Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: “Gava sêyemîn” rawestiya

 


  Helîm Yûsiv
Di vê nivîsê de, ez dixwazim hemû wêjehezên kurd agahdar bikim ku, bernameya “Gava Sêyemîn” ku ev zêdeyî deh salan e di televîzyonên kurdî de tê weþandin, êdî rawestiya. Bi gotineke din, ev nivîseke xatirxwestinê ye. 

Zarokek e dehsalî

Bernameya yekem ya “Gava sêyemîn” ku mêvanê wê Mehmûd Baksî bû, di 11.11.2000’î de, di Mezopotamya TV de hate weþandin. Di wê navê re di Medya TV de bernameyê dewam kir û di 13.06.2011’an de ku mêvan Bahoz Baran bû, di Roj TV de, dawî li weþana xwe anî.


Di navbera Mehmûd Baksî, wekî nifþ û Bahoz Baran de, zêdeyî dusedûpêncî nivîskar û xwediyên berhemên wêjeyî û hunerî bûn mêvanên bernameyê. Di hemû bernameyan de, armanca sereke dilsoziya bi navê bernameyê re bû. Piþtî nivîsandinê, wekî gava yekem, xwendin, wekî gava duyem, bername karibe deriyê danasîn, nirxandin û rexneyê li ber berhema wêjeyî ya kurdî veke.
Di vê çarçoveyê de, ji her çar parçeyên Kurdistanê û ji hemû zaravayên kurdî, nivîskarên kurd û li gorî derfetan, bûn mêvanê bernameyê.
Di van salan de, heta ku deh sal derbas bûn û “Gava sêyemîn” mîna zarokeke, li ber dilê min delalî, geh bi awayekî heftane û geh jî her ji du hefteyan carekê dehsaliya xwe dagirt.

Spasdarî û xatirxwestin

Her çendî televîzyongerî, wekî nivîskar, ji bo min karekî giran bû, lê dîsa jî bi hezkirineke mezin, me hewil da, hindik be jî, ku ev valayiya di warê danasîn û nirxandina pirtûka kurdî de, bê dagirtin. Di wê navê re, ez bi xwe jî fêrî gelek tiþtan bûm û bi kêfxweþî heta roja dawiyê, me xwe da ber vî bayê hênik yê ku di vê pencereya biçûçik ya wêjeyê re, dihat.
Wekî hemû bûnewerên jîndar, “Gava sêyemîn” jî temenê xwe dagirt û roj hat ku xatir ji we hemûyan bixwaze.

Ji bo vê derfeta xweþik, vê pencereya wêjeyê ku ev deh sal in, bi ser berhemên kurdî de vekiribû, ez sipasiya hemû nivîskarên ku bûn mêvan û keda wan kete vê bernamê dikim.
Her wisa ez sipasiya wan kedkarên “bênav” yên li paþ ekranan dikim ku bi saetan ji bo biserkeftina bernameyê, keda xwe dan.
Berî hemûyan jî sipasiyeke taybet ji televîzyona kurdî Roj TV re, ku ew qas sal rê li ber vê pencereya azad ya wêjeya kurdî vekiribû.
Wekî pêþkêþvanê “Gava sêyemîn” bi xatirê we, û heta nivîseke din ya Sêyemîn Gav, hûn bimînin di nav xweþiyê de.

……………………….

Diyarname.com-16.06.2011


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 2.71
Bi Tevahî Deng: 7


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark