Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Hevpeyvîn: Ez Û Pirsên Kak Mesûd Xelef Li Dor Helbestê

 


  Konê Reş

   Berî pêlekê, mamoste Mesûd Xelef ji Duhokê ev pirsên xwarê yên taybet bi helbestê, bo min şandin. Min jî, bi dilekî fireh bersiva van hersê pirsên wî vegerenad. Pirsên wî jî ev bûn: Têkiliya helbestvan bi helbestê re kengî destpêdike? Û aya têkiliya helbestê bi desthilatê ve heye? Û helbest di roja me ya îro de li kû maye? Fermo xwendevano bersivên min bixwîne:


1 - Têkiliya helbestvan bi helbestê re kengî destpêdike ?
    Di baweriya min de helbestvanê ku zanînek ber fireh û serburiyên dûr û dirêj li bal nebe, ew ne helbestvan e û nikare ti têkiliyan bi helbestê re ava bike. Tev nivîs an helbestên ku mirov dinivîsîne ji encamên ked, west, serburî û cefaya ku ew mirov têde dijî.. Û wiha ew mirov  bê kêfa xwe, bê dilê xwe, bê pilan û ji neçarî çend gotinên kurt û bi wate ji hinavê xwe dertîne ser kaxetê.. Da ku xwe rehet bike û bêhna xwe derxîne. Ew çend gotin Helbest e. Ango wek pîreka ducanî, dema ku dizê, bê çendî bêhna wê derdikeve.. Mirovê helbestvan jî wiha ye... Bi gotinek din ez dikarim bibêjim ku nivîsandina helbestê qeder e.. Di wiha qeder de têkiliya helbestvan bi helbestê re destpê dike.

   Belê giringiya helbesta ast bilind eve ku, helbestvan karibe wê helbestê bi êş û janên xwe an kêf û şahiya xwe, nexweşî û şaşiyên civata xwe an serketin şahiyên miletê xwe bihûne... Ji ber ku yê helbestvan nefereke ji civatê û hisê wî ji yê gelek neferan bilindtire, vêca pêwîste ew berî mirovên normal bi şadiyên xwe û welatiyên xwe re bikene, bi êş û janên xwe û welatiyên xwe re şînê bikşîne.. Di wê şîn û şadiyê de, mirovê helbestvan dest bi hunandina helbestekê dike û wiha têkilî di navbera helbestvan û helbestê de destpê dibe..
   Bi rengekî din; dema ku di zivistanî de baran nebare, di buharî de çûk û çivîk nexwînin, feqîr û xizan bê nan bin, ji êş û kulan merisî bin... Dema ku mirov di welatê xwe de xerib be, di bin zilm û zora neyaran de dîl be, zimanê dê qedexe be, gotina rast qaçax be... Hingê têkiliya yê ku rast û turist helbestvan be, bi hunandina helbestekê destpêdike û hinavê xwe ji kul, xem û janan vala dike...

2 - Aya têkiliya helbestê bi desthilatê ve heye?
   Li dor têkiliya helbestvan bi desthilatê ve, ez ne bawerim ku pênûsek azad heye û ew pênûs ne di bin siya sansorê an terorê de ye. Nexasim di welatên cîhana sisyan de. Di van welatan de sansor rola xwe dilîze, ji ber alozî û gengeşeyên azadî û demokratiyê, û sansora ku heye polîtîkî ye bêtir ji civakî... Ji ber ku desthilatên welatên cîhana sisiyan ji nivîskaran bi tirs in, her dem û gav sawa nivîskaran di dilê wan de ye. Vêca sansora rêjîmên wan welatan rola xwe dilîze û şert û mercê xwe ferz dike..Ji ber wiha rewş, nivîskar bêçar e di bin siya terorê de dijîn, û pirê caran ji bêçarebûn sansoreke kesayetî (zatî) li ser xwe û berhemên xwe datînin, da ku berehmên xwe ji sansorê biparêzin û derbas kin..!
   Di baweriya min de, ev sansora zatî ku nivîskar li ser ramanên xwe datîne, ji sansorê desthilatan xerabtire.. Ji ber ku, heger sansora desthilatê perçeyekî ji nivîsandina nivîskarekî ku azad be, di nivîsandina xwe de, xetsor bike, nivîskar bi sansora xwe ya kesayetî (zatî) nivîsandina xwe tevî xetsor dike..
Nivîskarê azad, ew nivîskarê ku di hizr û ramanên xwe de zelal be, di nivîsandinên helbestên xwe de rastgo û mêr be, li navdariya, li ser pişta çend qedexeyên civakî negere, wek: Êrîşkirina li ser olê û hetîketiya bedena jinê..
Helbesta cîgirtî ewa ku li desthilatê nasekine, bi wêrekbûn şaşî û xerabiyên civatê eşkere dike. Ew şaşî û xerabiyên ku civat ji ber bendora wan paşketî maye..
Eger helbestvan mêr be, wê di nivîsandinên xwe de şerê wan şaşî û xerabiyên civatê bike, bê ku sansorê li ser xwe û berhemên xwe deyne. Gereke wan şaşiyan ji cemawere raxîne ber çavan, da ku cemawer di ser wan şaşiyan re biqevêze, li pişt xwe bihêle û hin bi hin ber bi xêr, xweşî û avakirinê re here..

3 - H
elbest di roja me ya îro de li kû maye ?
 Li dor beşê sisyan ji pirsê: Helbest di roja me ya îro de li kû maye?    
Di vî warî de, em dibînin ku çapkirina dîwanên helbestan zoriya coyreyên torevanî yên mayî biriye, wek: çêrok, şano û roman...
Heger em stastîkekê di vî warî de çêbikin, emê bibînin ku pileya weşandina dîwanên helbestan bilindtire ji coreyên torevanî yên din û ji yên zargotinî. Gelo sedem çine ?
   Eger em bersivê bidin, dibe ku gelek dilê xwe bigrin... Belê ta ku rastî neyê gotin, pêşketin rêka xwe di nav me de nabîne û em di pêvajoya xwe ya torevanî de rast û durist nalivin...
Me got cihê dîwanên helbestan bi gelekî ji coreyên mayî berztire, lê gelo raste ew dîwanên helbestan e?! û xwediyên wan raste helbestvan in ?!
   Bêgoman helbestvan di nav wan de peyda dibin û têvelin – gava ku em wî nifşê pêşîn ji vê mijarêa xwe bidin alî, ew nifşê ku ji mêj ve bi rengê Cizîrî, Xanî û Cegerxwîn dinivîsînin – yên ku em dixwazin li dor wan rawestin, ew nifşê ku doh fêrî alfbaya Kurdî Latînî bûne û îro dîwanên helbestan çap û belav kirine, bê ku helbestên dîwanên wan şert û mercên dîwanên helbestan hilgirin.
   Gotineke Apo Osman Sebrî heye, dibêje: (Gelek ji xortên me çavên xwe berdana nivîsandina helbestan ne tiştekî hêjaye, di vê nivîsên rasteser bên nivîsîn. Belê helbest tiştekî ji edebêye, lê ne tevaya edebê ye. Divê ku mirov zanibe, bi zimanê xwe binivîsîne, lê nizanim, hema ji min re helbestan çêdikin..) Ji kovara Pêşeng  hejmara 5 / 1984 ).
   Em jî bi gotina rehmetîyê Apo Osman Sebrî re; lê em ne bi wan kesên ku navê nûjeniyê sehkirine û bihîstine, piraniya helbestên wan bi wî rengê nûjen hatiye nivîsandin, ew rengê ku xwendevan tê nagihêje û li ber nekeve...
   Helbestvanên me yên nûjen, nizanin helbestên kilasîk binîvisînin, dibêjin: em helbestên nûjen datînin, mane nûjenî pêşketina kilasîke, û nûjeniya ku ne ji kilasîk hatibe derê, dêmek ew nûjenî bîjîye, bê esle, û em li toreya resen digerin, toreya ku kok û rehên wê di nav xaka me de kûr çûbe.
   Ji rexekî din ve û sebaretî me Kurdên rojava, em bêjin nebêjin rewşenbîriya ku bi me re kom bûye, ji zimanê Erebî ye, bi saya zimanê Erebî jî em serwxtî rewşenbîriya cîhanî bûne. Eger mirovek ji helbestvanekî ji terzê nûjen bipirse û daxwaza navê sê helbestvanên Ereb yên hevçerx bike, Dibe ku piraniya wan nizaninbin..?! Ji ber ku naxwînin, bi tenê navên çend kesên bi nav û deng bihîstine, wek Edonîs, Mehmûd Derwîş û Nîzar Qebanî û Beyatî... Ev navên ku pîrka min jî bihîstine.. Gerek mirovê rewşenbîr nemaze torevan, bi tevgera rewşenbîriya welatê xwe re be, ew welatê ku tê de dijî, eger helbestvan be, gerek helbestvanên hevçerxên xwe nasbike û helbestên wan bixwîne û weha jî kesên ku çîrok, şano, romanê dinîvîsînin.
   Ji bilî ku tûrikê xwe bi gotin, metelok û çîrokên folklorî dagrin- jixwe taybetiya me di wan de ye- nexasim ji pîrejin û kalemêran, da ku semyanê xwe ji gotinên Kurdî yên resen dewlemend bikin û dawî û pêşî xwendin, bi çi zimanî be bera ew ziman be û wek ku hatiye gotin: (Sê heyvan bixwîne, ku tu sê rojan binîvîsîne, da ku tu sê rûpelan dagire ). Hema bes e. Kak Mesûd Xelef! Bi kurt kurmancî; helbesta kurdî di roja îro de, di navbera kilasîk û nûjeniyê de li berxwe dide... Ez ji wilo bêtir zêde nakim, evin baweriyên min.


Qamişlo, 24/04/2010


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1.28
Bi Tevahî Deng: 14


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark