Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Welatê min e!

 


 
Husên M. Hebeþ

Welatê min e
Ez dizanim ew ne jêhatîtir e, ne þehrezatir e, ne zîrektir e
Û ne jî ji welatên din xweþtir û çêtir e
Lê ew welatê min e
Tenê bayê wî bi min xweþtir û nermtir e


Ez dizanim ko darên wî ne kesktir in ji darên welatên din
Û stranên çivîkên wî ne xweþiktir in ji stranên çivîkên cihên din
Lê welatê min e
Tenê dilê min bi wî re ji dil de dikene û bi xewnên wî re bilind difire.

Ez dizanim ko bêhna kulîlkên wî ne teniktir e ji bêhna kulîlkên cihên din...
Û daristanên wî ne firehtir in ji daristanên din
Û çiyayên wî ne bilintir in ji çiyayên din
Lê welatê min e
Tenê giyanê min bi kevir û zinarên wî ve girêdayî ye
Û damarên min bi ava çem û rûbarên wî lewend û geþ dibin.

Ez dizanim ew carcaran ne pir dilovan e û ne jî pir evîndar e...
Lê ew welatê min e
Tenê di bin dilovanî û evîna wî (bi hiþkî, bi nermî) de
Aramiyê dibînim, kûr vedihesim û diramim.

Ez dizanim ew bindest e
Parçe ye, ne serbeste
Lê ew welatê min e
Tenê di dilê min de azade û serbeste.

Ez dizanim
Ez dizanim...
Ew dilê min e
Giyanê min e
Bav û dayik û zarok û û hebûna mine
WELATÊ xewn û ramanên...
Min eeeeeeee...


Husên M. Hebeþ
Bonn

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark