Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ji Qamiþlo Em 70 Saliya Dr. Eskerê Boyîk pîroz dikin

 


  Konê Reþ

   Berî çend rojan min di Netkurd ê de gotarê mamoste Wezîrê Eþo yê bi navê: (Nivîskar û zanyarê Kurdî bi nav û deng; bi nûnesebeta 70 salîya Eskerê Boyîk), xwend, pêre pêre mamoste Eskerê Boyîk û hatina wî a Qamiþlo, di bihara 1990 î de hat bîra min. Û wiha ez di nav pêlên bîranînên xwe de, li hatina wî û a çend rewþenbîrên me yên Sovyêta berê a bajarê Qamiþlo vegeriyam.


Bi hatina Dr. Celîlê Celîl a pêþîn ku di havîna 1982 an de bû, derî li ber nivîskar, helbestvan, lêkolîner û rewþenbîrên Kurd ji Sovyêta berê, vebû û ronakbîrên Kurd ji Ermenistanê wek: Dr. Ordîxanê Celîl, Celîla Celîl, Dr. Tosinê Reþîd, Eliyê Ebdulrehman, Tîmorê Xelîl û Eskerê Boyîk ku hatina wî di bihara 1990 ê de bû li me bûn mêvan.
   Di adara 1989 an de min û hevalê xwe Abdulbaqî Huseynî, kovara Gurzek Gul diweþand, her ku yek van ronakbîran dihat me xwe digihandê, me alîkarî pêre dikir û me sûde ji serboriya wan werdigirt.. Dema ku Dr. Eskerê Boyîk di bihara 1990î de hat Qamiþlo û li me bû mêvan, ez û Abdulbaqî wek redakisyona kovara Gurzek Gul me xort dane hev û jêre þevbuhêrkek li mala Abdellê Misto, xezûrê Abdulbaqî pêk anî. Di wê þevbuhêrkê de, camêr ji me re li dor rewþenbîrên kurd li Ermenistanê axifî û hin helbestên xwe ji me re xwendin.. Hingê du dîwanên wî pêre bûn, yek bi navê (Kulîlkên Çiya) û yek bi navê (Þiverê) bû, lê mixabin ku herdu jî bi tîpên kirîlî bûn.. Hingê jî gelekan ji me helbestên xwe jêre xwendin.. Ez û Abdulbaqî jî di nav de bûn.. Dawî camêr helbestên me dene hev û bi xwe re bîrin Yêrîvanê, da ku wan di rojnameya Riya Teze de belav biket.. Piþtî çend heyvan ji çûna wî, rojekê hevalê me rehmetî Ferhadê Çelebî rojnameya (Riya Teze) da destê min û got: Va Eskerê Boyîk du helbestên te di rojnameya (Riya Teze) de weþandine.. Hingî kêfa min gelekî bi belavbûna wan helbestan re hat .. Hêjî ew rojname li cem mine, hejmara wê No: 62(4320), roja þemiyê 4ê tebaxê sala 1990ê ye.
   Dema ku Dr. Eskerê Boyîk li Qamiþlo bû, me bi navê Gurzek Gul hevpeyvînek pêre li darxist, ew hevpeyvîn di kovara xwe Gurzek Gul, hejmara 8/9 an sala 1990ê de hat weþandin, di gel qabên herdu dîwanên wî: Kulîlkên Çiya û Þiverê.
   Bi rastî, bi hatin û dîtina van ronakbîrên Kurd ji Ermenistanê, çavê me vebû û em ji berê bêtir li ser nivîsandina bi zimanê Kurdî gurr bûn û wiha hezkirina zimanê Kurdî ket xwîna me de..
   Sebaretî min, min ji tevan sûd wergirt û hezkirina zimanê kurdî bi min re mezin bû. Belê bêtir ez ji Dr. Celîlê Celîl fêrî danheva zargotina kurdî bûm.. Ez wî wek mamostayekî ji xwe re dibînim, di warê eþq û danheva folklorê kurdî de..
   Bi helkeftina ku di roja 31 ê tebaxa îsal de (2011), Eskerê Boyîk (Askiyar Broyan), derbasî temenê xwe yê 70 salî dibe, kefxweþ dibim ku salên jiyanê yên tên lê pîroz bikim û van herdu helbestên wî, yên ku berî 21 salê me di kovara Gurzek Gul de belav bûne ji xwendevanan re bikim diyarî, di gel temenekî dirêj bo nivîskar û helbestvanê Kurd Dr. Eskerê Boyîk di xweþî û geþiyê de û bi hêviya berhemên nû, yê ku ez herdem wan dixwînim û bi wan kêfxweþ im.

Qîzî Kurda
Qîzêd çiyayê me
Mîna xezala kubar in
Mîna Xezala kûvî ne
Mîna kulîlka delal in
Mîna kulîlka rengî ne
Mîna kaniya zelal in
Mîna kaniya safî ne
Qîzêd çiyayê me.

Roja Bûyîna Te
Min kulîlkê çiya anîn te re
Pêþkêþ..
Te got: Wê vandera bikne qirêj..

Konê Reþ
Qamiþlo, 28.08.2011


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark