Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Nakokiya çivîkan di gulistaneke dagîrkirî de

 


  Hîn Welat

Demeke dirêj min di rûpelên hin hevalan de, peyvên çep û rast didîtin, tê de didan xuyanîkirin, ko ew dijî nivîskarên kurd ên ko bi zimanê biyanî dinivîsînin radibin.
Ez hêvîdar im, ko ev kesên ji xwe razî piçikî li xwe vegerin, û bi çavekî girs û berfirehtir li mijarê binerin.
Dema mirov ji aliyekî tenê li nivîsên wan dinere, wê hingê mirov dibîne ev xebata wan li ber avê diçe û bi keda wan tora biyanî biser dikeve.


Lê gava em ji her alî de, li nivîsên wan dinerin, em dibînin ko wan nivîskarên me, bi nivîsên xwe yên geran buha, derdên û daxwazên kurdan, li ber awirên welatên biyanî raxistine, û bilindiya hestên kurdî bi cihanê dane naskirin.
Eger em li xwe vegerin û morikên pirsan bidarve bikin emê deyndarên gelek nivîskarên kurd yên bi zimanê biyanî dinvîsînin derkevin ko mafên wan widaye.
Çi mirovkî kurd heye di gerînoka pirsan de bêzar dibe.
Kanîn dibistanên kurdî?
Kanîn ferhêngên resen?
Ka me bi çi zimanî xwendiye?
Ev hin ji hezar pirsên rojana em ji xwe dikin lê mixabin em li ber jî radiwestin û tu xebatê nakin.
Dema carê em li peyveke kurdî digerin, û dibînin ko wa di ferhengê de peyveke biyanî xistine cihê wê de, û hember wê sê çar peyvên kurdî hene, lê ew peyva wata dirist dide nexistine ferhengê, ew jî, ji ber ko lêvegera bi hûrbînî lê nebûye û ev tiþt jî vedgere ser kemasiya berpirsên welatê me.
Ka kî berpirsên zimanê kurdî ne?
Ta kangî emê êrîþî nivîsên hev bikin û her kes wê bibêjî serê werîs di destên min de ye?
Çima em li hev guhdar nakin û gav bi gav bi hev re pêþde naçin?!.
Çi nivîskarên bi zimanê biyanî dinivîsînin, bêtirî ji 17 salan bi wî zimanî xwendine, dibe ko ji wan re pir zahmet be hestên xwe bi zimanê kurdî binivîsîne.
Ma ev nivîskarên bi zimanê biyanî dinivîsînin, gelo ji xwe napirsîn bê ka çi sûdê dighînin kurdan?
Helbet ji xwe jî dipirsin be ka bi çi zimanî xurtin da ko pê binivîsînin û sûdakê bighînin miletên xwe.
Eger hin kes hene xwe dibînin zanyarên zimanê kurdî bila nivîsên wan wergerînin kurdî da ko sûdakê bighînin milet baþtire ji jûtina peyvên nivîsê û birînkirina hestên nivîskar.
 
12.02.2011


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 10


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark