Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Rexne: Rovî û sûk

 


Qado Þêrîn

Ez te rexne dikim, dêmek dixwazim tu ji min baþtir û çêtir bî.
Roja 11ê gulenê hêja CanKurd di bloka xwe(http://cankurd.wordpress.com/2011/05/11/can-irhabsiyasikurdi/ ) de kurte nivîsek weþand. Xuyaye cuwamêr di derbarê PKK de gotarek ji kurdî wergerandiye erebî, di dûv re raserî nameyên tije sixêf, tawan û tiþtin din hatiye, wek wî di nivîsa xwe de nivîsandiye.


Bi gumana min CanKurd xincerek jahrkirî di laþê zarokekî de neçikandiye, tenê wî gotarek wergerandibû, êdî ew þêweyê têkiliyê pêwist nake, û encamên baþ nade pêþ. Bi gumana min tenê dê encamên ne-baþ bighîne PKK. Her wisa dê hezkirina kurd ji kurd re kêm û lawaz bike.
Taku hiþ û ramanên me rêzgar û azad nebin, em ê wek insan û cugrafya ji bindestiya dagîrkeran rêzgar nebin.
Eger bersivdayîna pênûsan bi wan þêweyên sextekar be, dêmek cudahî di navbera wan kesan û diktatoran de tune, ew jî mîna peye û berdevkên diktatoran in. Mixabin ku hin ji wan doza demuqratiyê ji dujminan dikin.
Çima ji wan kesan tê famkirin ku mirovê rexneyan dike dujmin e, bê rûmet, xwefiroþ û tiþtin din e.
Mixabin hin kes hene’’þûjina di çavê xwe de nabînin, lê derziya di cavê xelkê de dibînin’’.
Mirovê rexneyan nepejirîne nikare miletan rêzgar bike, û eger hat û bûn desthilat, dê ji dagîrkeran bêtir kurdan biêþînin, wê wextê milet dê xweziya xwe bi dagîrkeran bîne.
Gelek nivîskar û rewþenbîr ji ber tirsa kesên wisa ên ku bi sixêf, bêbextî û tawanan diaxivin, nivîs û gotarên rexneyî nanivîsînin.
Bi gumana min gerek em ji rêjîmên serdestên Kurdistanê û rewþenbîrên wan demuqratîtir bin, yana tu wate ji þoreþên rêzgarîxwaziya welatekî diktator e tune.
Ew ên ku ji bo nivîseke rexneyî kirasê xwe û me diçirînin, û sor û þîn dibin, ne ji mafê wan e rexneyan li rêjîmên serdestên Kurdistanê û rewþenbîrên wan ên xwefiroþ, bikin, çimkî ew eþkere ne, lê yên me mîna Maran in, Mar jî xweþike lê tije jehra silêmanîye.
Dostekî min di Rojtv de bernameyek baþ pêþkêþ dike, carekê min ji wî dostî pirsî; çima tu mêvan in din nabe bernameya xwe?, hema hema eynî kesan dubare dibin, daku bernameya te dewlemend û demuqrat be. Wî dostî wisa bersiv da: ez wan tînim, lê hîna negihaþtine malê þer(rexne)ê me dikin. Xuyaye vîtoya(qedexe) li ser min jî ji wê sîstemê derketiye. Ji navenda sîstemê ji min re hat gotin ku vîto li ser te  heye û nabe tu biçî Rojtv. Min singê golik ranekiriye, qey min carinan rexne kiriye.
Li dawî, Cigerxwîn dibêje:
Xwendin nebî kes naçî pêþ
Peyda dibin pir derd û êþ
Ez jî dibêjim:
Rexne nebî kes naçî pêþ
Peyda dibin pir derd û êþ
12/05/2011

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1.5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark