Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Bîranîna Rezo bîranîna peyva Kurdî ye

 


Berzo Mehmûd

 I
Bi mirina Rezo re, çirake þewqdayî li bajarê Qamiþlo hate vemirandin, û roniyeke geþ ji nav me çû, ne tenê wilo jî xemgîniyek di nav heval û hogirên wî de çêbû. Ya baþ ew e em hewl bidin þûna xebatkerên xwe dagirin, em roniya wan li riya kar û xebatê pêbixin, bi vê yekê em wan sax dikin, û giyanê wan jî bi me re pêþde diçê. Ya dîtir jî em wan li bîra xwe bênin. Îro bû salek di ser wefata kak Rezo re derbas dibe, em çend xort ji Qamiþlo me berê xwe da gorra wî û baqek gul li ser tirba wî danî.  Hezar silav û rêz li can û mergê vî mirovê çak û qenc bê, yê ku jibo civaka xwe, civaka Kurdewarî nemerdî nekir û jiyana xwe hemî di vê xebatê de derbas kir. Min pênc xelek li ser berhem û kar û bawerîyên Rezo di malpera kulturname de belav kirine, û hîn pênc xelekên dîtir jî nehatine belavkirin.


Yê ku bixwazê van xelekan bixwênê, navûnîþana malperê ev e:
www.kulturname.com



II
Di vê bafîkê de, ezê çend gotina li ser mêhvangeh û dîwana Rezo baxêvim, ew cihê ku li salên navbera 1994-an ta dema ku nexweþ ket li heyva êlûna sala 2008-an, nêzîkî pazdeh salan em wek nivîser û rewþenbîrên Kurd seraqet lê diciviyan, û ev cih ji me re bibû cihê civat û dîwana rewþenbîran.  
Peyva (dîwan) ne tenê bi mebesta pertûka helbestan tê, lê bi wateyeke dîtir jî bikar tê, û ji zû ve hatiye zanîn ku ew cih e ya ew ode ye ku mêhvan lê diciviyan bo ku li ser babeteî baxêvin, nemaze li malên mezin û girgirek û axa û serek eþîr hebû. Bi vê wateya dawî em dibêjin dîwana Rezo, belê ev dîwan  ne li mala wî bû, li cihê karê wî yê endazyariyê bû, ku jêre bi gotinê Erebî (Mekteba Hendesî) tê gotin, bi Ingilîzî (engineering office) tê.  
Rezo yek ji wan kesên ku hez ji rûniþtina civatê dikir, û hedana wî bê heval û hogir û mêhvanan nedihat. Lewra, Rezo gelek demê xwe li warê nivîsgeha xweya endazyariyê dibûrand,  û pêþewaziya hemî kesan dikir, û nivîsgeha wî, ji bilî karê endazê,  bibû cihê axaftin û dan û standinê, nemaze ew axaftinên di warê ziman û wêje û rewþenbîriya kurdî de digeriyan. Rezo yek ji wan kesên amade bû ku demekî dirêj li ser babetê ziman û wêje û keltûra Kurdî baxêvê. Di vê dîwanê de gelek nivîser û rewþenbîr û hincar siyasiyên kurd jî lê vedihewiyan. Rezo mirovekî zarnerim, rêzgir, devliken bû, me’dê xwe ticarî ji mêhvanan tirþ nedikir, ticarî gotinên tewþomewþo nedigotin, bi ser ku hewedarî û dilxwestin bi kesî re nedikir, raya xwe jî hiþker digot. Rezo bi xwe re rast bû, ji xwehrîyê hez nedikir, herûher ya rast digot çi tal û çi þîrîn. Ez û wî gelek caran em li ser peyvên ziman radiwestiyan û axaftin bi me re dirêj dikir. Rezo di zarê Kurmancî de pisporekî kêm wek wî hebûn, gelek peyvên Kurdî di ferhenga hiþê wî de hebûn. Çi pirsa te jê dikir bi singferehî bersiv dida, eger nizanîba jî, digot: Bibûre, ez nizanim, bê ku xwe aciz û sil bikê. Civata Rezo bi kesên wêjedost û Kurdîhez û welatparêz xweþ bû. Serhiþkiya wî jî di hin helwêst de nedibû sedema jihevdûrketinê navbera wî û hevalê wî. Civata zilaman di dîwana Rezo de seraqet û herwext digeriya, û gelek caran gengeþe û þtexalî têde dihimhimî, nûçe û deng û basên wêje û nivîsîna xortan, çi ew gotarên di internêtê de, û çi yên di govarên Kurdî de dihatin belavkirin di salona Rezo de diketin ser zimanê haziran, nemaze ew gotarên di warê rexne de bûn, her yekî raya xwe têde dida.
Ji nivîserên ku di dîwana Rezo de amade dibûn, emê navên hin kesên werê bîra me, ezê bêjim: li despêkê Berzo Mehmûd, Deham Hesen, Konê Reþ, Xalis Misewer, Zinar Mistefe, Newaf Biþar, Mehfûzê mele Reþîd, Xalid Mihemed, Mûsa Zaxuranî, Ehmed Simayîl, Fewaz Evdê, Derwêþ Xalib, û hinin dîtir jî, navê wan vê kêlîkê nayê bîra min. Helbet gelek nivîserên dîtir jî hene , yên ji hawîrdora Qamiþlo, û hevalên wî yên ji Ewrupa dihatin Qamiþlo.
Bi rastî vê hêwirgehê gelek xweþî ji nivîser û rewþenbîran re tanî, nemaze em wek Kurd cihekî xuya ku em hemî bikarin lê bicivin nebû, û  jixwe çênabê , ango hikûmet vê yekê qebûl nakê, ji ber ku hikûmet vê tevgerê bi xwe napejirênê, lewre nivîsgeha Rezo hem wek cihê wîyê karê endazyarî bû, hem jî cih û warekî wilo bû nivîser û rewþenbîran dikarîn lê bicivin, ji bilî ku danûstandina Rezo jî pir xweþ bû, û qedrê mêhvanê xwe hemiyan digirt, bê ku ferqiyê bixê nav wan de. Rezo wek kes û mirov dibû cihê hevdîtinê, cihê ku têde derd û kulê xwe ji hev re bêjin. Ya dîtir hevdîtin û  naskirin û li lev hatin jî têde peyda dibû. Ji bilî wilo jî siyasiyên Kurd jî carcaran serî lêdidan û nerînên xwe jî li vê dîwanê belav dikirin û raya xwe digihandin xelkê digotin.
Xaleke dîtir heye ku ew  jî bo min giring e: Em, evên bi wêje û peyva zimanê Kurdî mijûl dibûn, ji xwe çiva me li hemû kesî nayê, lewre civînên me bi Rezo re dibûn hander bo nivîsînê, ji ber tevdana bîrûrayên nû di wêje û ziman de.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark