Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: TEKOŞÎNA SERDEMÊ

 

Abdulla Nûr Îmam
baveroni@yahoo.com   

   Guhertina cewherî di cîhanê de , piştî bidawîhatina şerê sar berî bêhtirî pazde salan, hêjt ku  lêvegerek nû bibe di Rojhilata navîn de ji encamên berî vê qûnaxê re, nemaze encamên yekemîn şerê cîhanî di wan bîst salên pêşin de ji sedsala çûyî


   Ji vir de , û li gorî rewşa cîhanî ya nû, û pêwîstiya avakirina sîstemek nû li cîhanê, hindek niherîn hatine pêşkêşkirin ji bo Rojhilata navîn, heya kombûna her heşt dewletên çêkirkar ên mezin berî du salan, û lihevkirina wan li ser projeya «Rojhilata navîn a mezintir – nû». Ango; guhertina ku tê xweztin ji vê deverê re, bû daxwazek cîhanî (navdewletî), zêdetirî ku berê ew guhertina daxwaza milletên Rojhilata navîn e.
   Loma , û ji ber ku Rojhilata navîn a nû divê bibe cihê aşitî û demokrasî û rêzgirtina mafên meriv, em dibînin ku rejîmên desaletdar ên sitemkar bûne kelem di riya vê projeyê de. Û li hemberî van rejîman berdewamdibin xebatên milletan ji bo guhertina democrat, ew xebatên ku li viyana navdewletî rasttên.
   Hîcar , çi karên li devera Rojhilata navîn dibin li dijî vê projeyê, ji karên tirskar (terrorist) û piştgiriya wan, û hemû hewildanên xerabkirina testên demokrat, çi li Îraqê an Libnanê.. piştgiriya wan dibe û pilan jê re çêdibin ji haliyê rejîmên sitemkar de ên ku cihê xwe nabînin – û cihê wan tunne ye – di Rojhilata navîn a nû de ku kar jê re dibe.
   Ango , çi bûyerên li meydanê û çi nûçeyên rojane ku em dibhîzin, dikevine warê encamên nêzîk ên tekoşîna di neqeba herdu hêzên li hember hev de li cîhanê bi gelemperî û di devera Rojhilata navîn de bi taybetî.
   Ji vê , û bêyî ku em gotarê dirêj bikin, em dikarin bibêjin ku ew tekoşîna berê ya di neqeba herdu haliyan de : Rojava û Rojhilat, îroj guhertin tê de çêbûye û li pêşiya me tabloyek nû hatiye vereşandin: tabloya tekoşîna di neqeba viyana navdewletî ji bo guhertina demokrat û rêzgirtina mafên merov ji haliyekî de, û ji haliyê din de jî viyana hêzên tirskar û paşverû û berêperest û rejîmên sitemkar, ên dixwazin biparêzin hebûna xwe, yan – bi kêmanî – temenê xwe dirêjtir bikin.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark