û şahî bi hev re tên lidarxistin, xweşî û reşî li tenişta hev tên borandin, mirin û zayîn bi hev re tên hûnandin, cilên reş û yên sipî bi hev re tên raxistin,ken û girî bi hev re tên ristin, xem û hêvî bi hev re tên alandin , tev bi hev re li hev tên banandin û tabloya jiyanê nû, zengîn û rengîn dikin.

Îsal weheye em tiştin nû û rengek dî, ku cuda ji cûtin û kayandina salên borî di merasîm û çalakiyên Mehrecana Helbesta kurdî de bi bînin, ku bigihê semta bilindiya armancên şoreşa gelê Sûriyê û qurbaniyên wê yên ta niha dayîn.

Îsal me daxûyaniya lidarxistina Mehrecana Helbesta Kurdî ya Şazdemîn di Malperan de belav kir,me di daxûyaniya xwe de diyar kir , ku mehrecana îsal  me bi navê mehrecana azadiyê nav kir û me da xuyakirin ku  helbestvan hemî bê cudahî birayên me ne,û me daxwaz û hêvî ji wan kir, ku tevde îsal beşdarbibin û her yek li Hespê xwe siwar bibê.bê nirxandin helbestên xwe bixwînin û beşdarbûna komek hozanvanan ku mehrecanê bi dengê xwe rengîn bikin. me xwest rêxistinên siyasî û çalakiyên rewşenbîrî jî  amadebibin û me ev doz û daxwaz li wan jî kir, em dilxweşin ku ew amadebibin. îro roj ev ji me tê xwestin, ji ber hîn em bindestin û ti hêzên xuyayî piştgiriya me nakin, tenê çend partiyên me amadedibin û arîkariyek tenê tenê dikin.îro em hê di Gov û Axuran de, li derên veşartî de kar û barê mehrecanê dikin.bi kurtî tiştên di nav destên me de û ji me tên niha evin.lê hêviyên me wê bimînin avis û dilê me wê bimînê gerim û li benda rojên serbestî û azadiyê bijenê.

Hûn wek helbestvanekê kurd,ku helbestê ji demeka dirêj ve dinivîsînin.
Gelo, hûn dişin ji evîndarên helbesta kurd û xemxwarên kurdewariyê re,rewşa helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê binirxînin.

Di gumana min de rewşa helbesta kurdî li pêşe û roj bi roj ew rewş zengîn dibê û astê wê bilintir dicê, ji ber pêşketina kurdan di gelek tiştan de ji me ve diyare. berî niha helbestvanê kurd helbest bi devikî wekî sitirana bê nivîsandin digotin, ji ber kêm û kasiyên xwendevanan û nexasim yên ku bi zimanê kurdî li Rojavayê Kurdistanê dixwînin û dinivîsînin. lê piştî dengê şoreşên kurdistanê bilind bûn û nexasim zincîra şoreşên Barzaniyan yên li peyî hev ,û weşandina Kovara Hawarê û kar û xebatên malbata Bedirxaniyan û hevalkarên wan ji nivîskar,rewşenbîr, zimanzan û siyasetmedarên kurdan, û sazkirina yane û komeleyên rewşenbîrî û damezrandina Partiya Demoqrata Kurdistanê li Sûriyê û gelek rewşenbîrên Bakurî Kurdistanê, ku jîn û jiyana xwe ji bo  zimanê kurdî terxankirin. ew bizav û çalakî ketin di ser hev de û bûn bingehê rêkûpêk kirina gelek tiştên kurdewariyê û di nav wan de nivîsandina helbesta kurdî û bi taybetî bi tîpên latînî.helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê li ser êş û janên gelê kurde, dîroknivîse û hestê kurdan ji bo kurdewariyê bilid dike, herweha rengê şînê, hêviyan û doza xebatê tê de bilind dibe.ji ber me li Rojavayê Kurdistanê azadî ne bînandiye ,her me zor, sitem û qedexekirina zimanê kurdî li berçav dîtiye. lewra helbstên me li ser şoreşên azadîxwaz, nexasim şoreşên kurdistanê di serî de û daxwazên miletê me ji bo rizgarî, dadmendî, rûmetî û wekheviyê ne. helbesta kurdî li vî parçê kurdistanê gelekî pêşketiye û nifşek zêrîn wek sitêran helbestan bi ta û teşiya kurdîniyê dirêsin, û di vî warî de sedê dîwanan çapkirine û bi sedan li hêviya ronahiya azadiya gelê Sûriyê bi tevayî û gelê kurd bi taybetî. bi kurtî em dikarin bêjin,ku tevî me li ti dubistanan de helbesta kurdî nexwendiye, lê di gumana min de helbesta me zengîne û berî li pêşe.

Wek em dizanin,hûn mîna helbestvan û çalakvanekê siyasî tên dîtin,ji ber wê jî emê pirseka siyasî ji we bikin.piştî heft heyvan ji şoreşa gelê Sûriyê.gelo em dikarin bêjn, ku şoreşa gelê Sûriyê pijaye û wê nêzîk gelê Sûriyê bi destkeftî û berhemê vê şoreşê şabibê.

Bê guman ev bahoza ku li Rojhilata Naverast pêketî, berçave ku wê bingehê tevaya rijêmên dîktator û zordar biherifîne û milet wê bi azadiyê şabibe, ji ber bayê demoqratî û serketina mafê mirovantiyê li Rojhilatê belav bûye. wek em dibînin li ber çavan, çawe miletê Tunis, Misir û Lîbiya ew rijêmên kedxwar û sitemkar hilweşandin. miletê Sûriyê jî beryar daye ku rijêma Ba`as biherifînin û di şûna wê de dewleteka medenî, demoqratî û firealî ava bikin, ku Kurd û Ereb û pêkhatiyên dî yên gelê Sûriyê tê de hevpişkbin û bê cudahî di welatekê azad de bi hev re bijîn.lê di baweriya min de wê azadiya gelê Sûriyê gelekî giran be, wê rijêm golên xwînê dagirê, ji ber beryara dewletan hîn ne xurte û dewletên Erebî hêjî ne rastin bi gelê Sûriyê re, lê dîsanê tevî wê rijêm roj bi roj vedikulimê,nexasm piştî girtina Mu`emr Qezafî wek cirdekî di qulara avrêjekî de û kuştina wî,ev rijêm ber bi koça dawî ve dicê, pirs pirsa  demê ye , vêca eger dem nêzîk bê yan jê dûr bê.

Di roja xaksipartina termê têkoşer û çalakvanê kurdê navdar Mişel Temo de, wek hate ragihandin ku helbestvanê kurd mamosta Dildarê Mîdî bi guleyên hêzên artîşa Sûriyê û patoxwerên wê hate birîndarkirin. hûn wek komîta Amadekar ya Mehrecana Helbesta Kurdî çi di wê rûdanê de kir û hûn çi dibêjin.

Belê min berî niha diyar kir û got : helbestvanê kurd ji dîrokê ve şoreşvane û jiyana xwe terxankirye ji bo azadiya gelê xwe. di vê şoreşa gelê Sûriyê de jî , miletê Sûriyê bi tevaya tex û çînên xwe ve dadikevin meydana şoreşê, çi nivîskar bin yan helbestvan bin yan jê kesên dî bin ji keç û xortên azadîxwaz yên miletê me , tevî em dizanin ta niha gelek kesên dîtir dernakevin û egerên nederketina wan jî ji me tevan re xuyaye.belê, em helbestvan dadikevin kolanê wek beşek hest tenik ji miletê Sûriyê û bi singeka rût, xame di destekî de û bi destê dî alaya azadiyê hildidin li  himberî guleyên hêzên ewlekariyê nerazîbûn û  xwepêşandanan dikin û em ji bîr nakin bi dengekî bilind em helbestan dixwînin. hevalê min yê hêja helbestvan Dildarê Mîdî di roja xaksipartina termê xebatkarê kurd Mişel Temo de,guleyek  li milê wî ket. bi rastî helbestvan Dildar di gulîstana helbesta kurdî de bêhneka xweşe û bejneka bilinde, lê belê di vê rûdanê de bejna wî û navê wî bilintir bû û me bi navê komîta Amadekar ya mehrecana şazdemîn seredana wî kir û me jê re got em bi te serbilindin û em navê Dildarê Mîdî têxin di nav lehingên roja azadiya gelê Sûriyê de . birîndarkirina Dildarê Mîdî nîşan dike, ku helbestvanê kurd bi tena xwe şoreşeka serbixwe û azadîxwaze…

Hûn çawe dikarin mamosta Omer Isma`îl ji xwendevan re bidn naskirn û berhemên wî yên çandî berçav bikin.

Navê min Omer Isma`îl e, ez li gundê Siwêdiyê,ku  ser bi devera koçeran, bajarê Dêrika Hemko ve girêdayîye ji dayîk bû me. Di sala 1985 ê de ez tevlî nav rêzên Partiya Demoqrata Kurd li Sûriyê bû me û ji wê demê ve karê siyasî dikim. Berî wê demê min dest bi nivîsandina helbestê kir û min li ser êş û jana gelê xwe li herçar parçên kurdistanê helbestên kevneşop nivîsandin.Di destpêka xortaniya xwe de,min û çend hevalên xwe koma Roj ya folkulorê kurdî li devera koçeran ava kir. min dîwanek bi navûnîşanê (Newroz) çapkirye û du dîwanên min yên dî jî li ber capê ne,yek jê helbestên nûjenin û ya dî helbestên kevneşopin . herweha gotarên min yên siyasî di Malper, belavok û rojnaman de tên belav kirin. ez di mehrecana siyemîn de amadebûm û eve şeş sale ez di komîta Amadekar Ya Mehrecana Helbesta Kurdî de kar dikim. li aliyê dî,ji ber kar û çalakiyên min yên rewşenbîrî û siyasî,ez du caran ketime zêndanê,cara yekê di serhildana (12) avdarê de li sala 2004 ê, û cara didwan sala borî, ji ber girêdana Mehrecana Helbesta kurdî wek me berî niha da xuyanîkirin.em dikarin bêjin eve zêdeyî bîst salaye, ez bi gotin û helbestên xwe serperiştî û pêşkêşkeriya cejna newrozê li Girê Sipî lidardixim.

Dawiya vê hevpeyvînê,eger gotin,hizir û bîrin we dî jî hebin. Hûn serbestin û emê bi singeka fereh li axavtin û helwêstên we guhdar bikin.

Li dumahiyê ez kêfxweşbûm ji van pirsan, ji ber Malpera (Welatê Me) cihekê wê yê taybet li rex min heye û dengekê pîroze di nav miletê kurd de û berdewamiya wê xizmeteka mezine ji ziman û çanda kurd re. hêviya min ewe ku nivîskar, zimanzan û siyasetmedarên kurd berdewambin di zengînkirin û xemlandina vê malperê de . malper ji wan re bibê cîgehê danûstandin, ronîkirin û berçavkirinê bê ku şerê hev bikin, tenê armanc bilind bûna astê rewşenbîriya kurdî û belavkirina têgehên azad bin. li dawiyê careka dî serkeftin ji bo gelê kurd û azadiya gelê Sûriyê, û berdewamî ji Malpera ( Welatê Me ) re û sipasî ji we tevan re.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark