Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Rijêm dirûxe yan bi ser xweve tê (beþê yekem)

 


Melevan Resûl

Di dirêjahiya vê qûnaxa rûdayî de û bûyerên xemgîn li ber cavê gerdûnê pêkve li dar dikevin  , gelo ma wê rijêm birûxe yan wê xwe ji kansêra vê janê bi awakî derxîne ?
Bersiva vê pirsê di himêza siyasetvanên Sûrî (bi giþtî) de dimîne û li benda helwesta tevgera netewa kurdî dimîne .


1-    Heger na be (na rûxe) gelo wê opzisyona Erebî çi sûdê wergire û li ser hesabê kê , fatoreya lehya xwîna bêgunehan û bi çi encamê ji herdu layan ve were dayin ? rexê din ji pirsê gelo ma wê bazar dîse wekî carikê caran kurd tepeser bibin û di qoziyên jibîrkirinê de bimînin ? 
2-    Heger erê be (birûxe) dîse heman pirs xwe dubare dike lê bi þêweykî dî , wê desthilat kî be û xwedanê çi projeyê ji boyî welatê Sûrî xwedan beryar û helwest be , nemaze derbarê mafê netewên pêkhatîna civaka Sûrî dixemilînin û bi taybet netewa kurd , gelo ma projeya di destê bizava kurdî de qey xwedê daye yan hîna di zikê makê de hîna sîsike û nemeyî ye .
Di baweriya min de ev herdu pirs rewa ne û bersivên xwe bê westan digrin , (kerê kor jî bîr dibe) , lê ya ku ji me kurdan ve bi giþtî nediyar ew projeyên nehênî û paþdîwar di navbera hêzên xwedî neqþe û sînaryo di wênekirina diruþmên nîgarkiya formên hevdadan a berjewend û hevspartin a pêgihana civakek bê helwest û qurmiçî ji rah û kokê xwe ve birrî , her çendî ku gelên rojhilat hîna bihna azadiyê li difna wan nexistiye û her demî di bin çewsandin û merçiqandinê de bê kesayet mane , dibe ku azadiyek seqet helmiþte û ji rewþa derûnî baþtir bibe  , lê guherîn ti carî bi çend ampolên vehesîna can çareser nabin , belkî ew ji azara kuþtin û piþaftinê heta qûnaxekî rizgar dibe , lê ti carî nikare  yan rê jêre venabe ku xwe bi asta gelên pêþverû ve bighîne , her daxwaz ewe ku pirsên giran bê çareserî bimînin da ku dûvikî û peyetî li dar û dest berdewam bike ,
Insiyatîfa çareseriyê nakeve destê hemwelatiyan , nimûne ji desthilatên li derdorê welatê Sûrî balkêþin , ji layekî Tirk çawa ketine rêzê û xewnên xwe þiyar dikin , bi erêkirina hêzên bênavkirî di paþ deryan de û xwedanê  insiyatîfê di beryara guherînê de , da ku pêþengiyê bike û rê ji xewn û xeyalên wê re vebin heme heger xwest û carek din bi þêweyekî ji þêweyan li Imperatoriya Osmanî vegere ew nabe alozî bi taybet ji Emerîka re .
Rolek dewleta Tirk (tevî dewletên Sinî) di vehûnana nîgara Sûrî de tê pejirandin , di nava pirojeya dewleta Tirk de gelo wê çi mafê kurdan hebe ? .
Heta bi qûnaxekî dewleta Tirk karî xwe bi alema islamî bide pejrandin , evê yekê hêla ku Iran mando bibe û gotinên xwe zirz bike , ji lew rejîma Tirk bi hevpeymanekî karî rejîma Iranê bi xapîne û li hevkirina bi desthilata Iraqê re bikeve diyalogê û bi hevre û bi erêkirina Emrîka  beryara li darxistina þer li hember bizava rizgarîxwaz a netewa kurd li bakur û li rojhilat dest bi tunekirinê kirin , bê ku civaka navnetewî û heta gerdûna gardenazad li gor sincê mirovan tev bigere  , mebest ji van kiryarên kirêt û dijmirovan li tu welatî nebûye û nabe , gelo ma qey eve buhara azadiya miletan ya ku Ewropa û Emrîka propagendiyê jêre bi þev û roj dikin .
Pirsa giringtir ewe : gelo ma me kurdan heta çi redeyê xwe li gor pîlanan amade kiriye û çiqasî em dikarin bersinga wê bigrin ?
Metirsîn ne tenê li ser beþekî welatê kurda ye , ji lew hêja Mas''''''''ûd Barzanî di kongireya vê dawî yê de bang li hêzên Emrîka kir ku hêzên xwe û  Iraqê bihêle heta demek dî , bi rastî jî hemû parçên kurdistanê di metirsînê de ne , derdor hemî li benda nêçîrê û hereþekirinê ne , tu carî rijîmên heremê û heta cîgirên payinkirî ji opzisyonê naxwazin çirîska ronahiyê li kurdan bide .
Ev di astê netewa kurdistanî de heye , miletê kurd li Sûrî ji vê pîlanê ne bêpare , ji lew Ardogan dibêje : kêþeya Sûrî gengeþeyek min ya navxweyî  ye , her weha rijêma Iranê naskiriye çiqas bi rijêmê me hevbendin û tevlî Hizbulah û Malikî û heta tevgera Hamas bi destekdana Rosiya çîn û …. , yaku ji hemuyan giringtir helwesta Israîl ya ku hîn cîgirek baþtir nedîtiye û bi rengekî ji rengan  rijêma Sûrî diparêzê dike û naxwaze birûxe .


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark