Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ēirīska dawī ji agirź sīnema Amūdź vemirī..!! Bibona pźnciyemīn salvegera žewata sīnema Amūdź.

 


Dilawerê ZENGÎ

Dem: Roja yekžemê, 13/11/1960î li bajarê Amûdê- barêzgeha Hisiça.
Ev roj, rojeke dîrokî û bi nav û deng e. Ev roj, roja žewata Sînema Amûdê ye. Roja žewata 300 zarokên bê guneh e/ ji bilî nîvkuj û birîndaran/. Roja ko 300 nav ji dara jiyanê hatin wežandin û di goristana Amûdê de li rex girê Žermola hatin vežartin.
Ev roj, roja ko hemû dergehên asîmanan hatin vekirin, tenê dergehê Sînemê li wan zarokên bê guneh hate girtin û kilîtkirin. Dergeh hate girtin û kilît di bêrîka xwedayê zemîn de bû.


 Di bêrîka qiral û fermandaran de bû. Xwedayên zemîn û asîmanan civîn gerandin.., li hev pirsîn..di guhê gurê Manco de xwendin.. û biryar dan.., Vê carê gurê Manco ne tenê zarok tirsand.. ne tenê hate  xewna wan.. belê bi rengê agir li wan diyar bû.. û ew cih li zarokan kir dojeh û Amûdê bû tenûra êgir. Qêrîn û hawara zarokan li ber sira bayê êgir ket û çû, çû.. bû dûman û bi jor ket. Bû pêt û rivîn û li ba ket. Bû xwelî û di çemê Amûdê de herikî. Zarok žewitîn.., dilê diyan peritî.., kezeba bavan žewitî. Xuh û biran.., xal û apan žîn gerandin… Bo žîn û girî li her mal û deran.
Lê fincana qehwê li ber xwedayê zemîn e û bi berdana dûmana çixarê ji herdû qulên poz û devê xwe re dida der û hilma žewata lažan li pozê wî dida û pêre  pêre digirnijî, serî dihejand û serxwež dibû..!! Belê dayê.. dikeniya.. dengê kenê wî bû babîsok û digeriya.. bû icacok û li hev digeriya.. bû kirasekî rež û li Amûdê aliya… Li bajêr bo qêrîn û hawar.. li ezmanan bo žer. Žerê Homan û Ehrîmanan.. li hev dan. Žeytan û perî bi hev ketin. Periyan agir vedimrandin.., žeytan û iblîsan bi baskên xwe agir gûr dikirin. Žeytanên erd û ezmanan li hev pirsîn… û li wan zarokên bê guneh bûn yek..!! Dêwên sor û rež bi požan çûne hev… Ehrîman û hirmiz hev talan kirin. Bi narevînê em haž kirin…!!!! bi ne zanînê em gunehkar kirin…!! Tižtê bû, bû û çû.. em ketin xewê.. em ketin temara mirinê… bê pirs û bersiv..!! ka çibû…!!??. Çewa bû..!!??. Kê kir..?! Gunehê kê bû?!!.. Ka rêber û xwediyên vî miletî?!... ka Axa û Žêx.., kanîn ew qehreman..!?. her tižt hate jibîr kirin…!!. Homan û iblîs li hev hatin…!! Hêdî hêdî… her tižt hate jibîr kirin. Belê dayê tu jî hatî jibîr kirin?!..


 
Ferîda Elî

 
Ferîda Elî û Kurê xwe Muhemedê Îsmaîlê Emê.



Erê dayê.. ez qurban.. te çikir..!?..pêžiyan gotiye: (Žêr žêr e, çi jin e, çi mêr e)!!. tu jinek bû.. lê ne wek her jinan!!.. te žer bi agir,  bi žeytan û iblîsan re kir. Te çend caran xwe avêt nava êgir..?! Te çand caran bi qeflan zarok ji nava êgir rizgar kir..?!! Ez qurban.. te karibû bi dehên zarokên bê guneh ji agirê sînemê riha kirba, lê te nikaribû birayê min Ehmedê Îsmaîlê Emê ji wê dojehê riha kirba.!!! Te digot: lawo!.. ev tev zarokên me kurda ne.. ev tev berxên ber kêrê ne.. li me ferman e…
Rast e dayê ev tev zarokên me Kurda ne.. bi destê žeytan û iblîsên erd û ezmanan hatin žewtandin.. li me nezana ferman e.. zarokên bê guneh žewitandin, teyr û tulûrên buhižtê tev fetisandin û bi xwendina lavija žeytanî re gihan armanca xwe. Lê me çikir ??!!... Em bi xwendina Sûreta Yasînê daketin.. Em bi gotegot û çiqeçiqa ber bayê ažê vala ketin.!! Em bi êža mirîžt ji hêkê ye, yan hêk ji mirîžkê ye ketin!! Ka rêber û serok, ka axa û maqûlên kurdan!!??. Ka rewženbîr û nivîskarên leheng û žêr!!??.. Ka Kurdên …,..,… ne tenê wisa bû. Lê, lawên te wa te jibîr kirin. Dayka pakrewanan jibîr kirin.. tenê wêneya te wek wêneyek bê can û rewan tê belavkirin. Ez bawerim tu kesî nepirsiye ew wêne ya kê ye?! û xwediyê vê wêneyê kiye û navê wê çiye?! û çi kiriye?!..
Dayêêê…ji neçarî ezê hinek gazinan bikim. Di vê civata daholvanan  de, tenê navûdeng ji mêran re ye. Tenê salixdan û pesindan ji axa û maltêran re ye..!!. Bila dilê te bi halê te nežewite . Ez dizanim  nivîskar û rewženbîran keda te ne anîn ziman û te jibîr kirin..!!.. Ez dizanim daholvanan hin kirin leheng û hin jî bin pê kirin. Erê dayê, karê me Kurda ev e.. Em dikarin dawetekê bê dahol û zirne li darxin. Em dikarin li dahol û zirna xelkê jî xin. Lê, dayê tu hatî jibîr kirin..!! Ne ji bo tutižtî, tenê ji ber ko tu jin bû. Tu ji malbateke xizan/feqîr/ û welatparêz bû. Lê sed aferîn ji wan rojnamevanên biyanî /Rojnama Elmûsewir- ya Mesrî/ re ko berî lawên te keda te anîn ziman û rastiya te ji xelên te re diyar kirin. Lê dayê ew ne lawên Kurdan bûn!! Lê ka law û neviyên te çikirin!!?..
Mexabin di dema îro de, daholvan û zirnevanên me pirtir bûne bê ko rastiyê vekolin û lê bipirsin û wek bûyî.. wek heyî.. bibêjin û mafê her kesî li gorî keda wî bînin ziman.   Lê ez bawerim wê dîroka gelê te qet wê mêranî û lehengiya te jibîr neke. Wê li sedem û ûžt û gunehkarên wê qetilamê bipirse.. wê xwedî li pakrewan û diya pakrewanan derkeve.
 Di roja îro de, lawên te yên xwedî birûmet xwedî li dîroka xwe derdikevin. Belê, tu nema tê jibîr kirin…. Ez bawerim wê navê te li serê sernameya pertûka dîrokê  bi tîpên zêrîn bêye nivîsandin.
Erê…Erê…dayê, rast e birayê min Muhemd ji wê dojehê riha bû.. û lažê wî yê žewitî.. bi dem û rojê re.. ji wê žewatê rehet bû.. lê ji pêt û agirê žewata ahing û derûna hundirê xwe rehet nebû. Rabûn û rûnižtina wî.. tevger û jiyana wî tev kul û derd û birîn bû. Tirsa agirê sînemê û sawa iblîs û žeytanan xwe bera hundirê wî dabûn… žewata birayê wî Ehmed ji ber çavên wî nediçû. Ev agirê sînemê her û her pê re ma û xwe ji hizir û dil û hižê wî bernedida. Ew agirê di hundirê wî de, roj bi roj, mezin û gûr dibû. Bi dengê qêrîn û hawara zarokan re har û dîn dibû.. Tew kula mezin bavê min bû. Bavê min.. kuldar û xemxurê wî bû.. Ne bijîžk û hekîm man .. ne derman û ocax man… qet tutižt bi lawê wî yê nesax kêr nekir. Bavê min bi wê kulê mir. Erê dayê.. kula me bi kul be û di canê dijminan de der be, ew kul bi te re jî çû gorê... lê diyar e we soz bi hev re dabû… Birayê min Muhemed jî pir dirêj nekir.. bê ko xatir ji min bixwaze ewî jî barkir ji vê jînê… Tu bawer ke dayê xatir nexwest û barkir…koçkir û ez bi tenê hižtim. Erê, ez bi tenê hižtim….
Tenê ez dizanim bi çûna wî re.. bi mirina wî re.. bi mirina vî pakrewanî re.. çirîska dawî ji agirê sînemê vemirî.


 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 3
Bi Tevahī Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark