Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Kînga Kurd dibin zilam?

 

 Qado Şêrîn

Min navnîşana li jor ji gotareke Ismaîl Beşikçî (kurd, tu carî nabin zilam), a ko di NETKURD(21/11/2006) hatibû weşandin, girt.
li gor dîtina wî ev diruşmeya Tirkaye, ev raste, ji ber ko kurd zilam biwana dê ji îro bêhtir bihêz biwana li hember Tirkiyê. Dê kurd xwedî welat biwana, ma kî ji kurdan pêve bê welat maye, ma ne şerme ta niha em bê welat in.


Hin caran dexseyî Tirkan dibim, bi taybetî di warê parastin û hezkirina ziman de, çima kurd wek Tirkan zimanê xwe naparêzin û jê hez nakin, bi wan ne şêrîn e?.
Çil melyon merov ko hefteyê carekê tazî derkevin kolanan dê di salekê de mafê xwe wergirin, dê gelek welat û miletên cîhanê xwedî li wan derkevin û piştgiriya mafê wan bikin.
Li her çar perçeyên Kurdistanê jî wisa ye, rewş ew rewş e, kurd bê hêzin, li gel ko li başûrê kurdistanê welatek ava dibe jî, lê paşeroj ne diyar e. Nimûne; ko kurd li Sûriyê zilam biwana niha rewşa wan ne ev biwa, rêjîmê ji ber qelsbûna wan ew ji her hêlêde piştguh nedikir, wek miletekî cuda ji her mafî pê parin, û wek miletê Sûriyê jî ji her tiştî bê parin, ko ne wisa biwa dê bi kêmanî wezîrek ji wan hebiwa, bi kêmanî dê bi zimanê xwe bixwendina, bê tirs li mûzîka xwe guhdarî kiribana, a ko dixwazim bibêjim; ji hemû mafan bê parin, ji mafê merovantî, netewî, miletî. Ji ber tirsa rêjîmê ji wan tune, ji ber ew tune ne yan jî ji ber ko ji hev ketî û qelsin.
Dema tirsa rêjîma serdest ji miletê bindest tune be, tê wê wateyê ko hêza wî miletî tune, ew milet ne di pîvan û ecendeya çareserkirina paşerojê de ye, ew milet nikare serê rêjîmê biêşîne, û rêjîm dê hemû pirojeyên xwe pêkbîne, li vir miletê bindest û qels nikare xwe ji rêjîmê jî dûr bixîne, tim hêviyên beravêtî li ser ava dike, wek têkbirina ziman, kultur, dîrok... hwd. mebesta min qelsbûna tevgera kurd li rojavayî kurdistanê hiştiye ko milet jî bikeve vê rewşa awarte, ko milet bi tevgera xwe ya siyasî xurt û bihêz biwa dê herêma wan ne li paş baya, li herêma ko kurd lê dijîn seh lê najîn, ji ber tuştek lê tune,  rêjîmê ew tune û piştguh kirye.
Dema serok û berpirsyarên partiyan qaşo bi kurdî daxêvin, 79% ji peyvên wan bi erebî ne, ma ev tê çi wateyê?, ji bilî ko ew serok û berpirsyar zimanê kurdî naparêzin û piştgiriya dujmin di pirojeya têkbirina zimanê kurdî de dikin. Ko raste ji bo rêzgarkirina Kurdistanê kar û xebatê dikin dê zimanê kurdî bi wan şêrîn biwa û biparastina.
Dema serok û rêberên me qaşo bi kurdî diaxivin 79% ji peyvên wan bi erebî ne, îca hemû ereb ji wan têdighêjin lê mexabin hemû kurd ji wan têdnaghêjin, wek kurdên bakur ji ber bi erebî nizanin.
Her kurdek(partiyek) dixwaze Kurdistan rêzgar bibe, lê wek wî, wek ew dibîne, bi şêweyê wî û ne kesî din, jixwe îca li vir em xwe bi xwe hevûdu tune dikin û qelsitî destpê dike, her yek dibêje rêzgarkirina Kurdistanê li ser destê me ye. ji min weyê, ji te weyê, ji wî weyê rastî hemû li ba ye, li vir îca nema li kesî din guhdarî dike, kesî din napejirîne û jixwe pêve nema ji kesî din hez dike, her yek dibêje ez û ne kesî din, her yek, her partiyek dibêje rêzgarkirina Kurdistanê li ser destê me ye,..de hêvî ma....incex em hev tune bikin, em ji hev hez nakin û hevûdu napejirînin, li her çar perçeyên kurdistanê wisa ye. Li başûr pirojeya welatekî serbixwe dimeşe, lê ji bo hinan bûye derfeta dizîyê, ko her yek li yê din mukurê dê hevdû biqelînin, nimûneyeke din; hîna nebûne dewlet ziman(zarav)ê kurdmancî têkbirin, wek çilo Tirkan zimanê kurdî li bakurê Kurdistanê têkbirin., li bakur  jî eynî rewşêye, partiyek rast û dirust nîne dako pirojeya gelê kurd li ser milên xwe hilgire, partiyên hene jî, hin Tirkin, hin jî bi hevûdu dikevin û hevûdu tune dikin, û hinan jî bi devê tivingê milet dane dû xwe û dibêjin; em û ne kesî din, kes ji me pêve nîne, rêzgarkirina rojhilata navîn li ser destê me ye. Ko rast biwa dê bi kurdî biaxivyana. Kurdên bakur ên li Europa çima bi Tirkî diaxivin nizanim?.
‘’Xortek ji kalemêrekî xwedî pêzanîn û tecrube dipirse:
-Mamo? Ev dunya, alem tev bûn xwedî dewlet, lê çima em kurd ji vê bêpar mane? Kalemêr bersivê dide û dibêje:
- Di nav me de ker nîn in!
-Xort ji bersiva kalemêr fêm nake û dipirse:
- Çawa?
Kalemêr bersivê dide û dibêje:
-Em kurd tev şêr in. Du sêr nayên ber hev, gava şêr têne ber hev, dikin qajînî û dev diavêjin hevdu. Kurdê me ji cinsê van şêran in.’’(.tenur.blogspot.com)
Em kurd eyn wisa ne
kurd çi ji siyasetê zanin û fêm dikin, jixwe ko kurdan zanîbana siyasetê bimeşînin niha xwedî welat biwana, zarokek ji dujmin dikare hemû serokên kurdan bixapîne. Jonasan RANDIL di pirtûka xwe ya li ser navê “Miletek di Perçebûnê de” diçespîne, dema dinivîse: “Tiştên ku Kurd di şer û cengan de bi destdixînin, di rûniştinên xwe yên li ber masên danûstandinan de didin der”.
Tu li kîjan serokî guhdarî dike dibêje: emê nêzîk bi çalakiyek girîng rabin, me ji wan ên din re gotiye, ko bixwazin karin bi me re bikin, lê kes bi kesîre kar û xebateke hevbeş nake, ne tenê wisa belê hevûdu napejirînin jî.
Pêşî ez û di dûvre em kurd çiqasî serhişkin yahoo, bi taybetû bi hevudu re, li dujî hevudu û ne li dujî dujmin. Wek pîrka min tim digot; sîrek di qûna te de nare, wisa ye em li duj hev şêr in.
Kurd hemû ji stran, mûzîk û dîlanê hez dikin. Ji vexwarina dew, ji xwe û serokê partiya xwe hez dikin.
Ta ko kurd ji hevûdu hez nekin nabin tiştek.
Ta ko kurd li hevûdu guhdarî nekin nabin tiştek.
Ta ko kurd hevûdu nepejirînin nabin tiştek.
nabin tiştek ango nabin xwedî welat, nabin zilam.
Çi çaxa me kurdan berjewendiya kurd û kurdistanê di ser ya xwe û partiya xwe re girt emê bibin zilam û xwedî welat.
Ma rste “Kurdê herî baş kurdê mirî ye.? ( Ismaîl Beşikçî,  NETKURD(21/11/2006).
10/12/2006

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark