Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Bawerî

 



Nisrîn Ehmed

Te di xew de dibînim..
çûna te dibînim.
 xwe amade dikim ji çûnê re.
sitêrên min ji dîdarên te re dayîn hev,
 yek bi yek darve dikim.
 li piþta xwe girêdidim.


Gulên ji roniya çavên te biþkivîn
 li ser kirasê xwe ve werdikim.
xewnên li ser sînga te min dîtin…
ristikin li ser gerdena minin.
 bi tilîyên te pora xwe þehdikim.
helbesta cara yekemîn, di nav de diçînim
dizanim…
di dilê te de nîgareke evsane me.
Lê, bêdengiya te dibêjê:
 çûn bê vegere.
ne xeme…
 dilê min bawermende

*******

Deryayekî dixwazim
 
Te digot:
Xweþiya jiyana te me.              
Buhara viyana te me.
Lê, te dizanî ev war, warê girtîgiha ye.
Evînî, gunehê jina ye.
Tu jî wek vê civakê, tirsonekî.
Dilê te zîndan e.
Kevok, ji zîndanan heznakin.
Gul, di tarîstanan de na jîn.
Evînî, di sihê de mezin nabe.
Dîsa, min ji te re digot:
Ez çemekî bi hêzim.
Bi xumxum û dirêjim.
Deryayekî dixwazim.
Evîn û jiyanê lê belavkim.
Gola te têra min nake.
Dergehên deryayê veke.
Yan, ji rêya min derkeve.
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.25
Bi Tevahî Deng: 8


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark