Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Siyasetvanê kurd Reşîd Hemo koçbarkir

 


  Va hêvara roja Înê 17 ê Berçile 2010 an li ser riya Heleb – Qamişlo , bi bûyerek turimbîlê , Siyasetvanê kurd ê nasdar Reşîd Hemo koçbarkir û çû dilovaniya xwe ji temenê 85 salî , û naha di xestexana Elrehmê - bajarê Qamişlo de  ye .
Nemir ji gundê Hopika – Raco- Herêma Kurdaxê (Efrîn) – Parêzgeha Helebê – Sûriyê ye , yek ji kesên ku Partiya kurd a yekem li Sûriyê di havîna sala 1957 an de damezrandine , kesekî welatperwer û mirovhez bû , ji ber doza kurdî û zanînê de demek dirêj derbas kir û pir  xebitî .


Bila ciyê rehmetî bihuşt be
17.12.2010
Jêder: Malpera Newroz

---------
Birûskek sersaxiyê
Zarûzêçên Kurdan yên payebilind,
malbata Xwedê jê xweş Reşîdê Hemo,
Bi êş û şîneke pir kûr me îroj nûçeya koça dawî ya tekoşer û rewşenbîr û rêzanvanê bi nav û deng Xwedê jê xweş Reşîdê Hemo bihîst, ew xebatkarê ku di hemû temenê jiyana xwe de berdestiya pêşketinê di nav miletê xwe de dikir, ji lewra wî di herêma çiyayê Kurmênc de dikarîbû bi roleke girîng di nav civata Kurd de rabe, da ku tevgera rewşenbîrî û rêzanî li wir bi pêş de bibe, û di demeke pir kurt de ew dibe yek ji wan kesên naskirî di herêma xwe de, lê daxwaz û dilgermiya wî ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd yên rewa, wî dikşîna nav rêxistin û komeleyan ku di rêka wan de armanc u baweriyên xwe bighîne serî, ji lewra wî û birêzên mîna Osmanê Sebrî, Hemîdê Derwêş, Hemzê Niwêran, Xelîlê Mihemed, Şewketê Henan û Mihemedê Elî Xoce di14.06.1957 an de partiya dîmoqrata Kurd li Sûriyê damezirandine, ya ku partiya rêzanî ya pêşî bû di nav Kurdên Sûriyê de. Û ji bo pirsa gelê xwe xebatên rêxistinî li nav gelek bajar û gundên Kurdistanê kiriye.
Helbet ew rêka ku wî gorbihiştî ji xwe re helbijartibû, pir zor û dijwar bû, û di pêvajoya jiyana xwe de birçîbûn û belengazî, veşatin û binçavkirin, zindan û azarî ji destên desthilatdarên Sûriyê dîtiye, lê ew kiryarên nîcadperest nikarîbûn wî dûrî doza wî bikin, û di nav wan berberiyan de her ma ew Reşîdê dilsoz ji pirsa miletê xwe re, û ta koça xwe ya dawî jî di kêferata jiyana xwe de berdestî ji gelê xwe re dikir, ji lewra wê ew xebata wî ji hemû tekoşer û xebatkarên miletê me re mîna nimûneyekê bimîne, û ev koça wî ya dawî ji miletê Kurd re ziyanek mezin bû.   
Serê gelê Kurd saxbe, aramî ji malbata wî re û Xwedî wî bi dilovanya xwe şad bike.
Rêxistina Elmanya ya partiya dîmoqrata pêşverû ya Kurd li Sûriyê.
17.12.2010
       

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark