Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: HISÊN ÎBIŞ NÊÇÎRVANÊ , PARZEMÎNA REŞ

 


Luqman silêman
Luqman_sileman@live.se
Hisên îbiş kî bû û ji ku bû çi kir û çi ne kir ma gelo wî ji kurdîtiya xwe re kir yan na? emê niha bibînin ka ev mirovê bi seda Pezkovî, Xezal, Şêr, Piling, yek sitirih, gamêş, Fîl, Zûrafe, Beraz, Kerê berî, Gur, Çêlek tiştê ku kariya li Efrîka û Hindê bi kujê kuştiya, û biriya Engiltera û li wir ew pûçkirin, û ji wir anîne Şamê.....?
Hisên Îbiş kurê Ehmed Îbiş e li Şamê di sala 1884` an de daykbûye ji êla Kîkane ji Diyarbekir hatine Şamê di dema Osmaniya de, lê kengî û ji ber çi li welatê xwe hatinê  Şamê malbata wî dibêjin em nizanin çima em di vire derketine.!!



Ehmed Îbiş yek ji maldarê Şamê bû di dema xwe de û di kurê wî hebûn yek Hisên bû û yê dî Nûrî Îbiş bû..
Ehmed Îbiş xwediyê çar gundabû ji gundê Xûta li Şamê di wê çaxêde ewjî evbûn.
El heyecane
El bêtariyê
El xezlaniyê
Dêr hecer.
Hisên Îbiş di sala 1906` an de bawernama bazirganyê  ji zangoya Emerîkî li Beyrûdê wergirtiye piştî demakî keça Ebdirehman Başa Elyûsiv yê ku serokê meclis Elşûre û serokê mehmel Hec Şam şerîf bû ji xwe re aniye.Ebdirehman Başa neviyê Se` îd Başa Şemdîn bû ewjî kurdbûn..
Piştî ku Osmanî ji Sûriya derketin û meclis hikum hate damezarindin hisên Îbiş yek ji indamê wî meclisî bû di sala 1919` an de lê xuyadike Hisên Îbiş ne digot ez kurdim yan jê nedihate naskirin ku ew kurde.
Peywendiyê Hisên Îbiş bi piraniya rewşenbîr û welatparêzên Ereb yên wê demêre hebû.. lê tiştê ku ji dîroka Hisên Îbiş tê xuyakirin wî nêçîr li çol û çiya di ser mafê miletê xwe re girtiye û ne xwestiye ku serê xwe bixe tehlûke ji bo miletê xwe ji lewma wî ji sala 1904` a cara pêşî berê xwe daye beriya herêma Hesekê û hin ji malbata xwejî dane dora xwe û demak li wê beriya bê xwedî bihûraniye lê cardî tê xuyakirin ku nêçîra li beriya Hesekê ew têrnekiriye ji lewma di sala 1914` an de berê xwe daye parzemîna reş Welatê Robson stiranvan û xebatkarê miletê xwe û Hindistanê Welatê Xanîd Welatê berxwedanê lê ne ji ber ku ew perwerdeyî rendê berxwedanê bibe di ber miletê xwe de na ji ber ku navekî û dîrokekî ji bo xwe çêbike..
HiSên Îbiş sê carî çûye Efrîka û hindistanê û her carekî sê sala maye. Bêgoma di dowazde salan de li Efrîka û Hindistanê vî xweşmêrî bi seda Xezal û pezkûvî û Şêr û pilind û Fîl û Zûrafe û çêlek û beraz û Gamêş û Kerê berî bi kinayî çi heywanê li pêşiya wî derketiye wî ew kuştine û ji wir birne Birêtaniya û li wir hemî pûçkirine û piştî demak dirêj keda xwe ya dowazde sala ji Birêtaniya di rêya deriya re anîne Sûriya lê xuyadike li Sûriya tu guhdan li keda wî nehatiye kirin.. gelo ji ber çima ku ew kurdbû guhdan li keda wî nehatiye kirin tevlî ku Hisên Îbiş nêçîrvanek bi nav û dengbû û gelek Welat hebûn di xwestin ku Hisên Îbiş nêçîra xwebidê wan û tiştê ku wî bi xwesta wê bidanê.. pir tiştê ku Hisên bi xwêdana aniya xwe û di nav tirsêde û gerim û serma Hindistan û Efrîka û bê ku hikumeta Sûrî yek wereqê bidiyê anîn Sûriya bi hêsanî li ber piya çûn ji bê guhdanî û bê xwedîtî.. lê xuyadike yê ku Welatê wî ne be xebata wî neya wiye ew çibike dimînê winda yan windadibe û di navlingade diçe. Hisên Îbiş jî xwe li Welatê xwe nekir xwedî wek ku xelkê guhdan li xebata wî nekirin û ew winda çû. Tevlî ku malbata wî gelek weldan kirne di demê pêşde da ku keda wî derin ji qurcikê tarî û bihêlin ronkahiyê bibîne lê hewildanê wa tev wek berfa pûtik li ber sira bayê kur çûne..
hin cara malbata Hisên Îbiş kedawî di malê xwe de şanî xelkê kirine lê keda wî mestire ku di mala de şanî milet bibe..
carekî di sala 1936` an de di pêşingeha Şamê de ya Diwelî ji kîsî wî hatine raxistin bê ku hikumet alîkariyê pêre bike.
Malbata wî dibêjin çaxê Hisên Îbiş keda xweya dowazde sala li Birêtaniya danîbû ji bo ku xiranebin pir pere lêdidan ew jî tev ji berîka wî bû.. gotin li ser vî xweş mêrî û xebata wî bi dawî nabe.
Hisên Îbiş yek ji wan kesê ku li ser tiliya dihate jimartin di dema xwe de. Maldar, rewşenbî, nêçîrvan, wezîr, bi hemî beşê xwe ve ji lewma wî gelek nîşan wergirtine ji Ferensa û Birêtaniya û ji Sûriya. Nîşana melevaniyê, ya siwarbûna hespa,ya avêtinê, ya embûş ya lîstikê hêzê û hin ji bo xebata wî di warê çandiniyê de. Û wî kasa Ereba ya gokê wergirtiya bi navê Sûriya û Melek Faroq Melikê Misrê daye destê wî...
Malbata Hisên Îbiş dibêjin Hisên yekimîn kesbû yê ku gok derbasî Sûriya kiriye û hîn ew gok li cem malbata wiye..
Hisên Îbiş dibistanek li gundê xwe Elheyecana çêkiriye û xwendin tê de belaşbû û çaxê ku Celadet hatiye Şamê Hisên Îbiş hezar donim erda li gundê xwe yê  ku bi navê Hêcan danê da ku ew xwe bi wî parçê e`rd  xwe xwedî bike.. xezûrê wî Ebdirehman Başa Yûsiv nexweşxana ebin Nefîs daye hikumetê di wê demê de..
 

Hisên Îbiş di kur û di keç hebûn:
Yûsiv li zangoya Emerîkî xwendina xwe bi dawî kiriye û çûye Emerîka û maye li wir ta çûye ser dilovaniya xwedê.
Ziyad jî li zangoya emerîkî xwendina xwe bi dawî kiriye ew niha li Şamê ye.
Keçik:
Ehsan jî wek herdû birayê xwe xwendina xwe li zangoya Emerîkî li Beyrûdê bi dawî kiriye û li wir maye û li wir çûye ser dilovaniya Xwedê.
Omeyma ne kêmî hersêkabû wêjî li zangoya Emerîkî li Beyrûdê xwendina xwe bi dawî kiriye û niha ew li Şamê dirûnê..
 

Nûrî Îbiş birayê Hisên Îbiş:
 

Nûrî di bawername ji zangoya Emerîkî li Beyrûdê wergirtine yek bazirganiy e û yek ya çandiniyê ye .
Nûrî Îbiş di dema seroktiya Hisnî Elzehîm de bûye wezîrê çandiniye û di dema seroktiya Edîb Şîşeklî de bûye wezîrê navxweyî û demakî bûye kardestê êlê Sûriya di dema ku êla Begara ya Ereb û êla Kîka ya kurd li beriya Hesekê bi hevketine û malbata wî dibêjin wê çaxê wî li hevhatin di navbera herdû êlade çêkir û erd li wan parkir yanî li hevhatin li ser destê wî çêbû û demakî ew bûye endamê perleman..
Malbata wî dibêjin em ji êla Kîkane ji beşê Cemika...
Di sala 1967 an de Hisên Îbiş çû ser dilovaniya Xwedê û ew li guristana malbata wî li taxa kurda li Şamê bi cîkirin lê bê ku ew bibînê va keda wî ya salên ku miletê xelkê Welat ji xwe re çêdikirn û ew pey kerê berî ketibû û miletê wî li ber linga mabû  bi rengek hişkerê guhdan lê tê kirin û metahif jêre çêdibin û miletê Sûrî li keda wî temaşe dike wek nêçîvanek navdar..
Ez çûme pîşingeha ku keda wî tê de hatiye raxistin lê bi rastî dîtin û gotin tucarî nebe wek hev lê mixabin di wê pêşigehê de tiştek nehatiye nivîsandin ku mirov zanibe xwediyê vê kedê kurde..
Şam 22-7-2010






















































 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark