Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Reþîd Hemo sîmbola neyê jibîrkirin e

 


  Bilal Hesen 

Bi dilê xemgîn û derûna melûl, min nûçeya koçbûna dawî ya mamosteyê xwe, siyasetmedarê çalak û zîrek, xemxwerê gelê kurd Reþîd Hemo bihîst.
Akama vê bûyerê ewqas li min giran e, ji ber ku bi hezarên kîlometran ez dûrî mamosteyê xwe bûme, û nikarim awira dawî li binerim.
Tiþtê hinekê vê êþa min kêm dike ew e, ku mamoste Reþîd Hemo, tevî ku bi gewdeyê xwe ji nav me barkir, û çûyîna wî bê veger e, lê ez û her kesê Kurdê dilzoz û wefadar dê di navbera þopên xebata wî, nerîn û boçûnên wî, raman û hizrên wî  re , wî  bibînin, ji ber ku ew ne tenê kesekî Kurd bû û hew, belê ew dibistanek e berhemdar bû.


Îro ez bi bîra xwe tînim, çawa Reþîd Hemo di dawiya salên çelî û destpêka salên pêncî yên sedsala bîstem de, li Çiyayê Kurmênc; devera Efrînê, gund bi gund digeriya, û gelek xortên wê demê, ez jî di nav de, hînî xwedinê dikirin, westanê û birçîbûnê û belengaziyê nikarîbûn riya wî bigirin, û wî ji hînkirina me xortên wê demê bi dûr de bixînin.

Ew xebata Reþîd Hemo ne ji xwe berê bû, û ne jî bê pilan û bê armanc bû, belê ez dikarim bibêjim, ewî bi dûrbîniya xwe nifþek ji bo armancine bilind amade dikir, vê lomê ewî ew xortan ne tenê hînî xwedin û nivisandinê dikirin, belê bi ser de jî ewana ji hêla ramanî û hiþyariya netewî de jî hîn dikirin, û asowê raman û hizra wan fireh dikir.

Tevî ku ev pilan û mebesta wî, belkî  di destpêkê de, ji gelek kesan û þagirtên wî ve ne diyar bû jî, lê gava gelek ji wan þagirtan tev li xebata rêzanî û ramyarî kurdî bûn, ew pilan û mebest sayî û zelal hatin xuyakirin.

Reþîd Hemo bi wê gava giring û hukardar rê li pêþ xebata rêzanî durist kir, û vê carê jî ji xebata hînkirina xwendin û nivisandinê derbas warê ramana civakî û netewî bû, û dîsan gund bi gund geriya û belengazên Kurdên xulmaþ þiyar kirin, û kurdayetî bi wan da naskirin, û ta dawiya jiyana xwe dest ji vê xebatê berneda.

Ev dûrbîniya Reþîd Hemo ji hemî hevalên wî, damezrênerên yekemîn partiya kurdî li Sûriyê sala 1957ê ve jî diyar bû, çimkê gelekan ji wan di nivîs û axiftin û bîranînên xwe de çêla bandora wî li ser tozik û rêbaza wê partiyê kirine, û weha çûne, ku di roja damezrandinê de hinek xalên  tozik û rêbaza partiyê, li gor pêþniyarên wî hatin guhertin.

Reþîd Hemo, bi van çalakiyên xwe, û bi xebata, ku heya roja mirinê domandiye, dikare di dîroka kurdayetiyê de bibe sîmbolekî neyê jibîrkirin.


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark