Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Mirina Kalekî Rind (Osê Hecî Hersan: Bavê Dara)

 


  Konê Reş

   Osê Hecî Hersan(Bavê Dara): Welatparêzekî kurd bû, niştimanperwer bû, xwîngerim bû, dilêşê welat û welatiyên xwe bû, rastgo û bêlayen bû, mirîd û sofîkî Bedirxaniyan bû, berprsyarê belavkirina kovar û rojnameyên Bedirxaniyan bû li Amûdê..

 Doh 24/08/2010, piştî temenekî dirêj dor 93 salan, li Amûdê koça dawî kir û îro bi beşdarbûna welatiyên dilsoz û wefadar termê wî, di kêleka girê Şermola de hat veşartin.  


   Belê, berî niha ez û nivîskar Derwêşê Xalib ji Amûda Bavê Mihemed zîvirîm.. Me kalekî rind di kêleka girê Şermola de veşart û gelek veşartokên Kurdewariyê pêre hatin temirandin; Toşa Amûdê di 1937 an de.. Xoybûna Amûdê û serokê wê Mihemed Elî Şiwêş.. Cegerxwîn û kişafên Amûdê.. Ezîzê Darî, Hecî Ibrahîmê Qiço, Reşîdê Kurd, Elyas Efendî, Seydayê Tîrêj, Mela Şamo, Mele Eliyê Topiz, Evdê Têlo.. Mihemedê Seîd Axa Deqorî û şewata Sînema Amûdê.. Dr. Ehmed Nafiz Zaza û dermankirina wî a duşem û pêncşemê ji xelkên Amûdê û derdora wê re..

   Erê kalekî rind bû cîranê girê Şermola.. Wî jî xwe bi Şermola ve gîhand, berî ku Şermola bimire û êdî em nema zanibin, Şermola li kû veşêrin..?! Bi lêborîn ji romannivîsê Kurd Helîm Yusiv..

Malbata Hersan li Cizire û koçberiyê
Welatparêza Kurd Nûvîn Hersan!
Ez jî bi we re xema koçkirina dawî a apê me Osê Hersan dikşînim, Yezdanê gewre wî bi dilvaniya xwe şad bike, cihê wî buhişta rengîn be. Serê we sax be, serê malbata we sax û serê gelê Kurd sax be. Û wek ku kurdan ji mêj ve gotiye: Ga dimre çerim dimîne, mêr dimre nav dimîne.

Qamişlo, 25.08.2010


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1.8
Bi Tevahî Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark