Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Helbest, û welaté ku ez jé

 


  Arjen Arî

Peyva herî bi raz û bi efsûn e helbest… û evçend jî dilsoj! Evçend dilsoj e,  mîna pirpirîneka bask miþt hez, li dora rewnaqa sotîner perwane ye geh, geh dîwane ...
Ji wî welatî me, ji welaté helbestén nebihîstî …Welaté ku roj di berbangé de ristik ristik helbestî, tîréj bi tîréjé ve bestî, bi biþirînén herî himbézker hilté, û bi hilatiné re deþt û çiyan, aségeh û riyan, dil û dildaran bi hetava rûxwedawendî zérîn zérîn diþo…
Ji wî welatî me, welaté destanhelbestén jibîrbûyî…


Weyé jî bihîstibe, û dibe ku hûn jî nas bikin war û wargehén Girgaméþ û Enkîdo’yé ku di berizîneke dijwar de rastî hev û mérxasiyé, rastî hev û hevaltiya hata kélîka miriné hatin…
Ji wî welatî me, welaté helbestén hozanî…ji wir… ji wira ku bi desté Babiliyan Dastané Afirîneriyé hate afirandin, û afîrînerén wé, niha ne bi destanén xwe, ne bi stiranén xwe, ne jî bi nîvîsa ku afirandin xetkéþén Summeriyan û nivîs li ser kahfikén kîlî; Guttîyan, Hûrîyan, Aqadiyan mîna berbejneke pîroz himandin û bi stûyé dîroké ve alandin û çûn, tém.
Tém; di mista min de dilé min û hezén di stirananén gelerî de kedîrî…
Tém; di dilé min de xuþk û biratiya ku li ser xuþk û bira û li dû xuþk û bira, birra birra dikare bimre…
Peyvé çawa ku helbestén héviyé afirandibe li ser ernîgariya ku jé tém; li heman erdnîgariyé, hosteyén peyvé dara jiyané bi qelemé miriné tahmandin , û mirin bi mirina xwe veguharandin ekla nemirtiyé.
Nemir in ew jî: weke peyvén nemîr én helbesta Birabozé ku yara xwe vedixwîne geþt û seyrané û Babekî’yé ku hatina biharé hezar sal berî niha dike zimané biþkivîna kulîlkan, û nergizé pé bejinxembar û kofîxwar dike!
Li rexeke din é vé bihara helbesta kurdî, hemdemé Babekî, Baba Tahiré Ûryan é  ku  nemirtiyé dide péyva kurdî; niha, hinek, wî milké bi peyva kurdî çandî, dixwazin bikin milkekî ji xwe re talan kirî! 
Talan û wéran bûbe jî milké wan, ew,  hé jî evîné þîr didin bi stélmén héviyé, da bi ser piya bixin azadiya ku roj û þev li héviyé; li çiyayén her devî Xec, her lat Siyamend: li Herekol, li Gebar û Cûdiyé Miradan…Ku her navekî wan çarîneke Tahir dixe bîra min:
Hûmayûn im seré çiyé weten e
Gerdûné seyr dikim herder çemen e
Ne mal heye ne welat û ne saman
Ku ez bimrim per û baském kefen e(1)…

Wan evçend helbestî ji jiyîn û jiyané hez kirin, evçend jé hez kirin, di 16 saliya xwe de mîna Cegerxwîné þéx û derwéþé helbesté  guldesteyeke péþkéþî dildara xwe ya nemir, axa xwe bike, wisa eþkere û bétalde, di biné tava hîvé de an jî ronîvro, enî çik li xwe ewle…xewnén xwe yén herî gewrik, dahatuya xwe ya herî bi rewnaq û  temenén xwe yén herî rexl-rîhanî, bi newaya herî dengvedér, kirin destan-helbesteke bihîstî lé nenivîsandî, û…gotin!
Gotin…û her gotin weke çavþînkeké bi péþenîka çiyayekî vekirin û çûn.
Ew herin jî, her peyva ku bi dû tolhildana wan ket û ji mérxasiya wan gon xwar û bû helwesthelbest, xwe di malzaroka azadiya siberojé de bi héz û heza lorîka dayikeké meyand; û xwe li çiyayén helbesta wan nenivîsandî, qewimand!

Ez ji wî welatî me, ji wî welaté ku çiyayén wé helbestén evînén bémirad dinehwirînin û digorînin di ber xwe de.
Min li wî welatî bi temtéla dayikeke kitan di soringiya xwîné de mayî, bi helbesteké be jî xwest destanhelbesteké zéde bikim li dû  nemirtiya  giyanén eyloyî…
Li wî welatî her tiþté min; axa min, navé gundé min, þopén zaroktiya min a béguneh û sava jî ji min stendin…
Bi vé stendiné re xwestin min béziman û giyan, béjiyan… û uryan bihélin!
Û wan, piþtî ku her tiþté min stendin ji min, zimané xwe dane min!
Ev ziman zimanekî ku ne tené xerîbé min; ne pîra min pé diaxivî, ne diya min jé fam dikir, ne jî xuþka min ew nas dikir bû!
Ew, zimanekî din bû, û nediþibiya zimané stiranén min û zimané çîrokén ku pîra min her évar ji min re digot, û ez di xew ve dibirim.
Min ew ziman li dibîstaneke ku paçeke sor di seré tîrekekî de bû, nas kir.
Wé rojé wî zimanî zimané min li min qedexe kir, û xwest hemû çîrokén xwe jibîr bikim, hemû stiranén xwe nema bilévînim…
Min nedikarî, weke hemû zarokén ku nedikarîn téhna hembéza diya xwe ji bîr bikin, min nekarî sirûdén ku bi min dabûn jiberkirin li tevî stiranén diya xwe bikim û bibéjim.
Ji lew, piþtî 16 salén xitm én di biþawtgehén bi al û sirûd de, di rojeke ku ew ziman bû serpozka postaleké reþ û bi hiçka li hestiyé birçî yé piyé bavé min ket, diya min xwe dexilî xwedîyé potînén reþ kiribû bi zimané xwe, ku hurmizkan, pehînan li bavé min  nexin…
Lé, xwediyé potînén reþ guh nedabûn zimané diya min û bi potînén reþ û zimané reþ bavé min dabûn ber pehînan…
Wé gavé, diya min desté xwe î mîna axa xwe tîþtîþî berû Xwedé ve kiribû û nifirén herî dojehî réz kiribûn li xwediyé potînén reþ:
--Rebé min bela we bide we!...Biqeþitin… herin! zimané we jî bi xwe re bibin, bi xwe re!

Biçûna jî ji ber deriyé diya min ji ser axa wé,; zimané xwe hiþtibûn di devé milyon milyon zarokén mîna min de…
Wé kélîké bi kerbeke xwedîkuj min desté xwe avétibû devé xwe, û min zimané wan kiþandibû ji þikefta devé xwe…
Her ku min dikiþand û derdixist, ew diréj dibû. Her ku min dikiþand wî xwe li bedena min dialand…Dîna ku min dît; ne di þikefta devé min de bi tené: di hizra min de, téramîn û hestén min de; di awirén çavén min de xuya kir zimané ku min dikiþand ji devé xwe...

Rojeké di révitiyeke ku ez bilî kiþandina zimané di devé xwe de  dibûm de, rihspîyekî gote min, ‘ kuré min çawa ku xwîn bi xwîné nayé þûstin, tu vî zimanî dikarî bi þîrînîya zimané xwe derbixî ji devé xwe’!
Wé rojé min bi ya wî kalemérî kir û min xwe di þîrîniya zimané xwe werkir:
Paþé min fam kir, xwe téwerkirina di zimané xwe de biserxwebûna kes û giya min é li ber wendabû bû!
Bindestbûma jî li ser xaka ku herkes bindest bû, bi zimané xwe min beré xwe da azadiya ku di berbengeké de weke roja her kes li héviya hilatina wé.
Wé rojé min azadiya xwe bidestxistibû. Ji ber ku zimané min azadiya min bû!


*Baba Tahiré Uryan,Du Beytî,Sabah Kara,Wþ.Nûbihar
11/08/09
Arjen Arî

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark