Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Memdūh Selīm Begź Wanī 1897 – 1976 Dīplomatź Kurd, Endazyarź Pźwendiyan Di Navbera Kurd Ū Ermeniyan De Ū Hīmdarź Komela Xoybūnź

 


Konê Rež

   Dibe ku di nav gelek miletan de jî wiha be; mirov xwe bi bajarê xwe, gundê xwe an ežîra xwe bide naskirin.. Belê hin caran jî ji ber hunera mirovekî, pîž û sazê mirovekî an mêraniya mirovekî, gundê wî, bajarê wî an navçeya wî bi navê wî tê naskirin. Mebesta min ji vê yekê ku Memdûh Selîm Begê jî xwe bi bajarê xwe Wanê daye naskirin.


Di roja îro de eger Cizîra Botan bi Birca Belek û Bedirxaniyan hatibe naskirin.. Bedlîs bi Žerefxanê Bedlîsî û Mele Selîm bilind bûbe.. Diyarbekir bi bedena xwe û navê Žêx Seîdê Pîran hatibe neqižandin.. Mêrdîn bi keleha xwe û navê Mûsa Anter berz bûbe.. Mikis bi Feqiyê Teyran û Hemze beg navdar bûbe.. Bêguman Wan jî bi gola xwe û navê Memdûh Selîm Begê deng daye.. Werim em bi hev re Memdûh Selîm Begê Wanî bibîr bînin, silavekê li giyanê wî bikin û pêlekê di serboriya wî de biponijin.

 
  Dr. Kamiran Bedirxan, Mîr Celadet Bedirxan, Mistefa Žahîn Begê Berazî û Memdûh Selîm Begê Wanî

   Ji mêj ve min divîbû tižtekî li dor jiyan û xebata vî lehengê Kurd Memdûh Selîm Begê binivîsim, vî dîplomatê Kurd û endazyarê ku pêwendiyên Kurdan û Ermeniyan xurt kirin û Hîmê Komela Xoybûnê danî bi nifžê nû re bidim nas kirin.. Lê ew pêzanînên ber fireh li ber destê min nebûn.
   Memdûh Selîm Beg; ev lehengê nepen yê ku ji destpêka çerxê bîstan ve gelek kar û xebat ji gelê xwe re pêžkêž kiriye û tev jiyana xwe di ber kêžeya gelê xwe de mizaxtiye.. Mixabin ku ta roja îro hêj nivîskarekî Kurd wek ku pêdivîye li dor jînenîgariya wî ne nesekiniye.. Di baweriya min de ev yek jî, ji ber kêmbûn û nebûna pêzanînan bû û hin sedemên din.. Ji kesên ku li dor nivîsandine; mamoste Rohat Alakom e. Camêr di pirtûka xwe a bi navê (Xoybûn û Žoreža Agirî) de, tižtê jê hatiye li dor Memdûh Selîm Begê Wanî nivîsandiye. Rehmetiyê Mihemed Uzun jî di romana xwe (Siya Evînê), a sisyan de, bežek ji jiyan û xebata Memdûh Selîm Begê Wanî aniye ziman. Her wiha di nav re jî rewža siyasî, civakî û kulturî ya Kurdistanê, pižtî Žerê Cîhanê yê duemîn di nav re derbas kiriye. Belê nizanim, bê Mihemed Uzun ew qunax û hurikên vežartî di jiyana Memdûh Selîm de ji kû anîne..?! Min jî di pirtûka xwe a di bin navê (Komela Xoybûn 1927 û Bûyerên Rojane Yên Žoreža Araratê 1930) de, ku bi zimanê erebî li Erbîlê hatiye çap kirin, hin pêzanîn li dor kar û xebata wî anîye ziman.
   Belê a ji tevan giringtir ku vê pažiyê mamoste Xalid Îssa ji Parîsê çend belge li dor navdarên Kurdan ji aržîvên dewleta Fransî (Fermandariya tabûra ewlkariya hikumeta Fransî li Sûriyê), deranîne û bi zimanê Erebî di NETê de belav kirine, yek ji wan li dor Memdûh Selîm Begê Wanî ye. Ev belge di roja 29/09/1927 an li Žamê hatiye nivîsandin. Belê di encam de wiha dikarim wî bidim naskirin.

Memdûh Selîm Begê Wanî kî ye?
   Memdûh Selîm Begê Wanî; Ji pêžengên dîplomatên Kurda ye, endazyarê avakirina pêwendiya ye di navbera Kurdan û Ermeniyan de û Hîmdarê damezirandina Komela Xoybûnê ye.. Ew ji xelkên Wanê ye, kurê Cemîl Tewfîq Begê ye. Di hin cihan de jî navê wî Memdûh Cemîl Begê Selîm hatiye nivîsandin, hem jî bi navê Eskender Begê hatiye naskirin, ev navê wî yê vežartî bû.

Memdûh Selîm Beg, di sala 1897 an de li bajarê Wanê çêbûye, xwendina destpêkê li Wanê û ya bilind li Stenbolê di felsefeye û siyasetê de bi dawî aniye û di gel re jî fêrî zimanê Fransî bûye.

   Ji encamên dostaniya wî bi ermeniyan re fêrî zimanê Ermenî jî bûye, jixwe zimanê kurdî zimanê axaftina mala wî bû. Li Stenbolê bûye mamostayê edebiyatê û pêwendiyên wî bi rewženbîrên kurdan, Ermenan û Tirkan re çêbûye, nexasim bi Kurdên Stenbolê re wek Bedirxaniyan, Nehriyan, Babaniyan, malbata Cemîl Paža û kesayetiyên wek Abdellah Cewdet, Kemal Fewzî, Hemzeyê Miksî, Xelîl Xeyalî, Mustefa Beg û Bozan Begê Berazî, Dr. Mihemed Žikrî Segvan û wiha di nav tevgerqa netewî Kurdî de jî xwedî cihekî berz bû.. Wiha jî pêwendiyên wî bi Ermeniyan re jî hebûn û cihê baweriya rewženbîrên Ermeniyan bû wiha jî endamên partiya Tažnaq .

   Di salên xwendina li Stenbolê de beždarî di damezirandina gelek komeleyên Kurdî de kiriye. Di sala 1913 an de wek kadirekî di kovara (Rojî Kurd) de cih girtiye. Di dawiya žerê cihanê de ku wî jî beždarî têde kiribû, bi welatparêzên Kurdan re li Stenbolê (Komela Tealî a Kurdistanê: Kurdistan Tealî Cimiyetî) damezirandiye û di sala 1918/1919 an de kovarek bi navê JIN wežandine. 25 hejmar ji vê kovarê hatine wežandin, ji hejmara yekê ta bîstan berprsyarê wê Hemze Begê Miksî bû, ji hejmara 21 an heta hejmara dawî (25) Memdûh Selîm Beg bi berprsyariya wê rabûye.. Ev Kovar (Jîn), wežana fermî ya rêxistina Komela Tealî Kurdistanê bû.

   Di Komela Tealî  Kurdistanê de, ew li rexê Emîn Alî Bedirxan û kurên wî sekiniye û doza serxwebûna Kurdistanê kiriye, vajî Žêx Abdulqadirê Nehrî serokê komelê û Zeynelabidîn berbirsyarê komelê li Adana.. Û her wisa di sala 1918/1919 an de Memdûh Selîm di gel Sureya Bedirxan, Arif Mardînî, Nicmedîn Kerkûkî, Abdullah Cewdet.. sekiniye û komela (Lique Kurde) damezirandine.. Di 20 çêriya pažî sala 1919 an de Memdûh Selîm karîbû bi hunera dîplomasiya xwe, raya komeleyên Kurdî (Komela Tealî Kurdistanê, Komela Težkîlatê Îctîmaiye, Komela Serxwebûna Kurdistanê û yên din), di bin serokatiya Žerîf Paža de bike yek û Žerîf Paža wek nûnerê Kurdan bi Nûbar Paža nûnerê Ermeniyan re beždar bibe û herdû bi hev re doza mafê netewên xwe bikin.. Anku Memdûh Selîm karîbû Kurd û Ermenan li hev bîne, berî ku peymana Sîverê di roja 10.8.1920 an de bê mor kirin.. Tevî qirkirina Ermeniyan û gunehê ku bi rex Kurdan de dihat avêtin û hê jî tê avêtin..

   Di sala 1922/1923 an de Memdûh Selîm neçar dibe ku Stenbolê li paž xwe bihêle.. Hingî diçe Misrê, bajarê Qahîre bal Sureya Bedirxan û pêlekî li wîr kar dike.. Pižtî têkçûna žoreža Žêx Seîd di 1925 an de, careke din welatparêzên Kurd, ronakbîr û hîmdarên komeleyên Kurdî yên Stenbolê di Rojhilata Navîn û Ewrûpa de belav dibin û Kemalîst piraniya serok ežîr, Žêx û axayên Kurdan Sirgûnî Anadola Rojava dikin.. Di sala 1926 an de mîr Celadet Bedirxan bo mirina bavê xwe Emîn Alî, ji Almaniya tê Qahîre. Li Qahîre çav bi birayê xwe Sureya û dostê xwe Memdûh Selîm, hevalê rojên Stenbolê dikeve.. Pižtî vežartina mîr Emîn Alî Bedirxan di goristana Qahîre de, her sê ronakbîrên Kurd di rewža welat û welatiyên xwe de diponijin û di encam de ramana damezirandina komeleyeke Kurdî ya nû bi alîkariya Ermeniyan dikeve serê wan de. Ji bo vê armancê Mir Celadet Bedirxan û Memdûh Selîm Beg têne Beyrûtê mala Mîr Xelîl Ramî Bedirxan, waliyê Maletyayê yê berê.. Li Beyrûtê, Memdûh Selîm û mîr Celadet Bedirxan, pêwendiyan bi Ermeniyên Beyrûtê re girêdidin, di serê wan de, Vahan Papazyan, berpirsê partiya Tažnaq li Libnanê..

   Û di encam de Memdûh Selîm bi dîplomasiya xwe û dostaniya xwe a kevin bi Ermeniyan re, wan razî dike ku alîkarbin bi Kurdan re ji žorežeke nû re.. Ji rexekî din ve Mîr Celadet Bedirxan jî têkiliyê bi welatparêzên Kurdan yên revyayî û sirgûnkirî re girêdide wek Dr. Mihemed Žikrî Segvan li Bexdayê, Žerîf Paža li Parîsê, Mistefa û Bozan Žahîn li Cerablis û Kobanî, Elî Riza kurê Žêx Seîd, Haco axa û Emîn Axa Perîxanê li Sûriyê, gundê Dugirê..û ji wan dixwaze ku li Beyrûtê kom bibin.. Û wiha di roja 5ê çêriya pêžî sala 1927 an de bi navê (Xoybûn), rêxistineke nû di mala Vahan Papazyan de tê damezirandin. Memdûh Selîm Beg û Mîr Celadet Bedirxan ji hîmdarên damezirandina Xoybûnê yên sereke bûn. Tevî qirkirina Ermeniyan û dilmaniya wan ji Kurdan.. Memdûh Selîm beg du carî karîbû Kurdan û Ermenan lihev bûne û wan bigihîne hev; carekê di peymana Sîverê de û carekê bi avakirina Xoybûnê.. Gelo roja îro rêxistinên me karin peymaneke wiha hevbež bi Ermeniyan re ava bikin..?!

   Komela Xoybûnê Žoreža Agirî birêve dibir.. Pižtî her çar/pênc eniyên žer ku ji Binxetê ve di hawara Îhsan Nûrî Paža û žervanên Agirî de bi paž de zîvirîn û hewildana wan beravêtî bû, Memdûh Selîm Beg û Mîr Celadet Bedirxan di dawiya havîna 1930 ê de, xwe bi žervanên Agirî ve gîhandin.. Lê Sed mixabin çûna wan jî bê sûde bû.. Paž vegera Memdûh Selîm Beg ji Araratê dît ku ew keça Çerkez ya ku li Beyrûtê hezê dikir mêr kiriye.. Jana vê hezkirinê pêre dirêj dike.. Memdûh Selîm Beg li Sûriyê a ku hingê di bin desthilata Fransîzan de bû, di wezareta perwerdeyê de mamosteyî kiriye û bi taybet li Bajarê Antakiyayê. Di sala 1936 an de pižtî ku Antakiya ketiye bin destê Tirkan de li bajarê Derea û Laziqiyê mamosteyî kiriye, pažê li Žamê nižtecî bûye û di eynî wezaretê de bûye mufetižê perwerdeyê.. Di wan salan de jî jinek ji malbata Cezairî ku bi temenê xwe mezin bû ji xwe re aniye û jiyana xwe li Žamê burandiye ta ku malnîžî bûye.

   Wek ku me got, Memdûh Selîm Beg, rojên dawî ji jiyana xwe li bajarê Žamê derbas kiriye. Di sala 1976an de, li Žamê koça dawî kiriye û li taxa Kurdan, di goristana žêx Xalidê Neqižbendî de, li kêleka rêhevalên xebata kurdewariyê mîr Celadet Bedirxan û Qadrî Can hatiye vežartin.

   Ji bo bêtir pêzanînan li dor jiyana Memdûh Selîm Beg nas bikim, di rojên 10-11-12- 02.2011 an de, bi telefonê, ez çend carekî bi mamoste Gorgînê Mele Hesenê Kurd (Hesen Hižyar) re axifîm, yê ku mala wî li Žamê ye û temenê wî 73 sal e û ji kesên nêzîkî Memdûh Selîm Beg bûn. Wî bersiva pirsên min wiha vegerand:

 (Berî ku Memdûh Selîm beg here ber dilovaniya Xwedê, min ser jê qut nedikirin.. Mala wî li Žamê, taxa Muhacirîn bû.. Ew û neviyên sultan Abdulhemîd cîranên hev bûn.. Ji wezareta perwerdeyê teqawît bibû, ew Mufetižê Mearifa bû.. Vê pažiyê jin anîbû, jina wî jl malbatek mezin bû, emîrak Cezairî bû, navê wê nayê bîra min.. Zarok ji wan re çênebûn.. Ji min re digot; di jiyana min de sê dînbûn bi min re derbas bûne: Yek jê ku min bi ya bavê xwe nekir û min Tib nexwend, a din ku min ew keça Çerkezî ya ku min hezê dikir nezewicand a sisiyan ku ez ketim nav siyasetê de.. Û got, (hêjî gotin ji Gorgînê Mele Hesenê Kurd re ye): Memdûh Selim li Žamê rojnameyek bi navê Antakiya bi zimanê Tirkî dijî Kemalîstan diwežand.. Lê hejmarên wê li ber destan nînin..?! Li dor pirtûkxaneya wî wiha got: Pirtûkxaneyek mezin li cem hebû, li ber dilê wî pir žêrîn bû, pirtûkek jê nedida kesekî.. Pižtî mirina wî jina wî ew pirtûkxane da Komela Selahedînê a Xeyirî li Ammanê.. Carekê ez bi Martin re çûm cem, herdu bi Fransî bi hev re peyivîn.. Çendî Martin xwest ku tižtekî ji ser zimanê wî tomar bike, hin ji bîranînên wê binivîse, lê Memdûh Selîm Beg qebûl nekir û tižtekî hêja negot..
Ew di sala 1976 an de mir, meh û roj nayên bîra min.. Dema ku mir, min Kurdên taxê û dostên wî agahdarî mirina wî kirin û min pere ji bo xerciya gorê û guhestina termê wî ji xelkên tarê dahev û min, Mihemed Berzencî, Ebû Memdûh (Navê wî Mistefa Ebdo, ji Kurdên Efrînê bû) û Hesen Dêrkî.. me ew di goristana žêx Xalidê Neqižbendî, rex gora Qedrî Can de vežart.. Lê sed mixabin kêm kes amade bûn.. Dikarim bibêjim em sed kes nebûn..! Cardî mixabin ku niha cihê gora wî nediyar e, tenê bi texmîn zanim li kuye.. Di rex gora mîr Celadet Bedirxan deye, nêzîkî gora Qedrî Can e.. Memdûh Selîm Beg rewženbîrekî pir mezin bû, mirovekî hezxwekirî bû, donciwan bû. Pêwendiyên wî bi eremeniyan re xurt bûn..)

Gazindek: Di dawiya vê xepartinê de gazindekê ji serokên rêxistinên Kurdên Sûriyê yên wê hingê dikim ku, bi erkê xwe yê netewî derbarî Memdûh Selîm Beg ranebûne.. Her wiha gazina min ji Kurdên Žamê û tev welatparêzên Kurdên Sûriyê jî heye; çawa guhnedane gora Memdûh Selîm Beg ku niha kes cihê wê nas nake..! Wax li vê sosretmayê..


Konê Rež

Qamižlo, 15.02.2011



Jêder: Netkurd


 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahī Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark