Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: seyrana mini

 



Þêro DALÎNÎ

hingavtina tiliyên te..
dîlan û reqsa mine
tewafa tenikiya du lêvên te ..
peyala serxweþî û heca mine .
te çi agir berdaye tirafa hestên minî kerixî  ..


ezê vê êvarê çi bejim çavên xwe
yên ku ji gera li te na westin..
nizanim kî ne hiþt çavan têr bikim ..
nezanim ..
nizanim belkî ez ji te têr nabim ?!
tenê zanim ez ji te hezdikim ..
ji te tenê .
bi dilê mine ku ..
bajarekî bi jin û mêr û zarokên wî ..
diyarî te bikim
zanibe tu di kolan û sikakê mejiyê min de
tovê evînê li laþê minî þor belavdikî ..
ji sînga min derkeve
were li hemberî min ..
hema bîstekê tenê raweste
belkî carekê çavan têêêr bikim
min çiqasî dixwest xwêya dendikan ..
ji du lêvên te bi maça yekemîn zuha kiriba
û min xwe azad kiriba
û tu jî azad bûba ..
bera êdî kenê te bi firê ketiba
bera meþka ezman ji hev belavkiriba ..
û ez ji mija lêvên te bi tayê ketiba .

www.sherodalini.net
sherodalini@hotmail.com

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark