Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Bīranīna 60 Saliya Oxirkirina Mīr Celadet Bedirxan

 


Konê Rež

   Heçî em Kurd, me zimanekî delal heye û em pê diaxifin, piraniya me ji vî zimanî pê ve bi tu zimanî nizanin.
   Bi tenê divêt em hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin. Îro hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê mader ji bo her miletekî, êdî ne bi tenê wezîfeke žexsî ye, lê wezîfeke milî ye jî. Heçî bi vê wezîfê ranebûne, wezîfa xwe ya milî pêk neanîne û bi kêrî miletê xwe ne hatine. Ji bona ko mirov bikare xwe ji miletekî bi hesibîne, divêt ko bi kêrî wî bê.
Mîr Celadet Bedirxan, Hawar, hejmar, 40/1942, Žam


   Bi helkefta ku di 15 tîrmeha 2011 an de, 60 sal di ser koçkirina Mîr Celadet Bedirxan re derbas dibe, werin em careke din wî bibîr bînin. Nexasim di van rojên dîrokî de ku Sûriye ji ser û bin ve li hev dikeve, dikele û ber bi guhertinên demokrat ve diçe.. Û wiha hin bi hin dergehê Žamê li ber çareseriya kêžeya gelê Kurdî vedibe ku Kurd netewê duwemîn in di Sûriyê de.. Erê werim, em berê xwe bidin Žamê, herim serdana gora mîr Bedirxan û neviyê wî mîr Celadet û gurzek kulîlk li ber serê wan deynin û ji wan re bibêjin; Erê Mîro! Bi xêra serhildan Botan giyanê Kurdperweriyê di hinavê bav û bapîrên me de hat çandin.. Erê mîr Celadet Bedirxan! Bi xêra ked û westa te, bi xêra Hawar û Ronahiya te, bingehê edeb û wêjeya kurdî a nûjen, bi tîpên latînî li ber me hat vekirin..
      Belê bi xêra mîr Bedirxanê mezin, kur û neviyên wî, roja îro em xwe peyebilind di nav netewên cîhanê de dibînin; bi saya mîr Bedirxan yekemîn serhildana kurdî a netewî destpêkiriye.. Bi saya kurê wî Miqdad Medhet Bedirxan, bingehê rojnamevaniya kurdî ji me re hatiye danîn û bi saya neviyê wî mîr Celadet Alî Bedirxan û Hawara wî, hîmê zimanê me hatiye danîn, zimanê me bûye xwedî alfabeyek xweser.. Zimanê me ji axaftinê bûye zimanê nivîsandinê ku roja îro piraniya Kurdan bi alfabeya wî dixwînin û dinîvisînin. Mêzekin! Di van guhertinên Sûriyê de bê çawa peyva Kurdî (AZADÎ) li seranserî Sûriyê deng vedide..
   Erê, bi xêra herdu kovarên mîr Celadet Bedirxan; Hawar û Ronahî û Stêr û Roja Nû yên birayê wî Dr. Kamîran Bedrixan nivîskar û helbestvanên bejin bilind di hola afirandin û çanda kurdî de hatin xuya kirin, mîna Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrî Can, Hesen Hižyar..hwd. Hem jî bi wežana Hawarê re, helbesta kurdî ya nûjen bi pênûsa Mîr Celadet, Dr. Kamîran û Qedrî Can û kurteçîroka kurdî ya hunerî bi pênûsa Dr. Nûreddîn Zaza serê xwe bilind kirin.
    Eger mirov li dîroka malbata Bedirxaniyan vegere û berpêl bike, wê bibîne ku Bedirxanî bi tevayî di sirgûn û zîvariyan de hatine kužtin û mirin.. Ev yek dihêle ku em navê wan bi tîpên zêrîn di dîroka gelê xwe de binivîsînin.
Mîr Celadet yê ku gotiye:
   Divêt bête zanîn ko ziman ji hîmê heyîna me ye û bê zimanê xwe em nikarin bijîn û di nav koma miletan de wek miletekî serxwe bimînin û paydar bibin. Nemaze ji bona me û ji bona wan miletên ko ketine rikanê miletekî hevol.
   Ji ber ko miletên bindest heyîna xwe ji serdestên xwe bi du tižtan, bi du qeweta, du çekan diparêzin: Ol yek, Ziman dudo. Lê heke ola miletê serdest û bindest yek bibe, hingî çek yek bitenê ye, û bend tenê ziman e.
Mîr Celadet Bedirxan, Hawar, hejmar, 20/1933, Žam
   
Di vê bîranîna 60 salî de, bi min xwež e ku em careke din berê xwe bidin salên Mîr Celadet Bedirxan yên dawî; Pižtî herifandina žoreža Agirî (Araratê) di sala 1930î de, ku piraniya serkêžên žorežê û endamên Komela Xoybûnê xwe li nav Kurdên Sûriyê girtin.
Li ser daxwaza Kemalîstan û hikûmeta Fransî ya ku di Sûriyê de desthilat bû û piraniya wan lehengên žorežê û lebatên Komela Xoybûnê jî ber bi sînorê Tirkiyê ve bi dûrxistin û ew li Žamê civandin, da ku ew dûrî tixûbên Tirkiyê bin.
Hingê Mîr Celadet Bedirxan yek ji  wan  bû û xwež jê re hat xuya kirin, ku êdî nema karin bi žerê çekdarî azadiya welatê xwe bilinbikin. Vêca wî xwest bi pênûsa xwe azadiya zimanê xwe bilind bike û weha di 15 gulana 1932an de hejmara pêžîn ji kovara Hawarê li Žamê çap û belav kir; û di serê wê de got:
(Hawar dengê zanînê ye û zanîn xwenasîn e û xwenasîn ji me re riya felat û xwežiyê vedike û her kesê xwe nas dike dikare xwe bide naskirin û lewre ziman žerta heyînê ya pêžîn e...).

 Di pey kovara Hawarê de, di sala 1942an de kovareke din bi navê Ronahî wežand û ew jî wek Hawarê xwerû bi zimanê Kurdî - tîpên latînî bû.
Mîr Celadet Bedirxan xwedî û berpirsyarê van herdû kovaran bû û wî tev jiyana xwe di ber zimanê Kurdî de mizaxt û xec kir.
Ji kovara Hawarê 57 hejmar ta sala 1943an hatine wežandin û ji Ronahî 28 hejmar ta sala 1946an hatine wežandin. Pižtî ku Fransîzî ji Sûriyê derçûne, di sala 1946an de ev rêkên rojnamevanî li ber Mîr Celadet hatin girtin û zimanê Kurdî qedexe bûye. Hin bi hin rewža Mîr Celadet ya aborî jî ji berê xerabtir bûye.
Di sala 1947an de û li ser daxwaza Kurdên Cizîrê, Mîr Celadet hatiye hilbijartin ku bibe nûnerê wan (Kurdên Cizîrê) di perlemantoya Sûriyê de; lê belê 24 demjimêr di ser wê hilbijartinê re derbas nebûne ta ku hikûmeta erebî di Sûriyê de destê xwe danîne ser û careke din ew kirine bin rûnižtina zorê de li Žamê û diviyabû her heftî dû rojan xwe žanî waliyê Žamê bide.
Di sala 1948an de, dema žerê Ereban û Cihûyan dest pêkir, hingê Mîr Celadet Bedirxan  wek berpirsyarê Kurdên Sûriyê pêžinyarek ji hikûmeta Sûriyê re pêžkêž kir ku hêzekê ji Kurdan damezirîne û amade bike; û li kêleka Ereban li dijî êrîžên dewletên cîran û Cihûyan; û bi wan re alîkar bin, lê mixabin ew pêžinyara wî di ser guhan re hat avêtin.
 Di sala 1949an de rewža wî ya aborî roj bi roj lawaz û kêm dibû û dost û hevalên wî hin bi hin dûrî wî diketin. Erê hin ji hevalên wî yên maldar û zengîn alîkariya xwe jêre pêžkêž dikirin, lê wî alîkariya kesekî qebûl nedikir.
Di sala 1950î de û ji neçarî razî bû, ku bi hevalê xwe yê neçîrê Hisên Beg Îbiž û Malbata Xetab re pembo li gundê Hecanê yê nêzîkî Žamê bi nêvî biçîne. Ji wî pemboyî re bîrek kola û ji gundê Hecanê qut nebû û karê wî mabû çavnêriya karkerên avdana pembo, da ku bi hevalên xwe re rûsipî derkeve..
Li ser wê bîrê gelek caran di rewža xwe de diponijî û digot: “Ez li kû û cenantî û avdana pembo li kû, qey ev jî qedera min e...!).
Wî navê bîra gundê Hecanê kir (Bîra Qederê). Lê heger mirov li kovara Ronahî, hejmara 25an sala 1944an vegere, wê rewža Mîr ya xerab di warê aboriyê de xwež nas bike: A niha  ez di aqilê xwe dibînim ku ez bûme serseriyekî dinyayê û bê mal û menal û war..). Ji wê hingê ve û tev nameyên ku ji gundê Hecanê, ku 30-km dûrî Žamê ye, ji kebanî û zarokên xwe re dižandin û Bîra Qederê di bin wan re dinivîsand.
Di nameyekê de ji wan nameyan mirina xwe ya nêzîk jî nîžan daye: (Ez dixwazim berî mirina xwe ko ne dûr e tižtekî biçûk ji we re bihêlim, ma ev ne hewce ye?... Tižtê  ko ez dixwazim û ko Xwedê bi destê min bigre û bawer dikim ko ez bi pêwîstiyên xwe ji bo gel û welatê xwe û bi awakî çak û bêtir jî rabûm û niha divê jî bo mala xwe jî tižtekî bikim...)
" Bîra Qederê 20 nîsanê 1951"
Pižtî vê nameyê bi 84 rojan Mîrê ziman û rewženbîriya Kurdî ya resen Mîr Celadet Alî Bedirxan bi sedema wê bîrê di roja 15-7-1951ê de çû ber dilovaniya Xwedê.. Roja îro navê wî wek stêreke gež di esmanê Kurdistanê de diçirise.

Konê Rež
Qamižlo, 14.07.2011


 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 4
Bi Tevahī Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark