Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: PYD çi dike?

 


Qado Þêrîn

Eger kurd ji kiryarên pyd yên ku di çalakiyên ciwanên þoreþê de dike razî bin, kêfxweþ bin, ez jî bê dudilî tev li wan kiryaran dibim, lê eger ne wisa be, dêmek pyd ji qestî rêz û yekîtiya kurdan têk dibe û berevajî pêlên jiyanê avjenînê dike.
Li Dêrka Hemko, Serê Kanyê, Dirbêsiyê, Kobanê, Amûdê û li Qamiþlo ta ana ciwanên þoreþê daxwiyanî ragihandine û gazinan ji kiryarên pyd dikin(linka li jêr bitikîn-bi erebî ye), mixabin gazinan ji birayên xwe yên kurd dikin.


 Bi gumana min ew kiryar û li dij ciwanan derketin, qet xizmeta pyd û pyd wek partiyek kurd nakin, belê rasterast û yekser dikeve xizmeta dijminên kurdan.
Sê tiþt yekîtiya kurdan diparêzin; xaka Kurdistanê, sirûda netewî û ala kurdî ya ku her kes dizane bê çilo û çawa ye. Bi gumana min pyd jî zane bê çilo û çawa ye, lê bê þek di îna çûyî de ji qestî alek ku ne ala rengîn bû, belkî ya êla Bamum a li Kameron bû bilind kiribû, û bi hildana ala ku mîna ya Kameron bû ji hêla alê ve yekîtiya kurdan têk bir. Ev jî li bejna pyd wek partiyek kurd nayê.
Ji hêleke din ve, li tevaya Sûriyeyê navê îna borî: ‘’îna neviyên Xalid ji bo yekîtiya niþtimanî’’bû, tenê hevalbendên pyd navê înê guhertin û kiribûn: ‘’îna ala rengîn’’, lê çi ala rengîn, alek ku mîna ya eþîra Bamum bû. Bi gumana min, eger wan ala kurdî hildabana kesekî gazin nedikir, belkî herkesî bigota: bijî û her bijî.
Bi gumana min, eger partiyek din bi eynî kiryarên pyd rabûba, dê ji hêla pyd ve bihata þermezarkirin. Pyd baþ dizane ku dîrok tê nivîsandin û mîna dadvanekî adil dê ji berebabên tên û pêþerojê re rastiyê bibêje.
Birêz Salih Mislim Mihemed serokê pyd ji malpera Avesta Kurd re di derbarê kongireya li pêþ axivî,  gotin û helwest in baþ da, êdî her kes bi hêviye ku ew kongir dawiyê li kiryarên pyd bîne û bibe destpêka yekkirina helwest û gotara kurdan.
Lê, eger pyd wan kiryaran nerawestîne, eger di nêzîktirîn wext de helwest û gotara kurdî nebe yek, gumanek heye ku kurd bi hev kevin û rêjîma sitemkar a li ber rûxandinê bi me û bi aqilê me bikene. Bi hêviya ku her kurdek li cihê xwe guman bike ku bê wî yekîtiya kurdan çê nabe, êdî ji baþtiyê pêve nake.

26/07/2011

Daxwiyanî û ragihandinên ciwanên þoreþê yên Dêrka Hemko, Amûdê, Serê Kanyê û Qamiþlo, di bin linka li jêr de.

http://www.mediakurd.com/detailsa.aspx?an=1628

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark