Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Sibehên bêrîkirinê

 



Ehmedê Huseynî
ehmedehuseyni@live.co.uk

1.
Vê sibehê,
min pencereyên xemgîn ên dilê xwe
Li ber pêlên gulava te vekirin,
Min alên xwe yên rengîn radestî kurtepista silava te kirin,
Min dînbûn û dilbijîna xwe pêþkêþî çurisîna xunava lêvên te kirin,
Min Mem û Zînê, Ferhad û Þêrînê, ji behiþta eþqê derkirin,
Û min hemî xewnên xwe di rûbarên gerdena te de werkirin.


2.
Vê sibehê
min li deryaçeyên çavên te dinêrî,
Min bi sedan xewnên kuþtî li peravan didîtin,
Bi sedan mesiyên bêrîkirinê di girî de digevizîn,
Bi sedan alên azadiyê bi pêlan re li ba dibûn,
Bi sedan evîndaran nameyên xwe bi baskên balindeyan ve girêdidan,
Vê sibehê min dixwest ji te bipirsim: gelo ewrên porê te bi ku ve diçin?

3.
Vê sibehê,
xûþîna daristanên peyvê yên li ser lêvên te dibihîzim,
Lê tu xwe bêdeng dikî, tu dizanî ku ji zimanê bêdengiyê hez dikim,
roj baþ..!
Çemên kêfê ji çavên te herikîn
bajarên bêrîkirina min di xwîna te de vêketin
tîrên awirvedana te jî di dilê min de lerizîn.!

4.
Vê sibehê,
min dixwest tiþtekî ji te re bibêjim:
tiþtekî bi qasî welatê min þêrîn
bi qasî azadiyê xweþik
bi qasî dilê dayika min germ
bi qasî xwîna þehîdan pîromz
Û bi qasî çavên te xemgîn
min dixwest ji te re bibêjim:
ji te hez dikim!

5.
Vê sibehê,
ewrên bendemanê bi ser daristanên bêrîkirinê de digirîn..
Çûkên dengê te di hêlînên dilê min de bîranînan vedikolin..
Destên min di nav destên te de diþewitin,
 stêrkên çavên te dirijin û di sînga min de dadiçikin
û kulîlkên kenê te jî di asoyên hevdîtinê de diçurisin!

6.
Vê sibehê,
gulên sor ên evîna te bi rondikên bêrîkirinê av didim..
Bi pey sirûda agirê te dikevim,
bi êþa sorgulên azadiya te dikevim welato!!
 Vê sibehê bi kurmanciya þêrîn û birîndar ji te re,
ji we re dibêjim:
Newroz baþ hevalno!
Newroza te pîroz be welato!

London
30. 03. 2011

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark