Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Em ..û aloziya rêveberiyê

 


Xelîl kal 

 Eger mirovekî yan jî komek ji mirvan xwe dîtin bê berhem , windane û þexsîyet , nikarin xwe birêvebibin û bê rêzin .li gorî pêwistiyên jiyana sirûþtî û hoyên hebûna xwe nikare  xwe biparêze ,wê demê zanibe ku ew koma mirovan bê rêvebiriye yan jî di aloziyê deye .bi kurtî em dikarin bibêjin ku niha û di van demên mêjûyî de em bê rêberin ,bê helwest û tevgereke giþtîne li gorî bizava ku li cada erebî ya sûrî dibe .û kesek nikare bibêje ev diyarde û alozî nîne yan bikaribe jê bazbide ji bilê yên ew bi xwe dixwazin rewþ bivî awayî derbasbibe.


 li gorî rewþa em têde derbasdibin em kurd çi  dikarin û çi dixwazin..?  û çi encamê emê wergirin dema rewþa me bi vî þeweyî ye..? gelo em hiþyarin di hilbijartina yê me birêvedibin ..? yan ji em ne azadin û ne ser kêfa meye. ka bere çi kesayetiya bijartî û rêvebir li þûna þexsîyeta aloz be ..? û bere ew þexsîyeta en dixwazin çawa bifire û astê çanda wê çi be..? xwedî ramanên biyanîbe yan behirmend be heta karibe mêjiyê mirovên kurd rîzgarbike ji hiþkbûn û xwehriya aqilê wî , û wî bide naskirin bi terzê hizirkirin û jiyana serdemî bi nasnama kurdewarî .ev hemû pirs têne kirin lê heta roja îro bersiva wan baþ nehatiya dayîn.

Di dema îro de gelek ji bijartiyên kurdan yên cûrbecûr ,digel ku li paþin û nikarin ti pêþketinê di hindirê xwe de û civaka kurd pêkbînin ,hêjî xwe dibînin ku rastî li ba wane û xwe pir mezindibîn û guhê xwe digrin ,yan ra û þîretan ji dora xwe na pejirîne ji bêlî rexnan .ji vê sedemê çavên xwe ji guhartinên ku li nava sûrî çêdibin di digrin ji ber ku ew jî ji wî nifþê çand û ramana rêjîma basîyane û weke wê hizira xwe dikin .ne veþartiye ku ramana bijartiyên kurdan heta roja îro xwehre û bê berheme ,û nikariye gelê kurd ji arîþeyên wî rîzgarbike ,bitaybetî ji keleporên wî yê paþverû û hizira wîya bê hûde .di gelek rûdan û demên nazik de ,bijartîyên kurdan cî yên siyasî ,çandî û civakî ji valabûnê gavên xwe tavêjin digel ku me gelek mêjûya nasnameya netewî heye . digel ku gelek nav û nîþan hene û ev bû çendê salan ku di xebata kurdewarî dene ,heme ti guhartin pêkneanîne ,ne ser astî raman û rêxistina civaka kurdan ,yan jî ser astî çespandina maf û avakirina seþsîyeta mirovan ku heta roja îro dibine egerên mezim di parçebûna civak kurd de .û ku ew alozî berdewam de û me kurdan rêvebiriya berpirsyar nîne.

xkalo58@gmail.com

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark