Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Rijîna stéran

 


Arjen Arî

Taldeya tehteké sitar e carinan, carinan; di qijjîna havîné de hénikahiya binê kolikeke li nava werzan, carinan jî; siya bîþengeke li peravén Ava Bûnisra þaxén xwe mîna jineke porberdayî dabe desté bé…
Her ku dibe évar, û évar û siharén rûtenik dikevin bîra min, çavé min dikin derén ji kortalén xwe: Seré min ji niþké ve dizîvire héla bakûr; di þibaka wî bajaré ezman-kwîr de avirén min li cobarén sitéran digerin…


Ji dermané çavé kul re stérek bi tené jî naçûrise di neynika þevé de. Tu é bibéjî qey bajar ketiye þikevta reþahiyé û dergeh li xwe û þevé daraye.

Ji bilî kolanokén teng î tehl; apartmanén wekî sipîndaran di ber hev de çandî, þaneþînén ku milén wan li banî dihingivine hev, paceyén mîna rahbikén devûrû nixumandî û nehélin ku roniya hûndir xwe bide der…ne þevé tené; li tevî min bîhna hemû stérhezan jî teng dike…
Xasma vé évaré, ev bajar vé évara ku havîné dergehé dinyayé li germahiya hezîrané vekiriye û ne sura bé heye ne jî tîjkek ronî; bi taybetî min é ku bériya stéran kiriye dike ku bifetisîne di nava lepén reþahiyé de.
Gur ji þevén reþ û bi mij hez dike. Lé ez…ez ew kes im ku ji welatekî nézî welatén stéran hatî ye.
Niha, dixwazim rahijim seré xwe û mîna yekî ji xerebata derketî bidim ser riyé…Lé, di vé reþé di þevé de..?
Wekî yé seré ben wenda kirî, min jî seré riyé wenda kiriye. Û reþahî dike ku dinya li dora min bigere. Bérikirin ji héleké de min kaþ dike, ji aliyekî ve stér bangî min dikin . Min bériya stéran kiriye…Stérén lib lib, goþî goþî…Stérén ku ji dûr ve bi nazenînî çav li min diniqirandin û zarok zarok dibiþirîn…
Ez û wan heta van salén dawî jî bi hev re vedigariyan wan deman, wan demén ku ne ew ji min, ne ez ji wan  tér dibûm:Wekî bazekî çiyayî ez jî ji gundekî çiyé bûm. Û her ku dibû þev; gund, ez û seré bén nezîktîrî stéran dibûn. Ezmané bi roj ji min ve dûr û bi ewrén nermehevrîþmî, bi þev dibû mîna lihéfeke bi stéran neqiþandî…
Hé wan wextan çavén min î mîna xarén dîndoqî, férî temaþeya li sitéran bibûn. Navé hinekan Komika Séviyan bû, yé hinekan Goþiké Tirî, yé yeké Hirçé, yé yeke din Kerwankuj…
Diya min digot, ‘Kuré min…tu bi ser derî ve bî, tu é di Riya Kadizé re biþé biçî welaté stéran’.
Ez é ku her þev li seré bén di xewnén xwe de diketim ser ré û min ji stérén ku leqeyî wan dihatim riya Stéristané ji wan dipirsî, piþtî ku çavén min hingavtibûn stérén çavén Stéré, min bawer kir ku li Stéristané her þev Leylé dide dû Mecnûn.
Min dimeyzand: Carinan Mecnûn ku dilezand, Leylé jî lez dida xwe. Gava ku min digot, ‘Dayé dayé, binere… mîna ku bibezin dilezînin’, diya  min digot, ‘ kuré min…ew dé bi ser ya xwe ve bin…þeveké dé bigihin hev’!

Yén ku li çiyé gihabûn hev  û ji wir  beré xwe dabûn Stéristané di ré de ji devé hemwelatiyan li serpéhatiyén rijîna stéran dihesandin. Li gorî baweriya hemwelatiyén bawerqayim, di réwîtiya li ser riya Stéristané stéra ku li erdé biketa erdé, wé þevé li ezman jî dibû stérek û dirijiya erdé.
Wé þevé, beriya ku hîv biçe þivé, gava ku min dît mîna kulmek xwe bikeve agir,  ji ezman wisa béjimar stér xwéjinkî hatin xwaré, ez ji ser livînan hilçeniyabûm û min kiribû qîrîn: Yaaaddd yaaaad! Li rijîna stéran meyzén!
Yadé, piþtî gotina Xweda sebré bide dayika wan,  keserek kiþandibû û gotibû, ‘Sih sal e berxé min… sih sal e stér dikevin erdé û  em her þev li rijîna stéran temaþe dikin’.
Diya min piþtî ku stérén çavén xwe paqij kiribûn, gotibû, ‘berxiké min… ka li ezman meyzén… heke stérek jî jé kem bûbe’?!
Min li ezman meyzand. Mîna ku kitek jî nerijiya be erdé, yek kém nebûbe, wisa bi biþirîn, stér kit kit diçurisîn.

08/06/2011/

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark