Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Berhemên Nû: Bîhoka li piþt sînor

 


Dirêj an jî kurt, her jiyîn li dev xwediyê xwe xwediyê xwe û çîrokekê ye.
Dîkekî min hebû ku her sihar bi hilatina spêdeyê re li hewþê dikir qûqû... qûûû, û pîreke min, ku her êvar ji serboriya xwe ya têr karesat qetek jê bi çîrokî vedigot!
Her ku min li çîroka pîrê guh didêra, li bendî bûm ku ne çîroka xwe, çîroka Dîko vebêje ji min re...
Lê wê; heçku bixwaze min jî bike þirîkê serboriyên xwe, hercar guhkê buxçika êþa xwe bi vê peyvê vedikir: Xwedê heqê me nehêle, kurrê min...
Ji ber heq û neheqiyê bû gelo, min ji çîroka Dîko û Pîrê hez dikir?


Di herdu çîrokên gelerî de jî -Dîko û Pîrê, Þengê û Pengê- tolwergirtin hebû, û di herdu çîrokan de jî yên neheq: Gur û pîrê di dawiya çîrokê de bi ser ‘heqê’ xwe ve dibûn...
Soxî; piþtî zarokatiyeke tiþtîþî û jiyaneke zîvar zîvarî, di ber þairtiya xwe ya kulek re ez jî bi ser çîroka xwe ve bûm:
Hinekî bîranîn, hînekî çîrok...



Bîhoka li piþt sînor
Hinek çîrok hinek bîranîn
Arjen Arî
ISBN: 978-605-5585-12-9
19.5x13, 120 rûpel, 10 TL

Arjen Arî - Sala 1956 an  li herêma Omeriya, li gundê Çalê hatiye dinyayê. Di sala 1979 an de Enstituya Perwerdeyî ya Diyarbekirê Beþa Zimanê Tirkî qedand.Weke gelek þa`ir û nivîskarén kurd wî jî bi tirkî dest bi helbésté kir. Di sala 1976é de li Nisébîné ji ber belavkirina belavokeké hate girtin. Wé demé polisan dest danîn ser helbestén wî yén bi tirkî û kurdî.Qasî hefteyeké di hepsé de ma. Ew berdan, lé helbestén wî taa niha di mexzena Dadgeha Nisébîné de hepsî ne. Di gel ku weke cara pêþîn di kovara Tîrêj’ê de helbestên wî weþiyan tét zanîn, ya rast, helbesta wî ya ewil di belavokeke ku li heréma Mérdîn hate belavkirin de weþiya. Ew helbest ji sé malikan/beytan pék dihat. Malikek jé ev bû:
Du mirin kirin mahne, rakirin ling Nisébîné
Xewa sibé bela kirin,avétin nav tirs û xwîné.
Her wisa, beriya 12é îloné helbestén wî ji héla paleyén tevrika pembû ve bi stiranî dihatin gotin. Wek:
Tewrik tewrik tewriko, tevriko
Ber tayé pembû xweþ biko, tevriko
Roja me jî hindiko, tevriko
Maldar bi qurbana mi ko,tevriko
Tevrik tevrik tevriko,tevriko
An,
Roja pala erzan e
Kufleté mal girina
Mala te xera bibe maldar
Ma qey tu pé nizane!

Bi dû 12é Îloné de ew li welét ma, helbestén wî di kovarên li derveyî welét;wekî Berbang, Kurdistan Press, Nûdem, Çira, Pelîn û Rewþenê de hatin weþandin. Di sala 1992é li navçeya Nisébîné li ber deriyé mala xwe rastî ériþeké çekî bû. Birîndar rakirin Nexweþxaneya Zanîngeha Dîcleyé. Ji wé bûyeré de li Amedê dijî.

Berhem
Ramûsan min veþartin li geliyekî,Þi’r, Avesta,, 2000
Ev çiya rûspî ne, Þi’r, Avesta, 2002
Destana Kawa, Þi’r, Weþanên Elma, 2003
Eroûtîka, Þi’r, Weþanên Lîs, 2006
Bakûrê Helbestê/Antolojiya Helbesta Bakûr,Wþ.Y.N.Kurd,Duhok,2007
Çil Çarîn, Þi’r, Wþ.Ens.Kurdî ya Amedé, 2008   

Þérgele, Þi’r, Avesta, 2008

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark