Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Landika xewnan

 


 
Nizar Yosif

Honandin a keziyên çend zeriyan
Biskên çend dilberan
Li hev birês im
Werîs ê hêmandin ê
Bavêj im qurm ê dara tûyê
Li deþt ê


Û seryê din  
Li kembera dar a berûyê
Girê bidim
Û merþik a kevnar
Rengên bi hisretan xêz kirî
Ji tevna pîrik a piþt qof
Li ser raêxim
Bi mûyên don girtî
Ji pirça wê
Pê landikê
Bi wêrîs ve bidirûm
Sêwiyê çav li rê
Nikêta tovê pakrewanekî
Li ser vezilîn im
Bi lorîn im
Komkeder ên makan

Evîna wî ya
Bi barana þaêl re dibare
Yan jî bi gurika êgir
Sincirî tê
Hebûna vî tovî   
Bi êgir û barana te
Boþ dibe

Di xewna xewxweþo de
Bab bi cilê spî
Ji goran ve tê
Hilgirtiye kincên nû
Diyariyên þirîn
Û ew bi yek xirê  
Bero pê direve
Di nava leylanê de
Li her derê
Gurên çavzeloq
Kerên guhfireh xebergêr
Xefk û davên bê keys
Xwestek ji tirsê
Bab hembêz bikê
Têlek rêsayî
Piyê xwas hingaft
Ji xew ê veqetiya
Dilê þikestî
Hîvî li ber bê ketin
Keleka bin av bûyî
Xerciya welatekî
Welatê nîviþkan
Welatê birîndar

Reutlingen
05,11,09

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark