Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: PELGÊN DARA DILÊ TE DIWEÞIN

 



Demhat Dêrikî

Esmerê, min nedizanî wê dilê te dilê welatê min de
yê ku di nava narîncok û bêhna agirê ji bin pêlavên
biyanan difore, bêhna beybûn, nêrgiz, bûkgulên zeviyan
pêþkêþî te dike, zer bibe!..


Niha payîz di nava te de dike guve guv û pelgên dara dilê te
diweþin! Ne Amed tê bîra te, ne Qamiþlo, ne Hewlêr û ne jî
Mehabad tê bîra te! Ji xwe te hezkirin di nava xwe de kuþt!
Ka? Te bi werîsê Þêx Seîd sond dixwar, te bi peyvên Qazî
sond dixwar, te bi agirê sînema Amûdê sond dixwar,
te bi komkujiya Hewlêrê sond dixwar ku wê dara dilê te buharî be?!
Na na esmerê, ne kurte kirasên ku mil û piþtan dikin xewnên awiran
ne jî rûdermanê lêvan dikin"sorgulî"dikare pîneyên dil winda bike!
Te çi zû jibîr kir?
Di wan þevên barînî de, li ber penecereya dilê te
min ji kenê te re digot,
min ji pora te ya di nava destê min de bêhna sirûþta
welatê min belav dikir digot,
min ji wan dêmên te yê bi geriyana tiliyên min re  dibûn gulveker digot,
min ji wan lêvên te yê bi ramûsanên lêvên min re hesnesyên jînê diafirandin
digot, dilê min ji welatê serhadê tê,
dilê min kirasxeftanê dayîka Cizîra Botan tê,
dilê min ji nalînên Mihemed Þêxo tê!
Ev e dilê min…û te bi ayatên serpêhatiyên welatê rojê sond dixwar
wê dilê min di dilê te de dareke pelge geþ be!
Mixabin, va pelgên dara te diweþin, esmerê!


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark