Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Hevpeyvîn: Mihemed Ismaîl; Bayê azadiyê nêzî kurdên Sûriye dibe

 


  

Hevpeyvîn: Hasan Dohogu û Miraal Ismail

Bêguman serhildanên îsal bandûr li ser bizava gelê kurd jî kiriye. Têkçûna rijîmên dîktatorî, serkeftina hêzên xebatkar û geşbûna fikrên dimokratî dibin sebebê xurtbûna hisên kurdayetî û hêzên siyasî li hemû parçeyên Kurdistanê.

Yek ji wan bandûrên berbiçaw kurdên rojavayê Kurdistanê ango Sûriye ne. Ji bilî serhildanên dewletên ’erebî, têkçûna rijîma Saddam Husseini li Êraqê û herwiha ezmûna dewleta herêma Kurdistanê bandûreke xurt li ser rewşa gelê kurd li Sûriye kiriye.


Mixabin, pirsgirêka kurdên Sûriye di midyayê de kêm cihê xwe digre. Bi taybet li Ewropa yê kêm kes dizanin ku zêdeyî 2 milyon kurd li wî welatî hene û gelê kurd berxwe dide ji bo bidestanîna mafên netewî li wî welatî. Rijîma Beşar Esedi û bawê wî zêdeyî 40 salane bi her awayî hewl dane dengê netewa kurd li wî welatî bifetisînin.  Partî û rêxistinên kurdî bi awayekî weşartî xebata netewî dimeşînin û hewl didin mafên gelê kurd di çarçîwa welatê Sûriye de bi dest bînin.

Me ji bo nasandina pirsgirêka gelê me li Kurdistana Sûriye, rewşa bizava kurdî û bandûra serhildanên rojhilata navîn li ser wê û her wiha xebatên hêzên kurdî bo bidestanîna mafên netewî li wî welatî, hevpeyvînek1) li gel birêz Mihemed Ismaîl (wêneyê serê), endamê mekteba siyasî ya Partî Demokratî Kurdî li Sûrî (PDKS) ango al-Partiyê kir. Em di wê babetê de xalên giring yên wê çawpêkewtinê belaw dikin.

Kurdistan.fi: Birêz Mihemed Ismaîl em gelek sipas ji we dikin ku di rewşeke wiha de we karî zemanekê terxan bikin ji bo wê hevpeywînê. Em hêvîdarin ku bi wê hevpeyvîne bikaribin rewşa gelê me li Sûriye û xebata bizava kurdî ji bo bidestanîna mafên netewî bidin nasandin. Bi kerema xwe bi kurtî xwe û rewşa gelê me li Kurdistana Sûriye ji bo xwendewanên me bidin nasandin.

Mihemed Ismaîl: Navê min Mihemed Ismaîl, endamê mekteba siyasî ya Partî Dimokratî Kurdî li Sûrî (Al-partî) û her wisa ez endamê Berey Dimokratî Kurd li Sûriye, ku ji 3 partiya bi navên PDKS, Partiya Nîştimanî Kurdî li Sûriye û Partiya Wekhevî Dimokratî  kurd li Sûriye, pêk tê. Her wisa ez endamê lijna Bawernama Şamê li bo guhertina nîştimanî û dimokratî di hindurê Sûriye da me, ku ji rêxistinên ’ereb û kurd û aşûrî û hemî layenên siyasî di hindurê Sûriye de pêk têt.

Hizrên netewî di naw kurdên Sûriye de gelek xurtin û em şanaziyê bi wê dikin. Girêdanên netewî yên gelê kurd li Sûriye bi belawkirina kovarên Stêr û Ronahî ku ji aliyê Mir Celadet û Kamiran Bedirxan we dihatin weşandin, dest pêkir û bi damezirandina komela Xoybûnê berdewam kir. Partiya me, PDKS, wek yekemîn hêza siyasî ya kurdên Sûriye di 14ê hezîrana 1957ê hat damezirandin. PDKS li ser rêbaza Partî Dimokratî Kurdistanê, ku berê li Îranê û Êraqê û piştî wan li Sûriye jî hat damezirandin, xebatê dike. Damezirandina partiyê xebata kurdî ji asta rewşenbîrî gihande asteke siyasî. Ji wê demê pêwe gelê kurd tûşî tengayî û mercên dijwar bûye. Piştî demekê perçebûn di nav partiyê de çêbûn, lê di sala 1970ê de yekemîn kongera netewiya kurdên Sûriye, li bin sîbera Partî Dimokratî Kurdistana Êraqê û rêbaza Mela Mistefa Barzaniyê nemir çêbû, û partî bû yek. Piştî demekê li ber mercên zehmet û fikrên cawaz partî car din perçe bû, lê em her li ser rêbaza xwe mane.

Piştî herifîna Yêketiya Soviyetê û serhildana Kurdistana Êraqê di sala 1991ê mêjiyek nû ji kurda re pêk hat. Alî û partiyên kurdî xwe nêzîkî hevudu kirin. Partiyên kurdên Sûriye hemû ne yekin, lê niha 11 partî wek komîteyek bi hev re kar dikin. Ew bûye maweyê yekdengî û yekrêziya aliyên kurdî li ser rûdaw û tiştên ku di wê nawçê de tên kirin.

Peywendiyên me hem li gel netewa me û hem jî li gel opozîsyona Sûriye başin.  Em weku serkirdayetiya partî her tim di naw netewa xwe da bûne. Em şanaziyê bi wê dikin. Rijîma Sûriye taybetmendiyên gelê kurd wek metirsiyeke mezin li dijî hebûna xwe dibîne. Rijîmê bi awayeke nijadperestî gelek kiryarên xirab li dijî me û netewa me kirine, lê hetanî niha me bi şîweyekî aştiyane û dimokratiyane xebat kiriye. Tevgera siyasî ya kurdî peywendî bi gelê kurd li hemû şar û şarûçke û gunda heye. Îro astê siyasî û rewşenbîrî û kurdîtî ya gel gelek başe.
Kurdistan.fi: Problemên serekî yên gelê kurd li Sûriye çine û çi daxawazên we ji desthilatdarên Sûriye hene?

Mihemed Ismaîl: Em neteweyk cuda ne di hindirê Sûriye da. Diwê bawerî bi hebûn û mafên netewa kurd bê. Rijîm û desthilata Sûriye bawerî bi wê yekê nake. Welatên pêşkewtî bawerî bi mafên ajela jî hene, lê li wî welatî mafên neteweyekê bi giştî tên binpêkirin. Îro bi hezaran mirov li Sûriye hene, ku nasnama wan nîne. Çend roja berê Beşar Esedi di dîdara televisyonî de got ku kurd beşekin ji komela ‘erebên Sûriye. Ew me wek netewe hesab nakin yanî wan bawerî bi hebûn û mafên me nîne.

Ji bilî wê, rijîmê gelek tengavî xistiye jiyana netewa kurd. Li dewerên ku kurd lê dijîn, çaksazî û xizmet di astekî gelek kêm dene. Kurd nikarin karên dewletî werbigrin. Berpisyarî û karên di astên bilind di naw dewlet û artêşê nadin kurdan. Di naw 50 salên çûyî de jiyana gelê kurd li her warî de asteng kirine û wek dujmin ji kurdan dinêrin. Kurdan wek dujminê netewa ‘ereb hesab dikin û ji ber wê mafê me yê pêşkewtinê nîne. Li gorî siyaseta rijîmê em gere di aliyê rewşenbîrî û siyasî û zanyarî paşde bimînin. Ew rê li ber pêşweçûna aborî jî digrin.

Li ber wan sebeban em wek kurd ji rijîmê nerazî ne. Ji aliyê din em dibînin ku 22 milyon Sûrî daxwaza gorînê dikin û dibêjin desthilatdar yekta û dîktatore, û zordariyê li gişt hemwelatiyan dike. Em dengê xwe tewlî hemû Sûriyan dikin û banga demokrasî, wekhewî û pêkanîna yasayên nû ji wî welatî re dikin.

Her wisa taybendmendiya me heye. Em netweyek cuda ne. Em dibêjin ku pêdiwî ye destûra bingehîn ya Sûriye kurd wek neteweyek û beşeke bingehîn ji komelgeha wî welatî nas bike û rêzê ji bo mefên rewa yên me dabinêt.

Kurdistan.fi: Danustandinên we li gel partî û rêxistinên di opozîsyona Sûriye de çawanê? Hûn di çi waran de hewkariyê li gel hevudu dikin?

Mihemed Ismaîl: Di opozîsyonê de hemû reng peyda dibin. Ew jî cûrbicûrin û hemû ne yekgirtîne. Danûstandinên xurt li gel opozîsyona Sûriye bi serhildana Qamişloyê di sala 2004an destpêkir. Yekrêziya netewa kurd di wê berxwedanê de bû sebebê wê yekê ku opozîsyon rêzê ji tevgera siyasî ya kurd bigre. Opozîsyonê hêza siyasî ya gelê kurd di wê serhildanê de dît. Ew serhildane ji aliyê gel we destpêkir û me tê de 27 şehîd dan. Tewgera siyasî ya kurdî çi di warê siyasî de û çi jî di warê logîstîkî arîkarî û piştîwanî li wê serhildanê kir.

Me di gel hêzên opozîsyonê di 17.1.2005 “Meclis Tensîq Wetenî”2) wate Encumena Sazkirina Niştimanî çêkir. Ew despêkek baş bû û paş wê me têkilî berfirehtir kir û “Bawernama Şamê”, ku jê re dibêjin I’lan Dimişq liltexyîr al-wetenî al-dimuqratî 3), me bi hew re saz kir. Ji bilî aliyên ‘erebî, 7 partiyên kurdî tê de ne. Her wisa “Munezema Aşûrî”, ku aşûriyan temsîl dike, tê deye. Wekî din partiyên netewî yên ‘erebî, teverên ayînî û aliyên lîberal û marksî jî cihê xwe tê de digrin. Ew tişteke giring bû ku di hindirê welateke wekî Sûriye aliyên wisa cawaz bigihîjin wê yekgirtinê.

Ji bo pirsa kurdî di wê peymanê de du xal hene. Yek jê bawerî bi hebûna netewa kurd û dudu çareserkirina pirsgirêka kurd li Sûriye bi şêweyeke dadperwerî û dimokratî di naw çarçêweya yekitiya welatê Sûriye de.

Ew gava han, ku di 2007an de, çêbû tiştekî zor giring bû. Aliyên ku bi salan bi şowenîstî û nijadperestî hatibûn perwerdekirin û heya wê demê jî di programên xwe de netweyên din nasnekiribûn, karibûn li gel me jî bikewin heypeyvînê û peymana girêbidin.

Meh û nîw berê niha civîna “Heyet Tensîq Wetenî” çêbû, ku ez bixwe jî tê de amade bûm. Di wê civînê de ew soz û peyman hatin nûkirin. Em wek nûnerên netewa kurd li Sûriye naxwazin hêj xwe girêbidin bi hikmê zatî (autonomî) yan jî federaliyê. Pirsgirêka kurd gereke li gor daxwazên gelê me û bi rêya aştiyane li ser mêzê hevpeyvînê bêt çareserkirin. Bi fikra me, bawer anîna opozîsyona Sûriye bi hebûna netewa kurd û mafên wê û amadebûna wan ji bo xistina wan mafane di naw destûra welat de, dibe mayeyê çareserkirina pirsgirêka kurdî di hindirê Sûriye de.

Em niha benda rûniştina çarsalane ya rêxistinên di nav Bawernama Şamê de ne. Pêwiste di wê runiştinê de hindek biryar li ser kêşeya kurdî bên dayîn. Bawerîanîn bi hebûna netewa kurd wek hêzeke serekî di nav Sûriye de, nasîna wan wek neteweyek li ser axa xwe û yasayîkirina wan biryaran amancên me yên serekî ne.

Di naw opozîsyona Sûriye de 3 hêzên serekî hene. Yek ji wane grupa Beyannama Şamêye ye. Hêza din “Heyet Tensîq Wetenî” ye, ku hêzeke netewî ‘erebiye. Ew girêdayî bi rêbaza Gamal Abdel Nasser ê serokkomarê berê yê Misrê ne û di gelek babeta de dijayetiya netewên din dikin û carna cawaziya wan li gel hizba Be’isî nîne. Kurd jî yek ji hêzên serekî ne. Nizêkbûna opozîsyona Sûriye carna girêdayî lawaziya wan û xurtbûna me ye. Em winê baş dizanin, lê ji bo bidestanîna mafên xwe, em wek bizava siyasi ya kurd hewl didin wan sê hêzane nêzîkî hew bikin.

Kurdistan.fi: We kurd wek yek ji sê hêzên serekî di opozîsyona Sûriye de dan nasandin û ji aliyê din we got ku 11 partiyên kurdî yekgirtî ne û wek yek komîte kar dikin. Gelo hemû partiyên kurdî di naw wê yekêtiyê de cih digrin? Xebata hêzên yekgirtî çawa bi rê we diçe?

Mihemed Ismaîl: Partiyên kurdî yên herî mezin di naw wê yekgirtinê de ne. Kurdan 6 partiyên din jî hene, ku derewey wê rêkewtinê ne. Ew partî biçûkin û dixwazin bikewin nav wê yekgirtinê, lê nakokiya di nawbera partiyên ji naw û derewey wê yekgirtinê bûye sebebê tengasî yê.

Bi wê yekgirtinê me kariye wek yek hêz nûneriya gelê kurd li Sûriye bikin. Civîn û kongerên kurdî li her derê çêbin, ger yek ji wan 11 partiyane amade be, ew bi dengê hemûyan beşdariyê dike. Ew yêketiyê hêzeke xurt daye me. Bi wê giranbûnê em dikarin ji aliyê netewî biryarên serbixwe bidin. Hem opozîsyon û hem jî rijîm ji xurtbûna me agahdarin. Rijîm bi rihetî nikare çek û teqemeniyê di cihên kurda de bikarbîne.
Siyaseteke baş heta niha me meşandiye. Rijîmê dixwest bi me re hevpeyvînê bike. Wan balafir şandin Qamişloyê û em dawetkirin ji bo hevpeyvînê,  lê kes ji me neçû dîdara Beşar Esedi. Em bi hêsanî 22 milyon Sûriya ji xwe naxeyidînin. Em rê nadin ew me bikar bihînin û derbixin pêşa medyayê, ku netewe û opozîsyona Sûrî ji me dûr bikewin. Me tu qazancên netewî di wê dawetê de nedîtin û ji ber wê me beşdarî nekir. Em jî wek hemû Sûriyan bang dikin bo azadî û dimokratî û wekheviyê di hindirê Sûriye de û daxwaza pêkanîna yasa û destûreke hêja ji bo wî welatî re dikin.

Ji aliyê din wek tevgera siyasî ya kurdî me hêj biryara serhilanê nedaye. Me gotiye em dê zemanekê têkilî wê bibin, ku bikaribin dem û cih bixwe nîşan bikin. Bi wî awayî em netewa xwe ji kuştin û xirabiyê diparêzin. Li bajarên wek Dera û Hemayê gelek kesên di naw desthilat û artêşê de piştgiriya serhildanê dikin. Li bajarê kurdan em bi tenê ne û desthilat bi her awayî dijî me ye. Serhildana Qamişloyê û yên berê wê wek ezmûnek li ber çawên mene.
Kurdistan.fi: Piştî despêkirina serhildana îsal heya niha rijîma Be’is du biryarên giring dane, ku peywendî bi doza gelê kurd we jî hene. Yek ji wan ewe ku rijîmê biryar da nasnamê bide ew kurdên bê nasname û ya din ewe ku partiyên siyasî bikaribin bi azadî xebatê bikin. Gelo ew biryarane hatine bi cih anîn? Bandora wan biryarane li ser doza kurdî çiye?

Mihemed Ismaîl: Belê, raste. Wegerandina nasnama destpêkiriye û geleka jî kariye nasnameya xwe werbigrin, lê mafê kurda ne tenê nasname bû. Kurda berê nasname hebûn. Rijîma Sûriye berê 49 salan nasnameya beşek zor ji kurdên Sûriye lê stand û îro nasnama ji wan û zarokên wan wedigerîne. Ewên nasname jê hatibû standin gelek zehmetî di wan salan de kişandin.

Ew kiryareke xirab bû li dijî netewa kurd. Rijîmê hemû mafên insanî ji wan girtibûn û îro mecbûr man wan mafane ji wan re wegerînin. Ji aliyê din em daxwaza mafên netewî dikin. Wegerandina nasnameyên kesayetiyan nayê wateya dana mafên netewî.

Girtina nasnama yek ji kiryarên xirab bû ku ji aliyê rijîma Sûriye hatibû bicîhkirin. Nimûneyên din wek kêşeyên zewiya, kêşeyên aborî, kêşeyên rewşenbîrî, kêşeyên navên gund û şar û cihên din û gelek kêşeyên wiha hene. Ew kiryarên xirab pêwîste bi tewayî bên çareserkirin. Em bi wan re bazarê nakin, ne li gel rijîma Sûriye û ne jî li gel opozîsyonê. Axaftina me li ser mafên netewî û hebûnê ye.

Ji aliyê din yasaya ji bo serbestkirina partiyên siyasî, partiyên kurdî di naw xwe de nagire. Li gorî wê biryarê partiyên regezî (‘erqî, itnîkî) nikarin bên damezirandin. Yasaya nû rê dide ‘ereban partiyan çêbikin, lê kurda û kêmnetewên din ew mafe nîne. Em wek kurd ji wê yasayê nerazî ne.

Bi wan biryaran rijîm nikare xwe ji ew mêjiyê teng xelas bike. Rijîm hêj nikare çawên xwe weke û wan rastiyan bibîne. Di wê serdema globalîzmê de rûdanên giring di wê nawçê destpêkirine. Bayê aştî, wekhewî û dimokratiyê gihiştiyê êre jî û rijîm nikare beriya wê bigre.

Kurdistan.fi: Berê niha hêzên opozîsyona Sûriye çend caran li Turkiye civiyane? Ta ew cihê em dizanin kurd beşdarî wan civînan nebûn. Sebeb çibûn?

Mihemed Ismaîl: Partiyên kurdî beşdarî li kongereyên Istanbul û Izmirê nekirin. Ger em, weke partiyên siyasî kurdî, beşeke giringin ji civaka Sûriye bin, gere çi kongere bê beşdariya me çênebin. Ger kongere çêbe, gere em yek ji aliyên damezirandin û birêwebirina wê bin. Em gere di wan civînan de wek şirîk bên hesabê, ne wek mêvan. Em amadene bes binavê tevgera siyasî ya kurdî beşdarî wan civînan bikin. Rola tevgera siyasî ya kurdî, nerîna wê, belgenama siyasî ya wê û taybetmendiyên wê pêwiste li ber çaw bên girtin. Em naxwazin ku dewleteka wek Turkiye destê xwe li ser serê hineka bîne û wan li ser hisaba opozîsyon û netewên li Sûriye xurt dike û em ji wan re çepika lê bixin û pîrozbayiyê li wan bikin. Ew kongerane hemî di bin kontrola dewleta Turkiye derbaz dibin û li ber wê, me wek tevgera siyasî ya kurdî, û teyarên lîberal û marksî xwe li wan dûr ragirtiye. Çend keseyetiyên kurd bi navên xwe, ne bi navê hêzên siyasî beşdarî di wan civînan de kirin. Bi baweriya me ew şexsane nikarin çi faydeyekê  ji wê rewşê bigrin.

Kurdistan.fi: Bêguman serhildanên îsal gorînan di naw Sûriye de wê çêkin. Du rê li ber Sûriye hene. Ya desthilata niha wê karibe serhildanan bifetisîne û li ber raya giştî hindek reforman dê çêke. Rêya dûyê ewe ku rijîm têk biçe û desthilateke nû bê ser kar. Raya we li ser dûwaroja Sûriye çiye? Pirsgirêka kurdî dê çi jê bê?

Mihemed Ismaîl: Îro ew rûdanan seranserê Sûriye girtiye. Li her cihekê kuştin û tengavî û zehmetî navbera herdu laya de gîhaye asteke bilind. Heta îro nêzîkî 3000 şehîd hene. Belkî 2000 wundabûyî hene. Zêdeyî 25000 girtî di zîndana de ne. Derbiderî di naw welat de çêbûye û hinek jî çûne derwey sinûran. Hemwelatiyên Sûriye di rewşeke giran de dijîn. Bawerî bi rijîmê lawaz bûye. Tenya tiştê ku rijîma Sûriye li ser linga ragirtiye mercên nawnetewî ne. Heta niha Yêkgiriya Ewropa, Emrîka û Welatên Yekgirtû biryarên xurt li gorî demê nestandine. Li ber wê rijîmê rêya tund û tîjî yê li ber girtiye û hewl dide bi guherînên biçûk kêşeyê çareser bike.
Ew fikra ne li gor pêwîstiyên Sûriye ne. Xelkê Sûriye îdî wê qebûl nake. Rastiyê bixwazî rijîm di 15ê adarê heya niha hatiye guhartin, lê ew bes nîne. Gorîn ne li gorî serhildanê û ew qas şehîd û fedakariyên wî xelkî ne. Ew bersiwa daxwazên hêzên siyasî nadin. Mixabin rijîm ji bilî tund û tîjî û hêrişên li ser xwepêşandana tu rêyên din nizane ji bo çareserkirina pirsgirêkan. Li ber wan sebeban em bawer dikin ku xwepêşandan li gorî mercên nawnetewî dê berdewam bin. Ger hêzên nawdewletî arîkar bin û karibin piştîwaniya xelkê sivîl bikin, xwepêşandan dê xurttir bin û rijîm nikare berdewam be. Ji aliyê din mercên nawnetewî dikare bi rêya artêşê bibe arîkar ji bo guherîna sîstema rijîmê di naw xwe da.

Di herdû hêlan de jî em wek netewa kurd ji hemû layenan, ji desthilatê re û ji miletê Sûriye, ji hemû layenên siyasî û dewletên dewrûber û derwe, dibêjin bê çareserkirina pirsgirêka kurdî li Sûriye, ne mumkine emn û aramî li wî welatî cih bigre. Xwastekên netewa kurd dijî berjewendiya netewên din li Sûriye û welatên cîran nînin.

Kurdistan.fi: Bi dîtina we çima hêzên nawnetewî û dewlên cînar naxwazîn rijîma Sûriye bê guhertin? Çi tişt pêwîste bê kirin ji bo ku ew piştîwaniya wê guherînê bikin?

Mihemed Ismaîl: Bi baweriya me ew ne dijî guherînê ne. Ew guherînê dixwazin, lê dereng mane. Sebeb û mebestên wê direngiyê gelekin. Welatê Sûriye ketiye cihek stratijîk di wê nawçê de. Ew ketiye nawbera Israel, Lubnan, Urdun, Turkiye, Îran û Êraqê. Mesele û pirsgirêkên wê hene li gel hemû welatên cinar de. Berjewendî û xwastekên wan welatane diwê berçaw bên girtin. Çareserkirina kêşeya Sûriye nabe bibe sebebê kêşeyên nû di naw wan welatan de. Ji aliyê din berjewendiyên wan welata nabe bandûreke zêde li ser dûwaroja Sûriye hebe. Ewe merceke serekî ye.
Ji aliyê din bi nêrîna min opozîsyona Sûriye wek pêwîst ne yekrêz û yekgirtiye. Ger ew sê grupên serekî karîban di nav wan şeş mehên bûrî de xwe ji hew nêzîktir kiriban, niha mercên nawnetewî jî di asteke din de bûn.
Yek ji rêgirên serekî Îrane. Têkçûna rijîma Sûriye pirsgirêkên mezin di berjewendiyên Îranê de çêdike. Ji ber wê yekê Îran bi şêweyekî aktîv piştgîriya rijîma Sûriye dike. Ji bo wê yekê Îran dewletên Xelîci ditirsîne û bazarê bi rûdanên Behrînê dike.
Sebebeke serekî dewletên ‘erebî bixwe ne. Ew naxwazin rijîmên wek wan dîktator zû bên guhertin. Ew dizanin ku piştî têkçûna dîktorekê dibe nûbeta yek ji wan. Bi wî awayî ew dixwazin wexti qazanc bikin ku karibin kêşeyên xwe çareser bikin.
Pirsgirêka Sûriye ji Turkiye re jî gelek giringe. Me 850 kîlometr sinûrên hawbeş hene. Turkiye ji kêşeya kurdî jî ditirse û naxwaze Sûriye jî weke Êraqê lê bêt. Çênabe ger 3 milyon kurdên Sûriye mafê xwe werbigre û ew bandûrê nexe ser kêşeya nêzîkî 30 milyon kurdên Turkiye.

Her wisa pirsgirêkên aborî û dabînkirina xercên wê guherînê jî gerek bên çareserkirin.


1) Ev hevpeyvîne bi rêya Skypê di 27ê tebaxê ji aliyê Hasan Dohogu û Miraal Ismail i hatiye kirin. Birêz Mihemed Ismaîl ji hindirê Kurdistana Sûriye beşdarî wê hevpeyvîne bû.

2) مجلس التنسيق الوطني

3)إعلان دمشق للتغيير الوطني الديـمقراطي 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1.66
Bi Tevahî Deng: 6


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark