Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Ew Kiye Tê?.

 



Hoþeng Osê

Kevirek, li bin siya payizê, kayîna sawêrên xwe dike.
Çavên bajarekî, ji girî dirjên, û çar gund, xwe bi dîlokan guþtin.
Pêjna kuþtarekê tê, û bihna kujerekî, ji daristana reþbîniyê tê.
Ji gewriya xezalê, xwîn tê.


Berbûyê qîza bajarê evînê, ji dawiya demsala girî, ber bi mirinê ve tê, û pêrgî tenahiya min tê.
Ma tê, yan ne tê…?!.
***
Nermê…
Kewara derd û xemê…
Hilweþandina cih û demê…
Kurrê, kemê…
Zila li bayê te mê… parsekê kenê te mê…
Ev serê çendik û çend salan, te ji þeva min barkiye, te soza vegerê da, û min da ber bend û qelemê.
***
Ne tê, ne jî ji xwena min dertê.
***
Weku tu balte bî, û ez dara mazî bim, te min da ber ramûsanên xwe.
Weku ez baran bim, û tu beyareke zipîzuha bûyî, min te da ber tavan, birûk û gîsinê xwe.
Îskeîska te bû derya û hilkehilka min bû aso.
Ez bûm keldûmaneke sar, tu jî rewrewk.
***
Çar mirinên din jî, têrî bêrîkirina min nakin.
Çar welatên din jî, têrî evîna te nakin.
Heft esîmanên din jî, têrî nalîna min nakin.
Heft þoreþên din jî, têrî xewna te nakin.
Ez dikim û nakim.. en tu tê, ne tu ji jana min dertê!.
***
Ew kiye tê…!?.
Weku ne mij be, mîna ji bûka çavê þevê dertê, tê.
Weku ne sitran be, mîna xemlîna cejnê tê.
Kevir, ji hîrhîra kenê wê, wê naskir.
Kolan, ji siya wê a tijî girî, wê naskirin.
Bajarê çavrijiyayî, ji bihna memikên wê, wê naskir.
Çar gundên xwekuj, ji mohrên min yên li ser gewdê wê, wê naskirin.
Zarîna þevên min, ji bêrîkirina wê ji min re, wê naskirin.
Lê, ne weku ew be, a wê demê, eva ku ber bi min ve tê!?.

Ýstanbol
26/2/2010

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark