Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: zimanê þêrîn ..zimanê meye

 


Xelîl kalo

   Bi helkefta  roja pîrozkirina zimanê meyî bedew û qeþeng ,31 ramûsan ji 31 tîpên zimanê mere, bi xwedê þêrîne û ji hingiv þêrîntir û xweþtire .yê bawerneke ew ji kurdewarîyê þiþtîye û  yê jê dûre be wê tam û zoqê nasnake . bê wî zimanî emê çawa hizira xwe bikin ,emê çawa bi axivin ,  wê nasnama me rengê wê  çawa be ,emê bi çi xem û derdê xwe bêjin û bi nivîsin...?


 eger ne bizimanê me be e  hingî gotin  bê tam û wate dibim , zimanê xelkê zimanê xelkêye û em  ne dijin lê nabe zimanê me  û nasnama me pê nayî parastin ,eger çi qasî em bi zimanê xelkê çalak û jêhatî bin û pê binivîsînin, ji ber ku ew mirov têde nayê xuyakirin û  biyanîye .dîse jî û ya giringtir ku hebûna mirovatiyê di nava ziman de beþdare û amadeye ,çi ser astê mirovekî yan jî komeke mirovan bê ziman tu zindî nikare nasnama xwe bide naskirin weke nifiþ û cins , yan ji wek kes ) þexs( ji ber ku her kesek ziman bi hebûna wî ya kesayetî ve hatiya girêdan bê ziman  mirov bêjî û sexteye , pûçe û windaye , weke her milet di zane  ziman ne diyardeyeke tevlî hebûna insanan dibe lê ew bixwe egereke û koka hebûnêye .

Hebûma sexte û hebûna rastteqîne ewe ku mirovên kurd were naskirin di rîya rewþ û sîmayên xweyî kurdewawrî de  ku di serî de zimane , gelo her kurdek di kare xwe bizimanê xwe , îfade bike û bifikere û hestê xwe bênê der bi þêweyekî zelal û bi bandor bi derdorê xwere û di naveroka axaftina xwe de bedewîyekê bide nasnama xweyî netewî , eger ho û egerên hebûna gelan ne avabe ser bingiha zimanê wan , ew gel  nikare bijî di domana salan de di gel miletên dîtir , ji ber dibe were hêfþandin di nava çand wan gelan de piþtî demeke nêzîk  . ne dengkirin , ne axaftin  û ne nivîsandin bi zimanê dayikê  diyardeyeke ne resene di axaftina mirovan de û dijminatiyeke veþartîye ji hebûna xwere weke mirovekî serbixwe û xwedî þexsîyeke bi nasnama çûda. ne tenê ziman desteke ji bo bêwendî . ragihandin û danûsitandinê ye  ,  na .. eger zimanê mirovekî biçe û windabibe ,ew mirov yan jî ew koma mirovan pêre windadibin  û sîmayên wî yên mîjûyî pêre têne guhartin ,ji lewma ji girêdan her gelekî bi zimanê wî ve karekî hebûn û tinebûnê ye  û pêwîste erkekî netewîye be  berî her tiþtî .

 Em kurd xwedî mêjû û hebûneke kevnarin di herêma mîzopamya de û  hata roja îro em bê þexsîyeteke ber çavin , ji ber pirê rewþenbîr û bijartîyên kurdan xwe îfadedikin bi zimanê serdest û biyanîyan , ji lewma jî ew kartêkirina berhemê mêjîyên wan li ser xelkê kurd bê hêz û lawaze , ji me hemûyan tê xwestin zû û bê derengî em xwe ji wan kêmasîyên di derbarê zimanê xwede rizgarbikin û bere berhemêm me bi zimanê kurdî yê þêrînbin heta ku mirovê kurd û xwendevan ji zimanê xwe dûr nekevin û ew egera hebûna me di hest û wicdanê mede herdem zindî be .banga me ewe ku her rewþenbîr ,nivîkar û xwendevan , mîdya û ragihandinên kurdan ji halo bihtir sozeke rast û xurtir bi zimanê xwere bidin , heta ku nav û niþan , hebûn û nasnama me , wicdan û hestên me bimînin kurdewarî  û saxlem....

Xelîl kalo

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark