Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Tevgera kurdî çawe bêdengiya şeqama kurdî dixwînê

 


Diyar Ehmed

Eve nêzîkî mihekî ye pêla nerazîbûn û xwepêşandanan li sûriyê destpêkiriye, û roj bi roj bergeh û bazinê van xwepêşandanan mizin û berferehtir dibê,ta ku sînorê wê tevahiya bajar û bajarokên sûriyê vegirê.tişta herî balkêş û cihê tiris û pirsê bi hev re di wan rojên borî de,ew bû ku ta dema îro hinerê pêl û dengê wan nerazîbûn û xwepêşandanan di herêma kurdan de û li deverên ku kurd têde dijîn kêm û nimizbûn, û ev yeke bû cihê pirs û tirsê li cem gelê sûriyê.


lê belê,tişta ku li ser rûyê erdê û ne xasim di bizav û çalakiyên cejna Newrozê de, û herweha di peyî re jî hatin xuyanîkirin, bû cihê dilniyazî û rehetiyê li rex tevaya gelê kurd û tevgera wî ya siyasî,û diyar kir ku tevgera siyasî ya kurdî û şeqama kurdî ne dûrî hevin ,wek hev û li gorî taybetmendiya gelê kurd di vê dema nazik û hestyar de difikirin û evê yekê zelalkir ku miletê kurd têgihiştî û hişyare ji guhertinên serdemê re û bi rengekê rast rêveçûna pêl û pêşketinên wê dixwînê û pêre tevlîbûnê dikê.tevî em dizanin û ev yeke ne veşartiye ku gelê kurd li rojavayê kurdistanê ji kar û xebata tevgerê neraziye û ewê yekê hiştiye ku miletê kurd ji nav rêzên tevgerê dûr bikevê û helwêsteka nebaş Ii ser tevgerê û kartêkirina wê di komelgeha kurdî de hilgirê.lê dîsanê ev nêzîk bûna îro di navbera helwêsta şeqama kurdî û bi taybetî nefşê xortên nêhatî de û tevgera wê ya sîyasî de,di baweriya me de wê berdewam neke eger serkirdayetiya tevgera kurdî şaş têbigihê û ne rast wê nêzîk bûnê bixwînê û wek rijêmê bi kevê gumanan ku celda kurdî bawere bi kar û çalakiyên tevgerê û wê li dema pêş de li benda tevgerê û bizav û biryarên wê rawestê.hingî tevger wê bimînê li paş û celda kurdî û xortên nûhatî wê ji xwe re rêyên dîtir biqelêşin û pişta xwe bidin tevgerê û hişemendiya wê ya ku ta dema niha li gorî sihika rijêmê û berjewendiyên wê yên taybet dijenê û pê re li rêyên çareseriyê ji pirsgirêkên gelê kurd re digerê.wî çaxî di gumana me de,wê cudahî bikevê di navbera tevgera kurdî û celda kurdî de.di vir de eger mafê gelê kurd di guhertnên bê de paş bikevin û zelal newin dîtin,wê miletê kurd serkirdayetiya tevgera kurdî di ber wan tevil heviyan de sûncbar û gunehkar bibîne û wê ev derfeta zêrîn ji destê miletê kurd derkevê.rojên li pêş me wê eşkerebikin ka tevgera kurdî wê bikarê barê serdemê hilgirê û di dema pêwîst de serê xwe hildê û bi vê berpirsyariya dîrokî rabê yan jê wê bimînê êsîrê parçebûn,dûrbûn,bêbawerî,hevrikî û nakokiyên xwe yên bêkêr û kawî,wê dîsanê nikaribin navmala kurdî bi rengekê rêk û pêk serastbikin û li êş û janên gelê kurd û ji nêzîk ve daxwaz û xwestekên wî û şeqama kurdî bibihîzin û lê xwedî derkevin.hêjayî goinê ye ku miletê kurd di bin ti meric û kewdanan de razînabê û naxwazê zeviyên xwe li ber çemê xwîna û xwêdana pakrewan û xwepêşanderên gelê sûriyê avbidê,û li ser hesabê wê xwîna zelal destkeftiyan bi dest ve bînê.


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark