Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ha ji xwe hebin

 


Xelîl kalo

Van rojan gelek goman û axaftin têne kirin , işkere tê gotin ku hin soz di navbera rêjîma bas û hin parti û kasayetîyên kurdan de  hene ku wê pevre rûnin , texmîn heye ku ewe sedema bê dengiya wan di derbarê tevgera sikaka kurdî û xortên çalakvan de . rastiya vê gotin û texmînê heta çi radeyê rast be yan jî ne rast be, demên nêzîk û ber pêşde wê her tiştê veşartî işkere bikin. çiqasî partiyên kurdan yan jî kes rastiya xwe veşêrin wê rêjîma bas wan işkerebike di rojê werin de . daku rowên wan li ba gelê kurd  û ereb reşbike û wan bixne bin cerx û bandora xwede û rê ji ber wan bigrin .


eger em kurd ji riya xebat û serhildanên gelêrî derkevin dibin bandor û sozên derew de bi navê diyaloga niştîmanperwerî de , ku rêjîma bas navdare bi xap û rîpan û bi navûdenge  di bê bextiyêde , û xwedî mêjûyeke tijîye di van  karên qirêj de .  bere em weke mirina xwe dizanin ku ew rêjîm tiştekî nadê kurdan heta ew çand û siyaset di serê wê de ,eger em hatin xapandin wê çaxî emê bine qeşmerê gelê kurd û ereb û  zirarê mezin encama wê  nêzîkbûnê be  .

Diyalog ,yan jî dan û sitandin bi rêjîma sûrî re,gelek pirs , metirsî û gomana di afirîne di vê dema nazik û tijî rûdan de li ba her kesê berpirsyar ji gelê kurd , eger qewimî û hinek kurd çûne ba besiyan weke ku rêjîn piropagenda dike û dixwaze , bê goman wê rêza kurd  ji bikeve û wê hevûdû bi xiyanetê tewanbarbikin û hineke dîtir wê bibêjin ku ew mirovên bi kuştiyarên gêlê sûrîre rûnin di xwazin nanê xwe bi xwîna şehîdan bixun, û wê bibine hevbeş û alîkarê kuştarên rêjîma bas ku heta niha bi hazaran hatine kuştin û weke wan nependîne  û bê serûşopin ji bilî gorên kom kujî .

Bere em xwe ne xapînin ku ya rast ewe mirovên kurd karibe bi şêweyekî rast û zelal derdorê xwe bixwîne û bibêje : eger em kurd rastiya rêjîma bas û dijminatiya wê nasnekin û bibêjin îro ew rêjîm birîndare û di tengasîyêdeye ,em dikarin hin maf û qizincan jê bikin ew texmîn û şîrove ne raste , tehlûkeye  û bê aqilîyeke mezin û bere bizanin  û ji bîr nekin ew basîne û şofonistê berê ne ,bere dîse  mêjû xwe nevegerîne ku her carê dijminên gelê kurd xwe nîzîkê wî kiriye heta ji tangasiyê xelasbûye û paşî dijminatiya xwe berdewam kiriye .em kurd beşekin ji gelê sûrî û doza me hemûyan ewe ku ew rêjîm ser zikê vî miletî rabe û bi azadî nefesa xwe bikişîne , wê demê gelê sûrî dikare bifikire û paşeroja xwe bi destê xwe avabike , bere dibîra mede be heta ev rêjîm heye bere ti kes ne fikirê ku wê tiştekî baş were cespandin . erê çiqasî ku merov bibêje em jêhatîne û emê kenê xwe bi basîyan bikin bere em xweş zanibin basî hostayê fen û rîpan ne . dawî em bi xortên xwere ne û tevgera gelê sûrî re ne û tevde bi halê hevin.

Xelîl kalo

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark