Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

belavokên partiyan: Xwendinek li dor bûyerên Tûnis û Misrê

 


  Dîmoqratî kurdî – hejmar 29

Di 1/12/2010 an de , û berî bûeyrên Tûnis û Misrê , Rojnama ( Dîmoqratî ) nameya vekirî ya ku Mamoste Hemîd Derwîþ ji bo serok komar re þandibû belav kir , di wê nameyê de rewþa karesetî ya ku herêmên kurda gihaþtiyê de bi sedema siyasetên þovînî û pilanên nejadperstî û ziwahiyê .. û wê nameyê xwest ku destpêþek ji serok bê da sînorekê ji vê rewþê re deynê û çareseriyekî ji dozên welat re bên dîtin ..


Û di roja îro de , li dû bûyerên xwepêþandin û raperîn ku li herêma rojhelata navendî û bakurê Efrika yê çêdibin di dema dawî de , ku ji Tûnisê û Misrê û Urdin û Yemen û Cezayêr destpêdike , giringiya wê destpêþê zêde dibe ji bo dîtinek hebe ji bo sekinandina vê êþê û berhemên wê yê nîgatîf .
Ev bûeyrên ku di van roja de li çend welatên herêmê de pêktên , ne ji valayêkê de çêdibin , lê bê gûman ji êþekê tên .. li Tûnisê wê raperînê rejîma Zeyn Elabidîn Bin Elî xist , û li Misrê ew xwepêþandinên mezin yên ku li gelek bajarên Misrê pêktên dixwazin ku rejîma Husnî Mubarek nehêlin  .
Ev xwepêþandan û raperîn di destpêkê de tên ji piþtîneya astengiya rewþa  jiyanî ya ku mirovên van welata tê de dijîn , her wiha ji ber belavbûna gendiliyê ji hêla hakima û kesên li derdora wan , ya ku hiþtiye welatî birçî bibin ji alîkî ve û siyasetên zorkarî û zordestî ku ew rejîm li dijî welatiyên  xwe pêktînin.
Siyasetên devgirêdanê û zorkariyê û zordestiya azadiyên giþtî û tenayî , û nehiþtina welatiyên dî di hevkariya kargêrîna rewþa welat û civakê de , û bixwekirina partiyên hakim di kargêrîna rewþa dewlet û civakê de , ji sedemên serekîne di serhildana xelkê van welata .
Partiya me , partiya Dîmoqratî Pêþverû Kurd li Sûriya , û ji ji bingeha miqatibûnê li ser berjewendiya niþtîmanî ya welatê me Sûriya , û ji bo ti bûyer û hejandinên civakî li welatê me çênebin , gelek caran daxwaza çaksaziyên siyasî û abûrî û civakî kiriye , û îro dîse takîd dike li ser wê helwêstê ji bo dûrxistina xeterên di rê de ku mumkine bê ser aþtî û cîgêreya kesûkarî di Sûriya de .

* rojnameke mehane ye Partiya Dimoqrati Pêþverû kurd li Sûrya belav dike – hejmar (29)

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark