Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

DÝ ÞÝ’ÝRA CEGERXWÎN DE SEDEMÊN KURMANCÎNÝVÎSÎNÊ Û ZARAVÊ SORANÎ

 


Arjen Arî

Bo salyadî þairî gewrey Cegerxwînî nemir

Wezîfey xom her teblîxî kurd e
Le mirdû herçî dimîne nawe(1)

Seydayé Seydayan Ehmedé Xanî,di Mem û Zîn beþa VI emîn de sebébé bi kurmancî nivîsîna  berhemé  weha réz dike:


Xanî ji kemalé bé kemalî
Meydana kemalé dîtî xalî
       Yanî ne ji qabil û xebirî
        Belkî bi teessib û eþirî
Hasil: ji înad eger ji bé dad
Ev bid’eté kir xîlafé mu’tad
        Safî þemirand ve xwarî durdî
        Manende duré lîsané Kurdî
Înaye nîzam û întîzamé
Kéþaye cefa ji boyé a’mé
        Da xelkî nebéjitin ku:’Ekrad
        Bé ma’rîfet in,bé esl û binyad
 …………………………
…………………………(2)


Di gel ku hin béjeyén ne kurdî: Qabil ,Xebîr,Teessib, Bid’et,Mu’tad, Manende, A’m…di ristan de dihewîne jî; bi gotina Xanî, dema ku ditiye meydana hunerî  xalî û wala ye; ne ji jîrî, þarezayî û  pisporiyé; hebekî ji kevneperezî, hinekî ji hizra eþîrî; an jî ji girr û bédadiya heyî, ji berberî û dijberiya bûyî(ya derbaré kurdî de)ziman xistiye qalibekî, bi serûber kiriye, tahmek dayiyé; çi ji bo gel/xelké…û çi ji bo ku hinek  ranebin nebéjin ‘ekrad/kurd ne xwedî ‘kelam’û huner in, bé esl û fesl… û bé kok û bingeh in…’

Li gorî hin çavkaniyan, Kurdan ji wexté salixdayî-dîrokî  heta bigihe îro 9 alfebe;Bizmarî, Avestî, Aramî, Pehlewiya Kon,Masî Soratî, Xuruc ul Sir, Erebî ,Latînî, Kirîlî bikar anîne.(3)

Desthelata Kurd rojek ji rojan rabe berhemén bi wan alfebeyan veguhéze alfebeya ku îro bikar dihét-erebî an latînî- bi min bi dû Kitébxaneya Ýskenderiyé ya ku di dema desthelata Hz.Ýmer de hate sotin, dé pirtukxaneya herî dewlemend û berhemdar be.


Belé; Xanî bi xwe jî ji `bédesthelatî’ û ‘béxwedîtiyé’ bi gazinc e ku, vé maliké di Memû Zîn de bi cih dike:

Ger dé hebûya me jî xwedanek
Alîkeremek, latîfedanek…

Lé…xwediyekî li gel ‘a’lîkeremî’ û ‘latîfedanî’ zanîn, huner, helbest , kîtab, dîwan… li

nik wî meqbûl/héjabûya!Hingé meyé çi bikira? wé gavé, wî:

A’lema kelama mewzûn
Alî bikira li bané Gerdûn
û...wé;
Bîna vé riha Melé Cizîrî
Pé heyy bikira Elî Herîrî
û…bi ser de;
Kéfek wé bida Feqihé Teyran
Hetta bi ebed bimayî heyran(4)

Kî/ké bi baldarî û heyranî; di hin cihan de bi matmayîn û dilihayî neneriye/nanere li berhema li dû xwe ji qewmekî re, û pé re ji ciwaniyén mirovahiyé re hiþtiye!

Balkeþ e; Xanî dema ku vé berhemé dinivîse, xwe diþibine ‘seffarekî’,’merivekî dîn ji dest çûyî’,û ‘dînar/pere/mal bi dest nexistî’:

………………………….
Qelbé me nekir qebûlé hîle
Qet bo xerezé nebû wesîle
      Dîn çû,û ne ket bi dest me dînar
      Paþé ji neçarî bûyne seffar
 Sifré xweyé xef me eþkere kir
 Qirtasiyebû me li lé dua kir
        ……………………………
        ……………………………
Kurmancîye sýfr e , bê gumane
Zêr nîne , bý bên sýpîde mane (4)
          …………………………
          …………………………

‘Safaré’ ku di wexta xwe de Osmanî, Erebî û Farisî ji zimané bav û kalan bétir dizane û dikare biçe ‘seffariya’ zimanekî din bike; ji ber ku dilé wî qabil nade/qebûl nake, beré xwe dide ‘seffariya’ zimané xwe. Ji nefsbiçûkî  û ‘alîcenabî’ vî karé ku dike, Xanî çendî bi ‘Saffartiyé’ bin av bike jî, ya ku kiriye ‘zérigeriyek’e, ku her ‘mérxas’ nikare wisa bi hesanî xwe té werke!

Jixwe, li Bakûr di navbera Bateyî û Cegerxwîn de ‘zéringerekî’din;’zéringerekî’ ku xezîneyeke miþt ‘zér’ û ‘durr’ û ‘sedef’ û ‘yaqût’li dû xwe hiþtibe, naxuyé.Ev yek, nayé vé maneyé;ku li Bakûr kesayetin héja hin ‘dûr’ û ‘mirarî’ naxistine ser ‘xezîneyén’ li ber dest: Bi min, ya rast ev e;bi du dused salén xitm de, yekî Bakûrî zend û bend hildane, derdaw li xwe péçane ,û daketiye qada hunerbazan.Cegerxwîn  e ev, Cegerxwîné ku sé çar salan kém zéde hemtemené Hejar, Hémin, Ehmed Namî ,Osman Sebrî, Qedrî Can û Seydayé Tîréj …

Cegerxwîn jî  mîna Seydayé xwe Xanî  di destpéka nivîsîné de,sebebé nîvîsîn û hilbijartina kurdî/kurmancî, weha berpéþî me dike:

………………………………………
Wexté min dî qewmé kurdî pirr delal
Ew di név ehlé cîhan de bé heval
      Ba sexawet ba diyanet ba hiner
     Min li goþé lewhé qelbim kir xeter
Ko beyan kim esl û ewsafén di wan
Milk û hikm û padîþah û her zeman
       …………………………………..
      ………………………………….
Ez dizanim ehlé çend esrén beré
Bé teesib guh nade ne vé diré
      ……………………………….
      ……………………………….
Vé ji yaran hévî sed carî dikim
Zéde sed þukrî ji heqbarî dikim
    Ko hezar û sésed û hem çil û heþt
    Bu ji Mûsayé Hesarî ev niviþt(5)

Weke  ji ristén li jor jî diyar e sedemén Cegerxwîn û sersebebén Ehmedé Xanî kem zéde nézî hev in.

Dîsa jî, bo ku îro hinek ranebin û nebéjin ‘Xanî ji kurdî pé ve bi zarekî din nizanibû ku bi

Farisî an Erebî binivîse’,  péþiya vé lomeyé  bi yekkirina çarînén çar zimanî, dibire:


Hel lena min nî’metî weslil min nesîb
Ofîtadem ber deret béçare,sergerdan xerîb
Derdîmîn çoqluxu senden ote yok hîç bir tabîb
Ey tabîbé,min dewayé derdé Xanî her wîsal(6)


Cegerxwîné ku Xanî dike Seydayé xwe, di detpéké de  weke gellek kesén ku ‘xame ‘ di

‘ hibirdanka’ zimanén serdestan dakirine, ew jî xwe radikiþîne Erebî.

‘Kurmé’ zimané dagirkeran ne tené dikeve zimané meriv; bi demé re dil dikevéje, xwe li

xewn û xeyalén meriv radipéçe, û hédî hédî dinizile nava ruh, da kes û kesayeté wegurîne ber bi nasnameyeke din de,û  merivé jérdest bike kavilekî hîç î pûç.

Ji vé an ji wé, nivîskar û hozanvané ku di  destpéké de xwe ranekiþandibe Tirkî, Erebî, Farisî..nîn e. Di vé buwaré de Kurdén fere-ziman û fere-çand(!) yén ku bi zimané serdestan dinivîsin mînaka Cezayîr û Ýrlanda  derdixin péþ, û hehvdanén nîvîskarén wan welatan ji xwe re dikin palpiþt.

Ev babet ne mijara vé nivîsé ye, û jixwe gelek munaqeþe û guftûgo hatine kirin…


Ku em dagerin ser Cegerxwîn…me got ku Cegerxwîn jî xwe radikiþîne zimané Erebî.Lé Seyda xwe zû ji nava pençén vî ‘gurî’ xelas dike, li tevî kerwané Seydayé xwe Xanî dibe

Di gel vé ya, Cegerxwîn yek ji wan þa’irén kurmac e ku ji bilî kurmancî, bi kurmanciya jér, zaravé Sorî helbest lé kirine:Ev helbest bi jimarî 10 in di sé  dîwanén Seyda de;’Agir û Pirûsk’,’Sewra Azadî’û ’Kîme Ez’ de ne:



Nawî Kurdistan pir þewq û taw e
Gencineyî fikrim maneyî em naw e
……………………………………..
…………………………………….
Wezîfey xom her teblîxî kurd e
Le mirdû herçî dimîne nawe

Cegerxwîn gerçî seydayé kurd e
Ta ésta pesnî kesék nedawe(7)

Helbesta ‘Wezîfey Xom’ pesinnameyek e, bo þexsiyetek ‘alîceneb’ û ‘kerembala’  Elî Kemal-nav di helbesté de jî derbas dibe-bi Soraniyeke ku her kurmancîaxév tébigihije, hetiye nivîsîn.
Lé helbesta bi navé Zilmî Bégane Dibînim?
Ev helbesta bi soraniyeke sormancî me dibe salén 1960î, demén mamostetiya Cegerxwîn, di Zanîngeha Bexda, piþka Zimané Kurdî de…
Cegerxwîné ku wan deman bûbû endamé lîcneya sitendarkirina kurdî, li gel hemû érîþ û ariþeyén  rûdayî, em dibînin ku wî,  wé demé siberoja qewmekî di ser hemû bîr û boçûn, hizr û ramanén cur be cur én kes û derdorén bîrdoztndrew re girtiye; ‘miþara zimané kurmancî’’ bi çend nimûneyén kicik be jî guheztiye  zaré soranî:
 

Ey welatem pût û latem pîrî xemgînî te me
Rencberî lawanî tû me,peyké mizgîné te me
Ey welaté min pût û laté min pîré xemgîné te me
Rénckéþé lawé te me, peyké mizgîné te me
Gerçî kurdit pém delén ‘bé dîn û gawir’ pém xweþ e
Dîn û îmanim tû wî men dîn û bé dîné te me
Kurd çendî li peyminbibijin ‘bé dîn û gawir’ bi min xweþ e
Dîn û îmana min tu yî ,ez dîn û bédîné te me
Em perîþanî û zilet têk le iþqê tû exum
Pêm delên em þat û dîn e, rast e men dînê te me
Vê  perîþanî û ziletê tev bo eþqa te dixwim
Li dû min dibêjin þet û dîn e,rast e ku dînê te me
…………………………………………………
Tamî sebrem tamî sebr e tal û tûjî zor me xwar
Wa bi alem tal û tuj im çunkî þérîné te me
Tama sebra min sebra te ye tal û tûjî zor me xwar
Weha bi alémé tal û tûj im,ji ber ku þérîné te me
………………………………………………
Bes yekitî xweþ divêtin da ku têk serbest bibin
Men be qurbanê sera û,ala rengînê te me!
Bes yekitiyek xweþ divê,da ku tevserbest bibin
Ez bi gorî û qurbanê ser û ala rengîne me
Zilmî bégane dibînim wa li xakî tû dibî
Þuhretî dawe dielém men Cegerxwîné te me(8)
Zilma bésedem dibînim,ev li ser axa te dibe
Dawa rûmeta xwe dikim,ez Cegerxwîné te me(9)
Seyda, di helbesta ‘Zilmî Bégane Debînim’ de,li hember neheqî û bédadiya ku lé dibe de,

rasterast giliyé xwe digihîne welaté xwe; Kurdistan!û dibéje ‘ev zilm û tawanén ku li min dibin, li ser xaka te, ji bal xelké te ve tét kirin!

Baþ tét bîra min, di salén 70yî de çi li Bakûr çi jî Baþûré Rojava(Binxeté) hin kesan bi navtédana hin derdoran Seyda mîna mirivekî ‘xirrbûyî’, ‘gawir’,‘’ji ré’ û jidînderketî’ bi nav dikirin û bi vé yeké diçûn bi ser Seyda de!.

Lé, ew Cegerxwîn bû: Þa’iré welatekî bindest û gelekî jérdest bû.

Û wî, xwe qet weke mirovekî bindest nedît; di gel rewþa heyî ya siyasî, olî û civakî a kurdan, pénç pere bi nérîn û gotinén wisa nedan; béttirs, rasteras rast bîr û baweriya xwe bi réya helbesté radigihand civaka ku héviya xwe  bi welatekî azad û serbixwe ve girédabû!


Dilériya Seyda dilériyeke bépawan e.

Di dema mirina Faîk Békes (bavé Þérko Békes e) de zilma ku lé dibe ji bîr dike; li dû Békes dibéje,’Békes tu ne Bé kes î!


Eto Békes niye békes,kesit ew role û lawin
Kesit ew þox û þang û naz,û ew xuþkén belek çavin
…………………………………………………………
…………………………………………………………
Emin wan nakesan nakim be kes bo xwe ,heval Békes
Kesim wa her de zindanan,dikrin hawar keç û lawin(10)

Ji helbestþînnameya li jor zordiyar e , Seyda hewl daye ku bi soraniyeke nézî kurmancî

þi’ira xwe lé biké. Jixwe heta demeke néz  Soranî  û Kurmancî ne di rojeva Kurdan de bûn,û ji devla Soranî û Kurmancî,ev zarav bi Kurmanciya Jér û ya Jor bi nav dibûn…


Wekî  encam, wekî  peyva dawî: Qelemdarén kurmanc û sorî ketibûna pey liv û tevgera hozanvanén weke Cegerxwîn û Koyî, îro du zarav, du zaravén sereke yén yek zimanî ji hev evçend dûr nediketin, nedibûn sedemé gengeþî û guftûgoyén ku îro tén kirin, û dé béne kirin.


Arjen Arî

1. Kîme ez, Cegerxwîn, Wþ.Avesta.
2.Mem û Zîn,E.Xanî,Wþ.Hasad,Rp.60
3 .Em Zimané Kurdî Binasin;Wþ.Ens.Kurdî ya Stenbolé,Rp.11-12
4. 4.Mem û Zîn,E.Xanî,Wþ.Hasad,Rp.64
5. Kîme Ez, Cegerxwîn, Wþ Avesta.Rp.318-319
6. Kovara war,Jmr.3
7. Agir û PirûskWþ.Avesta,Rp 32
8. Agir û Pirûsk, , Wezîfey Xom, Wþ.Avesta,Rp117
9.A.Arî
10. Kîme Ez, Þîna Békes, Wþ.Avesta,Rp.102


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark